Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
evîn - tirşik
evîn
(16) (5) (4)
di mijarê de bigere

47. Evîn, ewe ku meriv ji destê wî derdixê , bi xwe ve girêdide. Ya rastî evîndar, bi evînê tê girêdan. Yanî hevsarê însan didestê Rebbê wî de ye. Ew Reb jî, evdê xwe bi rêya evînê terbiye dike. Mirov tê germandin û kelandin û qelandin . Heta rihê mirov tenik û safî bibe daku ji Rebbe xwe re bibe ayîne û mûhetap.

Erê, însan bi evîn û evîndariyê terbiye dibe.



30.10.2016 03:01 | gumgumok

48. Di evînê de dema ku gihêştina hev û dû ji sînorê mimkunahiyê derbikeve dil di navbera dudileyeke mezin da dimîne
Her du alî jî ne dikarin ji hev ra bêjin "here!" ne jî bêjin "were!"
Ev tişta han, dibe sedema girêkan, gengeşiyan, çûn û hatinan û dilmayînan.
Dibe sedema nîqaşên wusa ku êdî mirov tê dikeve erafa nefretkirinê



03.11.2016 22:18 | bayê bakur

49. bi qewlê arjen arî û şi'reka wî ya ji dîwana eroûtîka;

qulzema dil işq e: Mella
çi Xwedayî,çi beşerî
sohtî be b’ arê seqerî
her evîn ala ye,Mella
dil li me bela ye,Mella

qulzem; behr, derya. di helbestên klasîk de zehf derbas dibe, mela jî feqî jî bikar tîne
arê seqerî; agirê dojehê, ev jî teşbîheke berbelav e di helbesta klasîk de ji bo teswîra êşa eşqê.



03.11.2016 22:53 ~22:57 | endazer

50. eşq, hezkirin



04.11.2016 21:59 | xwedêda

51. tiştekî vir û dera ye.



28.08.2017 12:27 | çarçoveya bextewariyê

52. Wek li pişt çiyayê qaf e. Ne tê dîtin ne jî tê dest xistin.



02.12.2019 22:18 | fatoş xanim

53. tişta ku min bixwe tobe kiriye.
tobedar im

Ez kengê aşiq bibim dawî dibe xemgînî, êdî bes e ji derdê diltengîya êvînê :(



02.12.2019 23:00 | gulêê

54. Evîn ne tava xwudê ye, ne derdekî bê derman e, ne li pişt çîyayê qafê ye û ne jî berfa li ser çiyayê Agirîyê ye. Evîn rasterast reaksîyonên hormonên laşê mirovî ye. Meriv dema taybetiyên fîzîksel ên yekê/î diecibîne cara ewil hinekî bo wî/ê hessas dibe çimkî hormonên te, laşê te dorpêç dikin û ji ber bandora guherînên hormonal tu jî li gorî yên dî, meyldarî wî/ê kesî/ê dibî. Dûre pêvajoya duyem dest pê dike. Di vê pêvajoyê de jî ger karektera wî/ê li gorî te be hingî simulasyona evîndarbûnê dest pê dike. Tam di vê heyamê de du rê hene li pêşiya te. Eger ew jî hej te bike hûn digihîjin li hev. Piştî çend mehan ji ber tatmînbûna laşê te û mejiyê te êdî hêdî hêdî sarbûn dest pê dike. Êdî piştî çend mehan nabe gulpagulpa dilê te. Belkî hê jî hej jê dikî lê ew kelecana rojên ewilîn bi dawî dibe û ger têkiliya we jî wek kelecana we sar bibe hûn ji hev vediqetin lê na têkiliya we baş be hûn bi temamî li hev tên dizewicin û piştî çend salên zewacê dîsa têkiliya we dibe monoton. Ger karektera we têgihîştî, edilandî û kemilandî be hûn çav li berra derve nadin û zarokên xwe mezin dikin lê ne wisa be her gav çavê we li derve dimîne. Lê ger pêvajoya duyem xirab dest pê bike yanê ew hej ji te neke vê carê ji ber tatmînnebûnê hûn dikevin depresyonê û di çavê we de evîn tiştekî pirr pîroz, wek ku li çîyayê pişt qafê be tê dîtin. Ger ew jî li ber çavê we be yanî ji ber şert û mercên jiyana we timî li ber çavê we be ev pêvajo pirr dirêj dibe. Lê na ger ew kes ji we dûr be piştî çend mehan belkî çend salan hûn wî/ê kesî/ê ji bîr dikin û rotaya keştiya xwe ber bi deryayên dî re dizivirînin.
Ez ji kû dizanim? Çimkî ji wan pêvajoyan yeko yeko derbas bûm.
Eger karektera we ne pirr patolojîk be ango derûniya we pirr bi pirsgirêk nebe yanî hûn ne dîn û har û şîzofren bin ev pêvajo ji bo te jî ji bo her kes jî eynî ye.
Belasebeb serê xwe li xwe mezin nekin.
Evîna heqîqî û rastî û jidil û bêî menfaat evîna zarokan e.



02.12.2019 23:03 ~23:07 | ferhenga şikestî

55. Tiştê ku mirov pê xwe dixapîne.Karên bêhişan e.Tiştekî vala ye , xwe nexapînin hezkirin bê wate ye,ongo mirov xwe çima pêwîstê kesekê din dibîne?Belê di dilê her kesekê de perperok difirin lê dema tu kû r difikirî bêwate ye.Her tişt heya cihekê ye.(Hêrs nebin *



02.12.2019 23:58 | mêrxasê serhedê

56. jehreke xweş e.



03.12.2019 00:00 | biruya hayao miyazaki

57. .
Werzî evîn zerd û kizr e
Baran nebê dadit naye



07.12.2019 04:38 ~04:39 | rûbar

58. hîseke ku ji bo cara pêşîn ecêb û xweş e. wilo bandoreke rastîn li ser can û hormonê meriv dike ku heta meriv dilerize. wexta ku qala evînê dibe yek ji nivîskarên tirşiknetê ferhenga şikestî tê hişê min* ji ber ku herî zêde wî êşa xwe li vir nivisî û bi hêviya ku bextewariya wî her dewam be.

piştî ku min vê mijarê li ekrana tirşiknetê dît û min meraq kir û min got gelo min berê jî li vir peyamek nivîsiye? û min dît ku min peyamekî ku ji yek hevokî pêk hatiye rêz kiriye. eger min dikarbûya çeppikek bidaya vê peyamê evîn/16045 teqez min ê bidayê* ji ber ku wateyên ontolojîk û felsefî di xwe de dihewîne. peyameke wilo sade û ecêb min 6-7 sal berê nivîsiye ku niha ez ne di wê astê de me, lê niha ez wateya wê fehm dikim* felsefeya wehdet el wicûd bi bi yek hevokî rave kiriye. hetta felsefeya ku ez îsal hîn bûm, ya panenteîzmê.



07.12.2019 04:56 ~05:00 | ceso

59. amore dibêjin îtaliyan. Peyvek çi xweş.



07.11.2020 10:21 | cinorek

60. bo min hezkirin evîndarî çetire çimkî meriv yekî heznekejî dibe evîndar hema hezkirin bi naskirin û hevaltîyê çê dibe.



07.11.2020 12:01 | doesntmatter

61. karê bêkaran e.



07.11.2020 14:49 | xelîl

62. tiştê ku nasibê her kesî dibe lê ji bo yên weke me tenê peyvek e.



20.05.2021 01:32 ~01:32 | hueyn

63. a ku bi dest her kesî nakeve, hele di vê dewrê de. bi rastî dihesidim ji kesên evîndar û meraq dikim bê formûleke wê heye?



20.05.2021 18:53 | înano lo

64. evîn, Straneke sîpan xelat e.

Gotinên wê:
Barê evîndar hesir e
Êş û şewat e
Dilê evîndar ranaze
Her tê ba te


Heywax li min delala min
Agir berdin bedena min
Ji te hezkirî vî dilê min
Girtî çavên min


Çima carek li dûr nenerî
Evîn nepirsî
Min go na,te go belê
Guh ne da kesî


Heywax li min delala min
Agir berdin bedana min
Ji te hezkirî bi koranî
Girtî çavên min





03.08.2021 19:23 | merwano