Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kesên ku hemû zaravayên kurdî dizanin - tirşik
kesên ku hemû zaravayên kurdî dizanin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nizanim kesên wusa heye yan tune ye. Bona Lêkolîna ziman û wêje gere hebe.



divê hikûmeta Herêma kurdistanê bona xebata ser ziman her sal wekî mînak dibêjim 20 heb meriv re burs bide û wan a bide xwendinê û bixebitîne ser zimanê kurdî.



Li bakurê de zazayên me ji xeynî zazakî piranî kurmancî jî dizanin. Li başurê de jî kurmanc him kurmancî him jî soranî dizanin. Ji wan a re hêsantir e ku ser vî karê bisekînin



10.01.2015 01:36 | mîr

2. Yekî wanîko hebe ezê wî deynim ser ser û çavê xwe.



10.01.2015 03:07 | seydayê_peyvan

3. Di Dema nêzdî de înşela ez bibim.



Heya niha min li xwe nade bi giranî li ser kurmancî. Lê nîyeta min heye ku ez dê gelêk xweş fêr bibim. Û heyan qedandinê zaningehê, yanî di navê 3 salê de ez dixwazim soranî jî hîn bibim.



Xora ez bi xo kird a, û kirdkî zana. wextê mi zafinî xebitîyayîşê kirdkî ser o şino.



Sewbîna qasêkê ez zana, goranî ser o pirtûk çin o. No semed ra kurdê vakur nêşenê goranî bander bibê.



10.01.2015 07:29 | endazyar

4. Bi qasî ez dizanim mihemed ronahî jî bi dimilkî, kurmancî û soranî dizane û belkî yên din jî.



Lê min jî xwe lê germ kiribû ji bo dimilkî. Min dest bi qursê kir. Li mamosteya me ya dersa zazakî/dimilkî piştî du sê hefteya dev ji qursê berda. Şûna wê yeka bi me re ders distand kete cihê wê. Îcar nivîsandina wê jî xelet bû nedikarî binivîse. Êdî ez jî jê sar bûn min nikarî dewam bikim. Di vî alîyî mamosteyên dersa dimilkî bidin jî kêm in. Yên baş dizanin xwe ber re nakin. Divê her hostayê dimilkî li cihna qursên dimilkî bidin.



10.01.2015 10:06 | xendekî

5. (bnr: dijber)



11.09.2015 23:59 | dijber

6. xalê hevalekî min çar zarava dizanî (zazakî, kurmancî, soranî, ya çaremîn nehat bîra min). hevalê min digot nivîskaran ji xalê min re pirtûkên xwe dişandin ku şaşî hebe sererast bike. wele dema qala wî dikir min digot xwezî ew bavê min bûya.



28.10.2020 17:44 | keyomerd

7. Gelek hevalên min ên rojhilatî herî hindik du sê zaravayên kurdî dizanibûn ji bilî wê zimanê îngilîzî û Farsî jî pirr baş dizanibûn. Tiştê tê xuyan li Îranê perwerdehiyeke gelek baş didin zarokan.
Mamosteyê min jî bi 3 zaravayan dizanibû lê ew ji xwe mamosteyê zimanê kurdî bû. Ji bilî wê mixabin heta niha min nedîtiye.



28.10.2020 18:11 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ji xwedê re nebawer
» hemûyan bixwîne
» zaravayên kurdî
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî