Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
etarên ku dihatin gundan - tirşik
etarên ku dihatin gundan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema zarokatiyê de çerçiyek(etar) hatibû gundê me û li mala ciranê me de bona vêhesînê bûbû mevan..rojekek havînî û danê nîvro li pêşiya xênî li ber siya dareke li ser xilikek(xaliçe) rêxistî de etar dest bi nimêjê kirîbû, zarokên gund dorê wî kom bûbûn û bi çavên mereq tevgerên ku meriv dikir temaşa dikirin, pîra mazûbana malê wê çaxê çûbû nav bexçeyê... di nav me de yekî nîv dîn, me jê re "giliz"(gilêz) digot ku pozê wî her tim diherîkî, bi şivekî (çov) dirêj ve çû paş zilamê ku nimêj dikirî... di navbera nimêjê de dema merik xwar dibû, destên xwe diavetê jûniyê xwe giliz li paş merik de çovê hûte (daçikandin) qûne wî dikir û direvî..çend caran weha kir meriv nimêjê berda ket dû giliz da ku bigire lê şanekir (nikarî) xwe bigehinî wî... meriv çend caran hewl da ku nimêjê bike lê her tim giliz bi çovê çû paş merik û çovê qûne wî re çend caran daçikand..zarokên din jî bûyerê temaşa dikir û dema daçikandina çovê pîrqînî diket...axirî meriv nimêjê berda got "eşeloşek namazimi bozdun", "dola kerê te nimêja min xera kir"..hwd ket du giliz wî girt çend şeqam avetin bin guh, lê xist û berda...ew çerçiyek tirk bûbû lê bi avayekî seyr qasî ku firotina tiştan kurmancî deng dikir(axaftin)... wekî "bûhaya şakirê panç koxit e' bûhayê şekirê penç lira ye, digot..



09.01.2015 21:43 | havka

2. kêm caran dihatin gundê me, me jê re digotin çerçî, dema me didît ku etar hatiye, di navbera me û xwedê de bostek dima, me pere nîn bû, bi tenekeya geniman malên xwe difirotin, pere nîn bû lê axirê genimên me pirr bûn têra heft kamyon malên etaran dikirin, kalê min ê rehmetî digot ji we her yek tenekeyekê mafê we heye ha! etar bi pirranî di dema havînê de dihat û me çavên xwe li ber rêyên etarên dondirmefroş diheyiran, diqemirand, li dû dondirmayê jî coca cola hebû, ji ber ku li gund tunebû, di bajaran de 2 lître jî kêfa me nedianî cih lê ji ber tunebûniyê li gund ji me her yek bi qedehekê sermest û gêj dibûn, tê bîra min, ji ber ku di firtekê de venexwim, beriya colayê min av vedixwar, bi avê min tîna xwe dişkand û piştre min colayê vedixwar...

di gundê me de xweştirîn û kêfxweştirîn roj, hatina çerçî/etarê bû. .



09.01.2015 21:56 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» etarên ku dihatin gundan

Kategoriyên mijarê:: jiyan zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî