Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
beşa ferhengê ya tirşikê - tirşik
beşa ferhengê ya tirşikê
(7) (0) (18)
di mijarê de bigere

1. beşek nûpûnû ye. bi guhertoya 2.4.8 ya sîstema nû ya tirşikê, ket weşanê.

https://www.tirsik.net/ferheng



sîstema ku weke gava destpêkê, li wergerine.com/duziman hatiû weşandin, niha komple hat nûkirin û niha di weşanê de ye.

vêga hemû peyvên di turkcekurtcesozluk.comê de hatin veguheztin.



di vê sîstema nû de gelek fonksiyonên bû hene;

- ferheng di mobîlê de bêproblem dixebite

- di lêgerînan de mirov dikare zimanan hilbijêre û di zimanên ne hewce de lêgerînên beredayî neke

- hemû tirşikvan dikarin bi hesabên xwe têkevin sîstemê û peyvên nû lê zêde bikin

- hemû tirşikvan dikarin di binê peyvan de şîroveyan bikin, ji bo bikaranîna peyvan mînakan bidin

- fonksiyonên "peyvên dawîn" û "lêgerînên dawîn" hatin çêkirin.

- moderatorên tirşikê dikarin "peyvên ku li benda weşanê ne" bibînin û wan têxin weşanê

- mêvanên ne-endam yên ferhengê jî dikarin peyvên nû bişînin. (ev peyv dimînin li benda erêkirina moderatoran)

- moderatorên tirşikê dikarin peyvan rast bikin an jî ji weşanê rakin.

- tirşikvanên hêja dikarin peyvên ku wan bixwe lê zêde kirine, rast bikin.



wê pêşketina wê bidome. ser xêrê be.

(malpera turkcekurtcesozluk.com wê di weşanê de bimîne, em dikarin navê wê biguherînin û paşê bi vê ferhenga nû ve girê bidin. em li benda nêrînên tirşikvanan in)



07.01.2015 22:57 | simurg56

2. piçek lê geriyam, wellehî baş bûye. bi keda simurg56 ve tirşik roj bi roj çêtir dibe. em çi dirêj bikin, destê wî sax be.



07.01.2015 23:52 | nazim tolhildan

3. Beşeke gelek baş û serkeftî ye. Heke tirşikvan xwe lê germ bikin wê bibe yek ji ferhenga kurdî ya mezin. Lê min tiştek fêm nekir. Ez têketîme, lê hem dibêje tu endam î hem jî dibêje tu ne rêveber î. Yanî cudahiya endam û rêveber çi ye? Xwezîî me bizaniya.



08.01.2015 11:54 | xendekî

4. Ferhenga ku;

Ger kesek ne endam peyvek bisîne, ev peyv bi navê anonîm tê qeydkirin û dimîne li benda kontrola moderatoran ku were wesandin.

Ger tirsikvanek peyvek bisine, ev peyv bi navê vî tirskvanî tê qeydkirin û dîsa dimîne li benda kontrolkirina moderatoran.



Ji ber ku heye ku hinek tirsikvan peyvan li gor formata ferhengan bisînin, divê heyv were kontrolkirin. Dawiya dawîn, pêwist e peyvên ki ferhengê, sîrove û nêrînên tirsikvanan nehewînin.



08.01.2015 12:17 | simurg56

5. slaw



08.01.2015 23:59 | tirşikçi

6. fikreke gelek baş e lê yê çêkirî tu merês nedaye dîzayna ferhengê, rûpel ew qasî tevilhev e dema ez ketim rûpelê de nîşaneka mişka min winda bû, vêca ka hûn bêjin ew cihê ku tê de nîşaneka mişka min wenda dibe ez ê çawa li peyvan bigerim?




7. ferhenga taybetiya lêgerîna "nav wateyan de" jî lê har zêdekirin.

ji ber ku piraniya ferhengên heyî ber bi kurdî ve wergerê dikin. weke mînak di ferhenga tirkî-kurdî de nêzikî 65000 peyv hene lê di ferhenga kurdî-tirkî de 6.000 peyv hene. ji ber vê yekê dema mirov li peyva "hebandin" digeriya, tu encam dernediketin. lê di eslê xwe de ev peyv di wateya gelek peyvên di ferhenga "tirkî-kurdî" de hebûn, lê weke encam dernediketin ji ber ku ev ferheng ji tirkî ber bi kurdî ve wergerê dike.



lê êdî dema mirov li boşkojka "nav wateyan de" bitikîne, peyva lêgerînê di nav wateyan de jî tê lêgerîn û bi vî awayî mirov dikare ji bo "hebandin"ê gelek encam bi dest bixe.



09.01.2015 21:47 | simurg56

8. Di nav ferhenga de du heb kêmasî hene, Zayend û telafûza peyvan bideng e.



Heke wan a têde hebin ferqa wê zêdetir derkeve holê.



09.01.2015 21:49 | mîr

9. xebatêko qandê komkerdişê kurdî gelêk heja yo. Çimki yew ca de, hem kurmancî, hem zazakî, hem soranî bibê, kurdan ziwanê xo (lehçeyê bînan zî) baştir museno.



Mi nika ferheng ra çewres pancas heb çekuyî îlawe kerdî tirkî-zazakî ra. Dem bi dem ez do îlawe bika.



10.01.2015 09:07 | endazyar

10. heq e dema mirov pêl vê beşê bike, ferheng di rûpeleke cuda de vebe..




11. û wek endazyar li jor gotiye, divê bêtir giringiyê bide ser zaravayên kurdî..

û min berê jî gotibû eger îmkan hebe mirov hemû ferhengên çapkirî yên kurdî -bi hemû zaravayan- bi awayekî ji awayan dîjîtalîze bike û bavêje ser sîstema vê ferhengê bawerim nîvê pirsgirêkên di rêka standartîzekirina kurdî de wê safî bibin..




12. ferhenga ku jixwe piranî bi dîjîtalîzekirina ferhengên çapkirî hatiye çêkirin. û ev pêvajê hê jî didome. lê divê tirikvan jî dema di ferhengê de nekarin peyvek bibînin, wê peyvê lê zêde bikin.



ji ber ku ferhengên çapkirî jî têra xwe ne baş in. û weke mînak mirov ferhengên du çavkaniyan li hev zêde dike û lê dibîne ku %80ê peyvên wan weke hev in.

ji ber vê yekê sererastkirinek gelek mezin jê re lazim e ku kesek tenê nikare hilgire ser xwe.



11.01.2015 09:31 | simurg56

13. ferhenga ku êdî di rûpelek/hilpekînek nû de vedibe.



11.01.2015 09:55 | simurg56

14. her ku diçe berfirehtir dibe û wê ev berfirehbûn berdewam jî bike.

îro 2700 peyvên nû li ferhenga kurdî-kurdî zêde bû. 500 ji min 2200 ji xendekî.



12.04.2016 21:28 | simurg56

15. bi lêzêdekirina nêzikî 2400 peyvan, piçeke din mezintir bû.

îro 2400 peyv li ferhenga kurdî-kurdî hat zêdekirin û di vê ferhengê de hejmara peyvan bû bi qasê 11.300.

dema xebata di vê beşê de qediya, wê texmînî bibe bi qasê 30.000.

hevalên ku dixwazin, dikarin ji bo alîkariyê têkilî bi min re dênin. gelek hêsan e, lê mijûlahî ye.



21.04.2016 11:31 | simurg56

16. beşa ku bi lêzêdekirina nêzikî 2.800 peyvên nû, ferhenga wê ya kurdî-kurdî guhaye 14.131 peyvan.



22.04.2016 17:56 | simurg56

17. beşa ku îro tê de guherînek gelek gelek mezin çêbûye. bi lêzêdekirina nêzikî 100.000 peyvên kurdî-kurdî, ferhenga kurdî-kurdî bû 112.860.

hejmara giştî ya hemû peyvan jî bû 259.928.

çavkaniya peyvên nû, wîkîferheng bû.



bi vê gava dawîn, piştî ferhenga tirki-kurdî, ferhenga kurdî-kurdî jî em dikarin bêjin ku êdî %99 bêkemasî ye. jixwe hûn li ser înternetê nikarin ferhengek ji van mezintir bibînin.



piştî van ferhengan, niha wext e ku em zêdetir bala xwe bidin ferhenga îngîlîzî-kurdî. ferhenga me ya îngîlîzî 17.430 peyv dihewîne û di înternetê de yê herî mezin e dîsa. lê li gel ku yê herî mezin e, dîsa jî tê de gelek gelek gelek kêmasî hene.



ji bo pêşvebirina van ferhengan, alîkariya we pêwist e.

weke hûn zanin, her nivîskarê tirşikê dikare alîkariya ferhenga îngîlîzî bike: Here lînkê



an jî qet nebe, hûn dikarin şaşiyên di ferhengan de, ragihînin me.



24.04.2016 08:26 | simurg56

18. (bnr: beşa ferhenga tirşike)



Bawer dikim ev nivîs ''beşa ferhengê ya tirşikê xweşik xwuya nake. beşa ferhenga tirşikê rasttir e.



Ji bo çi '' ya '' ne bûye (-a) . Li herêma hezex-nisêbîn-cizîrê gelek kes wilo bikar tînin.



Mînak :



Keça min a xweşik => keça minî xweşik.

Beşa ferhengê ya tirşikê => beşa ferhenga tirşikê.

Feremez, kurê şerîf yê mamoste ye. => Feremez kurê şerîfê mamoste ye.





Gelo dema ez wisa binivîm kêmasî çêdibe? An jî fêhmkirin dijwartir dibe?



26.04.2016 00:59 ~02:07 | gumgumok

19. agahî: 3.016 peyvên nipûnû li ferhenga kurdî-îngîlîzî hat zêdekirin.



peyvên di ferhenga kurdî-îngîlîzî bû: 5.820



21.05.2016 17:06 ~17:06 | simurg56

20. li ser înternetê ferhenga herî mezin ya kurdî-îngîlîzî dihewîne

bi lêzêdekirina zêdetirî 6.000 peyvên nû, hejmara peyvên di ferhenga kurmancî-îngîlîzî de bû 12.000.



05.06.2016 22:39 ~2016.06.07 21:58 | simurg56

21. li benda alîkariya tirşikvanan e.
em dixwazin ferhenga kurmancî-zazakî fireh bikin. armanca me ew e ku bi qasê 30-35 hezar peyvan lê zêde bikin. ji bo vê yekê alîkarî lazim e. kesên ku dixwazin/dikarin alîkarî bikin, dikarin xwe bigihînin min.
ez ê ji wan re peleke word'ê bişînim û ew ê jî vê pelê sererast bikin. weke mînak belkî 50 an jî 100 rûpelan fîlan.
ji kerema xwe re yên ku wê teqez bikarin bikin, bila xwe bigihînin. ger na, kar tevlîhevtir dibe û dereng dimîne.
li benda we me.



20.03.2017 20:49 | simurg56

22. Ez dixazim alîkariyê bidim lê ez zazakî nizanim.
eger ew nebe pirsgirêk wê demê +1



20.03.2017 21:31 | bûtîmar

23. ji bo ferhanga kurmancî-zazakî dikarim alîkarîyê bikim. lê min tam fehm nekir ku ev kar çawa dibe. gelo peyvên kurmancî tên û em wan werdigerînin zazakî? an go peyvên kurmancî û zazakî jixwe hatine nivîsandin em wan sererast dikin?

welhasil û kelam ferq nake. ez dikarim alîkarî bikim o. (:



20.03.2017 23:13 | endazyar

24. Agahî; bi saya keda bayesar bi qasê 8.000 peyv li ferhenga tirkî-zazakî hat zêdekirin.
(berî niha di wê ferhengê de jixwe tenê 170 peyv hebûn, ji bo ceribandinê.)
hejmara giştî ya hemû peyvan jî bû 392.105.
Spasî ji bo bayesar.



30.04.2017 09:48 ~09:50 | simurg56

25. ferhenga ku gellek caran ser lê didim û pêşniyar jî dikim.



30.04.2017 13:01 | gulêê

26. rojanekirin: 1000 peyvên bingehîn yên îngîlîzî, hatin wergerandin û li ferhenga îngîlîzî-kurdî hatin zêdekirin. ger ev peyv jixwe hebin, hatin rojanekirin.
dawîya dawîn, hejmara peyvan 300 zêde bû.



22.11.2017 21:04 | simurg56

27. ferhenga kurmancî zazakî/102702
"êdî yek ji ferhengên mezin yên beşa ferhengê ya tirşikê ango turkcekurtcesozluk.comê ye.
berî niha di vê ferhengê de tenê 100 peyv fîlan hebûn, lê vaye me nêzikî 46.000 peyv lê zêde kirin û niha tê de 46.004 peyv hene.

li ser înternetê ferhengek jê mezintir tune di warê kurmancî-zazakî de. ser xêrê be.

bi vê gavê hejmara giştî ya peyvên di ferhengên tirşikê de jî bû: 438.247"

spas ji bo darînê daryo, xendekî, azadixwaz, bayesar, ferhenga şikestî, azadixwaz, berxweda û endazyar.



24.11.2017 21:52 ~21:57 | simurg56

28. Êdî Wergera biwêjên Tirkî jî dihewîne. Doh bi alîkarîya xendekî, ji 9.000 zêdetir biwêjên bi Tirkî lê hatin zêdekirin. Ji bo piraniya wan versiyona kurdî jî hatine dayîn.
Bi vê rojanekirina dawîn, ferhengên tirşikê niha nêzikî 445.000 peyv dihewîne.



15.10.2019 21:10 | simurg56

29. Ferhengeke e ku ez meraq dikim gelo em dikarin wek belgedanka Excellê daxînin. Ji bo projeyeke min a e-pirtûkên kurdî hewce ye. Gelo serokatiya tirşikê dikare bersivê min bide.



16.01.2020 10:23 | serfiraz hêvî

30. mixabin ji bo daxistinê girtî ye ji ber ku tê de kedek pir mezin heye.



16.01.2020 20:55 | simurg56

31. li gel ku jixwe ferhenga herî mezin ya kurdî ye, dîsa jî îro gelek mezintir bûye.

bi alîkarîya bayesar, nêzikî 50.000 peyv li ferhenga zazakî-tirkî hatin zêdekirin.
hejmara giştî ya hemû peyvan bû: 489,818.



22.03.2020 20:45 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa pirtûkan ya tirşikê
» ferhengên kurdî yên li appstorê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî