Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beşa ferhengê ya tirşikê - tirşik
beşa ferhengê ya tirşikê
(7) (0) (18)
di mijarê de bigere

21. li benda alîkariya tirşikvanan e.
em dixwazin ferhenga kurmancî-zazakî fireh bikin. armanca me ew e ku bi qasê 30-35 hezar peyvan lê zêde bikin. ji bo vê yekê alîkarî lazim e. kesên ku dixwazin/dikarin alîkarî bikin, dikarin xwe bigihînin min.
ez ê ji wan re peleke word'ê bişînim û ew ê jî vê pelê sererast bikin. weke mînak belkî 50 an jî 100 rûpelan fîlan.
ji kerema xwe re yên ku wê teqez bikarin bikin, bila xwe bigihînin. ger na, kar tevlîhevtir dibe û dereng dimîne.
li benda we me.



20.03.2017 20:49 | simurg56

22. Ez dixazim alîkariyê bidim lê ez zazakî nizanim.
eger ew nebe pirsgirêk wê demê +1



20.03.2017 21:31 | bûtîmar

23. ji bo ferhanga kurmancî-zazakî dikarim alîkarîyê bikim. lê min tam fehm nekir ku ev kar çawa dibe. gelo peyvên kurmancî tên û em wan werdigerînin zazakî? an go peyvên kurmancî û zazakî jixwe hatine nivîsandin em wan sererast dikin?

welhasil û kelam ferq nake. ez dikarim alîkarî bikim o. (:



20.03.2017 23:13 | endazyar

24. Agahî; bi saya keda bayesar bi qasê 8.000 peyv li ferhenga tirkî-zazakî hat zêdekirin.
(berî niha di wê ferhengê de jixwe tenê 170 peyv hebûn, ji bo ceribandinê.)
hejmara giştî ya hemû peyvan jî bû 392.105.
Spasî ji bo bayesar.



30.04.2017 09:48 ~09:50 | simurg56

25. ferhenga ku gellek caran ser lê didim û pêşniyar jî dikim.



30.04.2017 13:01 | gulêê

26. rojanekirin: 1000 peyvên bingehîn yên îngîlîzî, hatin wergerandin û li ferhenga îngîlîzî-kurdî hatin zêdekirin. ger ev peyv jixwe hebin, hatin rojanekirin.
dawîya dawîn, hejmara peyvan 300 zêde bû.



22.11.2017 21:04 | simurg56

27. ferhenga kurmancî zazakî/102702
"êdî yek ji ferhengên mezin yên beşa ferhengê ya tirşikê ango turkcekurtcesozluk.comê ye.
berî niha di vê ferhengê de tenê 100 peyv fîlan hebûn, lê vaye me nêzikî 46.000 peyv lê zêde kirin û niha tê de 46.004 peyv hene.

li ser înternetê ferhengek jê mezintir tune di warê kurmancî-zazakî de. ser xêrê be.

bi vê gavê hejmara giştî ya peyvên di ferhengên tirşikê de jî bû: 438.247"

spas ji bo darînê daryo, xendekî, azadixwaz, bayesar, ferhenga şikestî, azadixwaz, berxweda û endazyar.



24.11.2017 21:52 ~21:57 | simurg56

28. Êdî Wergera biwêjên Tirkî jî dihewîne. Doh bi alîkarîya xendekî, ji 9.000 zêdetir biwêjên bi Tirkî lê hatin zêdekirin. Ji bo piraniya wan versiyona kurdî jî hatine dayîn.
Bi vê rojanekirina dawîn, ferhengên tirşikê niha nêzikî 445.000 peyv dihewîne.



15.10.2019 21:10 | simurg56

29. Ferhengeke e ku ez meraq dikim gelo em dikarin wek belgedanka Excellê daxînin. Ji bo projeyeke min a e-pirtûkên kurdî hewce ye. Gelo serokatiya tirşikê dikare bersivê min bide.



16.01.2020 10:23 | serfiraz hêvî

30. mixabin ji bo daxistinê girtî ye ji ber ku tê de kedek pir mezin heye.



16.01.2020 20:55 | simurg56

31. li gel ku jixwe ferhenga herî mezin ya kurdî ye, dîsa jî îro gelek mezintir bûye.

bi alîkarîya bayesar, nêzikî 50.000 peyv li ferhenga zazakî-tirkî hatin zêdekirin.
hejmara giştî ya hemû peyvan bû: 489,818.



22.03.2020 20:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa pirtûkan ya tirşikê
» ferhengên farsî yên online
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî