Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 63 peyam
dîdem zara - tirşik
dîdem zara
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneka bi soranî ye ku ez gelek hejê dikim.lê heta niha kêm kesa xweş gotiye ev strane.

ji min tenê hozan serhadgelek xweş digot.lê niha koma gel jî gelek xweş gotiye.







06.01.2015 02:35 | vêca çiyeeee

2. Strana ku gotinên wê ev in:



Min dûr û toş dûr herdukman dûr in

Wey wey zara giyan dîdem zara

Xwuda dizanê bo yek mecbûr in

Wey wey zara giyan dîdem zara



Ba birwa yarim bew lencewlara

Sibh û êvara maç qerez dara

Sahedyan dawa welah nazdara

Şuxle bara giyan her wey zara



E çime silêmanî gojam le diyar e

Hey wey zara giyan dîdem zara

Ba berzî gojem xem le dilem bara

Hey wey zara giyan dîdem zara



Etirsim bimrim dinyam zor mawa

Hey wey zara giyan dîdem zara

Zor le bedkaran be cigem şad bin

Hey wey zara giyan dîdem zara



(bnr: asoya helbesta kurdî)



06.01.2015 11:30 | xendekî

3. strana ku heta niha min nedîtîye kesî weka hozan serhad xwandibe ye.

hozan serhad dengê xwe yê şewat va zehv xweş xandîye. ez kîngê vê stranê guhdar dikim berf û şewata zivistana memleket tê bîra min.







lê janya yê jî xweş xwandîye





27.05.2016 22:50 | bûtîmar

4. Mîna ku nav û paşnavî yekî ye. "ev hevalê min Dîdem Zara"...



03.11.2016 01:18 | brûsk

5. koma awaz baran jî gelek xweş dibêje û distire, çend saet berê li diyarbekir li ser cadeya gazî, du ciwanan bi gîtara klasîk digotin û gelekî jî xweş digotin. çend dikan wêdetir mûzîk marketêtek heye ku bîst û çar saetan stranên dawetê tê lêdan, ji ber dengê ji wir dihat, dengê ciwanên mûzîsyen zêde bala xelkê nedikişand mixabin.



03.11.2016 21:01 | endazer

6. Strana ku du versiyonên wê heye. Navê stranê wek (bnr: zara giyan) jî tê nasîn. Versiyonekî wê Hesen Zîrek dibêje û gotinên stranê peyama duyem da nivîsiye. Versiyona din jî cemal muftî dibêje:


Gotinên stranê:
Şête şêtebin deçine Hewraman
Hey wey Zara giyan dîdem Zara
Xo min şêtî tom destim be deman
Hey wey Zara giyan dîdem Zara  

Perwaneye yarim bew lence û lare
Subih û êware maç qeriz dare
Şahîdîm bom biden le gûley xesare
Hey wey Zara giyan dîdem Zara  

Şête şêtebin deçine Kêznezan
Hey wey Zara giyan dîdem Zara
Xo min şêtî tom sipilley pênezan
Hey wey Zara giyan dîdem Zara  

Perwaneye yarim bew lence û lare
Subih û êware maç qeriz dare
Şahîdîm bom biden le gûley xesara
Hey wey Zara Giyan Didem zara



24.08.2022 00:15 ~00:15 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîdem zara
» zara gîyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî