Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
evîn - tirşik
evîn
(16) (5) (4)
di mijarê de bigere

36. Éşa evîné pir giran e. Lé ne mîna éşa Kurdistan...



04.03.2016 20:12 ~20:12 | apê mihyedîn

37. evîn: havîneke xweş, esreke derenege hênik da bavê min erebeyê dajo, kêlaka wî da kekê min runiştî ye, piştê da jî ez û dayîka min ; teyîba erebê da dengbêj şakiro dengê xwe yê tirsehêz va çi lê dikeee, qirçîna dengbêjîya ye. *
li ber tekerê wesayîta me toz û duman bilind dibe qirçîn e !
difire dilê min; qirçîn e !

alîyê me yê rastê da behra wanê ji me re hevaltîyê dike.
di romana mehmed uzun a sîha evînê da xeyala Memduh selîm beê ya ku li ber behra wanê xwe ra avahîyekî çê bike tê bîra min û ez wî cîhê ku piştî ku min ew romana xandibu (2009) min jî ew xeyala xwe re kiribu xeyal û xwe ra li ber behra wanê cîhekî zehv xweş dîtibu ku ez dixazim wê derê xwe ra avahîyekÎ xweş çê bikim û xeyala min da hê jî tiştekî wisa heye.
welhasil ez wî cîhî nîşanê dayîka xwe dikim û dîya min zehv şa dibe.
-kekê min dikene *
-bavê min: zanîngehê xelaske were em bikirin
bazikê min hebuna ezê bifirîyama wê çaxî

dilê min da hîsê zehv mezin çê bibun. bawer dikim ew hîsa navê wî (bnr: evîn) e
evîna welat, evîna armanca ihsan nurî, evîna kal û pîrê me.



07.04.2016 15:51 ~2017.10.07 15:00 | bûtîmar

38. mijara ku heya niha min tê de tiştek nenivîsiye ye*



07.04.2016 15:55 | nazim tolhildan

39. Evîne ku mirovê ji her cure rasyonalîzmê dûr dike, di nav esmanên dilşadî û xeyalperestîyê digerîne. Yanî di evînê de hiş, mêjî, aqil bêbandor dimîne her tişt dikevîte bext û daxwaza dilê. Nîmetek bê bûhaye ku xwedê êxistîye dilê me...



16.04.2016 22:47 | azad30

40. Hê hêêêêêêyyyy Tirşik!!!!! Ew jî ji min hez dike. Min çar cara go ji te hez dikim. Wê jî çar cara go ez jî ji te...



24.06.2016 04:32 | xwelî li ser

41. Evîn bi qedr û qîmet e. Bê evîn kêmasiye pêwist e hezkirinek te hebe û ê min jî di nav de.



24.06.2016 09:13 | dizek

42. navê straneka nîvdîlanîya ku Seîd gebarî sitirye sitran û gotin jivir wêde;









evîn êşe evîn jane

evîn wek derd û kovane

Evîn êşe evîn jane

evîn pir derd û Kovane

evîn wek pencê şêre

ku xwe berdine nav dil û cane



narînamin şêrînamin

şermîn û naz Torînamin

were saxke birînamin

bête nemaye jîna min



evîn êşe evîn jane

evîn azar û kovane

evîn wek pencê şêre(pençeşêr)e

ku xwe berde nav dil û cane





xwezî Carkî min dîba bitenê

min dest daba wê gerdenê

minê bigota narînka li dinê

were em herin zozana...

evîn êşe evîn jane

evîn azar û kovane

evîn wek pençeşêre

ku xwe berde nav dil û cane



25.06.2016 00:23 | shorbevan

43. " ... guleke qurmiçî ye dilo!" gotiye fatma savci. Ne ez.



14.08.2016 13:27 ~13:29 | biaqila malê

44. Evîna dila pir zehmete



14.08.2016 21:44 | stêrk

45. Nivîskarekî ku navdar e lê navê wî nayê bîra min di derheqê êşa evînê de tiştek pirr xweş gotibû:
"Dema ku ji ber evînê dil êşiya êdî tu tiştek nayê gotin û nivîsîn."
Vê camêrê piçek av li dilê min kiribû...
Siheta wî xweş.



28.10.2016 18:08 | bayê bakur

46. Evîn mîna guliyên genim we bi xwe ve digire.
Ew we li bênderê digerîne daku we çîptazî bike. Ew we li bêjing û mûxelê dike daku xirşan ji nav we biavêje.
Ew we dihêre ta ku hûn spî bibin.
Ee we diguherîne ta ku hûn bên çemandin.
Û dû re ew we dispêre agirê xwe yê pîroz daku hûn bibin nanê pîroz ji bo cejna pîroz a Yezdan.
Evîn hemû vê yekê dike daku hûn ji nihînên dilê xwe haydar bin û bi vê zanînê hûn bibin beşek ji dilê Jiyanê.
/Xelîl Cîbran.



29.10.2016 23:30 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» evîna dil

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî