Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
testa kontrola kurdîbûna peyvan - tirşik
testa kontrola kurdîbûna peyvan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. testa ku ji bo hemû peyvan nikare were sepandin lê carina rast dixebite.

min ji hevalek rojavayî bihîsibû. digot ger peyvek bikare weke lêker jî were bikaranîn, wê demê ew peyv kurdî ye lê ger nekare wê demê ew peyv ji zimanek din hatiye.



weke mînak peyvên "tirs" û "xof".

- tirs dikare weke lêker jî were bikaranîn: ditirsim, tirsandin û hwd. wê demê tirs peyvek esil-kurd e.

- xof jî hemwateya tirsê ye lê nikare weke lêker were bikaranîn: xofandin, xofîn fîlan nabe. wê demê ev peyv ji zimanên din ketiye nav kurdî.



nizanim gelê zimanzan jî tiştek wisa qebûl dikin an na.



02.01.2015 21:27 | simurg56

2. testa ku ji her peyva kurdî re ne serkeftî ye.

biner: yadê lêkera wê jî dêbûn e.



02.01.2015 21:39 | berxweda

3. ji bo zimanên ku mîna tirkî, hebûna wan li ser lêkeran in, kontroleke dibe ku neqelîte be jî pêkan e bê çêkirin. lê xuyaye ku ji bo zimanên hînd-ewrûpa derfeta wê tune ye. ji ber ku ev zimanan, mîna kurdî, hebûna xwe ne li ser lêkeran li ser navan avadikin. wekî mînak, berê navên tiştan îcad dikin, piştî jî lêkera ew têgehê/tiştê, eger pêwist be, derdixin holê. her çiqas hevberkîkirina zimanên kevn ên hînd-ewrupa li ser lêkeran bên kirin jî ev helwesteke derketina zimanên din in jî. ango helvesteke awarte ye. (ji xwe zimannasan nizanin ku di nav zimên de berê nav derketine yan lêker.)



bide ber:

pirpinîk nabe, firfirok dibe. kî wê bibêje pirpinîk ne kurdî ye?

nênuk nabe, hejmar dibe. kurdîbûna nênuk ne şik e!

hwd.



divê ji bo vê kontrolkirinê lêkerên alîkarî yên mîna bûn, kirin, ketin neyê bikaranîn. ev derfeta zimên e ku navê bi hêsanî bike lêker an jî peywirên din...



02.01.2015 22:02 | biruya hayao miyazaki

4. Testa tu ewlehî nedaye mi ji ber ku hemu peyv nikarin bibin lêker jî. Weke mînak kevir an kuç, tu bixwazî jî tu nikarî lêkerekê jê çêkî, lê ne ku ne kurdî ye ji ber ku ne pêwîst e.



02.01.2015 23:59 | azadixwaz

5. testeke baş nekeliyaye ye. min jî demeke testeke wiha anîbû pê xwe bi xwe. armanca me nêzî hev e lê a min hinek çiyawaz e.



03.01.2015 01:26 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» testa kontrola kurdîbûna peyvan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî