Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    altan tan - tirşik
    altan tan
    (19) (6) ecêb (0) (30)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskar û siyasetmedarê kurd.. di 11ê îlona 1958an de li êlihê xwudê daye.. lê bi eslê xwe ji mêrdînê ye malbata wî hê di sala 1840an de ji ber dozeka xwîndarî an mêrkuştinê gundê xwe bicih dihêle û li estel-midyad a navçeya mêrînê bicih dibe.. paşê bavpîrê altan tan hacı yusuf tan di sala 1948an de estelê jî bicih dihêle birrek ji malbatê diçe amedê û li wir bicih dibe û birrek ji malbatê jî bar dike stembol..

    Perwerdahiya xwe ya yekem û navîn li Amed'ê diqedîne. Di sala 1976'an de ji koleja maarîf ya amedê (bnr: diyarbakır maarif koleji), di sala 1981'an de jî ji Fakûlteya Avayî ya Akademiya Endezyariya Dewletê ya Enqere perwende dibe.

    Bavê wî bedii tan li girtîgeha amedê di encama cizaretê de tê kuştin. Di encama hewldanên Tan, kuştina bavê wî ya encama cizaretê tê îspatkirin û dîzdarê heyamê bi bernavk (leqep) gestapo bi 7 sal sizayê hebsê tê mehkûmkirin.

    Tan, di navbera salên 1984-85 an de alîkariya şaredarê keçîörenê melih gökcekê ku ji Partiya anavatanê bû dike, lê belê pişt re, heft û çarik meh şûn da dev ji vî karî berdide. Di sala 1987'an de beşdarê Partiya Refahê dibe, di partiyê da erka mufetîşê rojhelatabaşurê hildide ser milê xwe. Lê belê di hemû wext û mesaiya xwe ya di partiyê de pirranî helwestek muxalîf nîşan dide. Piştî tifaqa RP û MHP yê di hilbijartînên giştî yên 1991'an de ji vê partiyê jî vediqete. Pişt re bi ali bulaç, yalçın akdoğan û (Mehmet Metiner)î re du kovarên bi nav sözleşme û yeni zemin derdixe. Di tevgera aydin menderesî de erka Alîkariya Serokê Giştî werdigire. Di navbera salên 2000-2002an jî di hadepê de endamê dîwana partiyê dike û xebatên xwe yên siyasî dimeşÎne.

    Gelek hevpeyvîn û nivîsên Tan'î di serî da li kovar û rojnameyên bi nav girişim, yeni zemin, sözleşme, zaman, yeni Şafak, demokrasi û tarafê û di kovar û rojnameyên din da hatine weşandin. Niha jî di rojnameya Özgün duruşê de nivîskariyê dike. Ser mijarên pirsgirêka Kurd de xwedî analîz û agahiyên girîng e.

    Herwiha, endamê daîmî yê kongreya civaka demokratîk (KCD) e û di vî warî de rolekî girîng dilîze. Di heyamên dawîn nivîsên wî yên li ser pirsgireka Kurd de di rojname û kovarên muxtelîf de tên weşandin û belavkirin. Herî dawî, di hilbijartinên giştî yên 2011ê de bi piştgiriya bloka ked, demokrasî û azadiyê ji amedê wek parlementer hate destnîşankirin û hate hilbijartin. Tan, zewicî ye û bavê şeş zarokan e. Tan, zimanên kurdî, Îngîlîzî, erebî û tirkî dizane.



    2013.07.21-04:43 | endazer

    2. RASTTIRÎN Û RASTGOTIRÎN PARLEMENTERÊ PADÊ.. bersivek xweş Û QERRASE li darikekî tûj û birra pêçaye û xistiye qûna bilindê çavgilîzok.. ji bo bilindokê ku gotibû ''di rojeva me de perwerdehiya bi zimanê kurdî nîne û ji xwe ne mimkun e ku pê zimanê kurdî dersa fîzîk û kimya û nizanim çi bê dayîn heçiyê dixwaze bi kurdî van dersan bixwîne dikare here kuzey irakÊ yanî başûrê kurdistanê'' gotiye yên ku dixwazin ji çol û beyar û beyaban û stepên asyaya navîn bên û niştecihên ESLÎ Û ESASÎ YÊN VÊ XAKA QEDÎM BICIH BIHÊLIN Û BIQEWIRÎNIN XEWN Û XEYALAN DIBÎNIN Û EV XEWN Û XEYALÊN WAN JÎ WÊ LI WAN BIHERIME Û WÊ BIBE JEHR Û PÊMERIN Û WÊ DI GEWRIYA WAN ASÊ BIMÎNE..



    2013.09.19-04:31 | endazer

    3. ji bo hdpê gotiye çepa marjînal.. û dîsa gotiye wekê min gelek kesên di nav partiyê de bertek ji bo tifaqa bi partiyên çep yên tu tesîreka wan li ser xelkê tunîne re nîşan dane.. û dîsa gotiye pkk jî wekê dewleta tirk dixwaze diyaneta xwe ava bike, û lê zêde kiriye; eger bi rastî jî dixwazin konferansa îslamê çêbikin divê ji bo konferansê hüdapar û cemaeta fethullah gülen jî werin vexwendin..

    ceynika serê min ji hüdaparê diçe û cemaeta fethullah gülen jî di warê doza kurdistanê de ne cihê baweriyê ye.. lê di siyasetê de realîte tiştek e û ya îdeal tişteke din e..

    dema navê van herdu civak û cemaetan tê bilêvkirin di nav kurdên piçekî polîtîzêbûyî de çav li gelekan sor dibe zanim, û gelek kes bi argûmantên wek mane nevîçîçirkên hüdaparê bûn ku kurd li nava kolanên kurdistanê dikuştin an di hicreyên teng û tarî de didan ber îşkenceyê filan.. erê rast e lê mane dewleta tirk bû ku ev çendik û çend sal in bi hemû rê û rêbazan ji bo kurdan ji nav rake, ji bo kurdistanê talan bike têdikoşe.. lê îro em dibînin ku camêrên ku dilxwede berdevkiya siyaseta kurd dikin diçin bi serê atatürk sond dixwin, dibêjin alaya tirk ne tenê alaya tirkan e alaya me kurdan e jî, diçin eyda eskerên tirk pîroz dikin, diçin di cejnên dewletê de bi eskerên tirk re govendê digerînin, diçin nameyan ji faşîstên tirk re dinivîsin û di nameyên xwe de seb û şikayeta kurdên kurdistanxwaz dikin, radibin û rûdinin dibêjin em li dijî dewletbûnê ne û eger ji qûna me were em ê statûya li başûrê kurdistanê bi xwîn û xwêdana bi sedhezaran cangorî û pêşmergeyan hatiye bidestxistin jî hûr û hera bikin û tevî mîsaqê millî bikin, diçin bi îstîxbarata tirk re rûdinin, li ber derî û dergehê meclîsa tik digerin filan..

    yanî siyaseta kurd dikare bi deweta tirk ku hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava kiriye re dîyalogê deyne, mûzakereyan bike lê nikare bi birayên xwe yên din ên kurd ên meyla xwe berdayîn ser hizb û partînin din - eger riya van partiyan şaş û çelexwehrî jî be- biaxivin û diyalogê deynin û li ser daxwazên rewa yên kurd û kurdistanî siyaseteka hevpar birêve bibe..



    2013.10.24-03:06 | endazer

    4. Ne dikare ji kurdbûna xwe vegere ne dikare ji misilmantiya xwe vegere û nikare herduyan jî bigihîne hev lewra çeqlevîska dide vî alî û wî alî.



    2013.10.24-11:08 | gulan

    5. Di axaftfinên wî yên van rojan de çend gotinÊn tewş hebin jî, Kî çi dibêje bila bêje, kêfa min ji vî camêrî re tê.

    Axaftinê wî nêzîkî zimanê gel e. Siyasetvanên me, bi giştî, bi zimanekî giran û çepgir diaxivin û ti Kurd ji wana fam nake.

    Di mijara dîn de jî hin gotinên wî yên rast hene. Divê em Kurd jî êdî dînê xwe wekî amûreke siyasetê bi kar bînin. Ji tirk, ereb, fars û hwd re 'edet e, çima ji me re qebehet e?



    2013.10.24-13:52 | tolazek

    6. siyasetmedarê ku aniha li ser cnn turkê diaxive. axaftina xwe de dema behsa pêwistiya ji dolê rakirina "dewletên paralel" dikir, navê kckê jî hilda. û got divê hemû dewletên paralel werin rakirin.

    vê navê de, berî 10 rojan ji milê xwe yê rastê hatiye emeliyetkirin. derbasbûyî be.



    2014.01.01-22:07 | simurg56

    7. mirovekî bi qedr û qîmet û heftgurçik e.



    2014.01.01-22:13 | ceso

    8. siyasetmedarê ku şûna bêje bila kck jî ji holê bê rakirin, bila ew bi xwe, xwe ji holê rake.

    bes gotinên te yên tewşomewşo mrs altan. êdî toleransa min a ji bo te xelas dibe ..



    2014.01.01-22:13 | brusk56

    9. xweşsiyasetmedareke kurd e.. ji ber ku zane saziya ku wek kck tê zanîn ji bo ku sazî Û şaredariyên kurd têxe di bin dest û kontrola dewleta tirk de ji aliyê mit yanî teşkîlata îstîxbarata tirk ve hatiye damezrandin, dixwaze kck jî ligel dewleta paralel ya cemaeta fethullah gülen were tesfîyekirin..



    2014.01.01-22:30 | endazer

    10. kifş e ku li ser kurmancî dişixule, li gorî berê kurmanciya xwe gelekî bipêş xistiye.. di bernemeya bûyera îro de bi kurmanciyeke sivik û hêsan û herikbar derd û merema xwe der birriye.. û ji bo öcalan û helwesta wî ya li hemberî pratîk û siyaseta hikûmeta pdw-ê û serokê hikûmetê recep tayyip erdoğan gotiye: ''Divê em rewşa Ocalan fam bikin, ew girtî ye û tenê yek kilîta wî heye û ew jî di destê Erdogan de ye, ji ber vê yekê ew nikare li dijî hikûmet û Erdogan biaxife”



    2014.01.24-00:11 | endazer

    11. siyasetmedar e, lêkolîner e, nivîskar e, dîrokzan e, nîqaşker e û 'şehîr çoçuxî'ye (gedê bajêr*) xweş û resen dipeyive gava ku bi tirkî dipeyive- jixwe tim bi tirkî dipeyive- dikare hemû kurdên ku piçikek jî kurdbûn têde hebe bike li bin bandora xwe bêriya ku bibe parlamenter jixwe dihat nasîn her gav derdiket bernameyên siyasiyê û niqaşên xwe piçikek bi profesyonel piçikek jî devokî yanî bi awayekî zimanê xelk dipeyivî û qerrase dikirin kesên ku di dijî wî neyartiyê kurdan dikin de ji ber vê yekê kêfa miletê jê re dihat heta li vir pirsgirêk tune ye lê çareseriya ku ew difikire ne çareseriyeke kurdistanî ye ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya bi navê pirsgirêka kurd xwendibû jixwe pirrî tiştên wî ne li gorî min bû ne jî li gorî berjewendiya kurdistanê bû bi çavekî umetxwaz û capîtalîst nêzê pirsgirêkê dibûn wek mînak di cihekî de gotibû 'di vê sedsalê de êdî girîngiya fransizî jî hama bibêje nemaye di hemberê îngîlîzî de têk diçe dem dema entegrasyon û globalîzmê ye lewma zimanê kurdî pirr girîng nîn e êdî gava ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bên dayîn jî ji bo ku kurd jî ji dinê îzole nebin divê tirkî jî her dem bizanibin' sedî sed nayê bîra min lê kêm zêde wisa digotin.. yanî camêr dixwaze bibêje çi? dibêje ku kurdiya xwe jî hîn bibin lê zimanê we yê entelektuelî bila her tim bi tirkî be her gav di bin siya tirkiyê de bêhna xwe bidin.. na loo!!! hadê em bibêjin ku globalîzm heye û zimanekî bi tena serê xwe besî kes û civatê nake, wê demê çima bi tirkî? wê demê ez jî herim îngîlîzî hîn bibim qene mineta me ji hev tune ye.. girîngbûna zimên, girêdayî zimên nîn e. ew neteweya ku ji xwe re zimanekî bijartiye çi qas bi pêş be zimanê wê jî ewqas girîng dibe di rojhilata navîn de kurd çiqas bi pêş bikevin ziman jî ewqas bi pêş dikeve û girîng dibe belkî ji we re piçikek xeyalî were lê eger ku ez nikaribim xwe ji globalîzmê îzole bikim ez ê ji nava globalîzmê re bi rengê xwe hewl bidim ku giraniya xwe jî pê re bibim ne wek xulam û ne jî ji neçariya xwe razî!



    2014.01.24-02:51 | ferhenga şikestî

    12. wekîlê kurd ê bi rastî jî wekîlî û temsîliyeta hesasiyet û hîsîyatên gelê kurd û gelên kurdstanê dike ye..

    di axaftina xwe ya vê dawiyê ya di meclîsa tirk de mesele aniye ser metnên deşîfrekirî yên qeydên axaftinên telefonên mûteahîdên nêzikî hikûmeta akpê ku bi destpê parlementerên chpê li meclîsê hatibûn belavkirin.. di axatina xwe de balê dikişîne ser axaftina di navbera mehmet cengiz û hayredin özaltın ku di nav axaftina xwe de çêr û sixêvên faşîzane dikin kurdan û dibêje evan mûteahîdan gelek îhaleyên li bakurê kurdistanê û yên li başûrê kurdistanê standine, nanê kurdan dixwin û dijûn û heqaretê li kurdan dikin..

    bang li recep tayyip erdoğan û mesûd barzanî dike û dibêje, bila îhaleyên ku ji bo van herdu mûteahîdan hatine spartin werin betalkirin û bila nehêle ku nan ji ax û xaka kurdistanê bixwin..

    berî çend hefteyan jî dîsa li ser kursiyê meclîsa tirk digot çi îşê mûteahîdê ehlê rîzeyê li wanê heye? demekî dema ku ez şîrketeka gaza xwezayî de dişixulîm, me îhaleya çêkirina tesîsata gaza xwezayî ya xaniyên ku tokiyê jibo mexdûrên erdhêja wanê dabûn çêkirin girtibû ser milê xwe.. mûteahîdê hemû tokiyên li wanê yên ji bo mexdûrên erdhêja wanê dihatine çêkirin yekî rîzeyî bû..

    neyse tu hêviya min ji teyyîbê sergolik tunîne ji xwe lê hêvî dikim ku mesûd barzanî guh bide van tembî û tewsiyeyên altan tan û van mûteahîdên nankor û bênanûxwê ji kurdistanê biqewirîne..



    lînka nûçeyê: http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/binrin-ji-kurdan-re-ci-dibjin-h5552.html



    2014.02.19-15:17 | endazer

    13. li gorî nûçeyeka basnewsê, di beyaneka xwe de gotiye bdp û kcd dixwaze bal û dîqeta xelkê bixelitîne, çend kes û kûs bi ser navê kcdê bi derew û neweyiyan xelkê dikişînin kolan û meydanan, û ev saleke serok û rêveberên kcdê bi Înisiyatîfa xwe tu îş û emel nekirine

    bi kurt û kurmancî dibêje protestoyên ku bi kampanyaya #hevseldekatliamvar li ser twitterê jî tê birêvebirin manîpûlasyonek e, dibêje linav baxçeyên hewselê bi xwe de tu plan û projeyeka Îmar û înşaatê tunîne, dibêje eger bdp û kcd û siyaseta kurd ya li bakurê kurdistane ya pêgirî pkkê dixwaze balê bikişîne ser talana coxrafya û ekolojiya diyarbekirê, bipirse bê kî çawa izna îmarê daye Înşaata li ser kırklar dağı-yê, kî izna îmarê daye înşaata nexweşxaneya universal-almanê ku li ser qada ku şêx seîd û hevalên xwe lê hatibûn sêdarkirin, kî izna derxistina quma li nav baxçeyên hewselê yên li ber qeraxê çemê dîcleyê da şîrketan bi egera çêkirna çewlîka masiyan?? http://goo.gl/fW6p48



    2014.03.03-16:05 | endazer

    14. mîna barana havînê çarî di cîhê kî de derdê û rojevê li nava hevdu dixê .temam kekê min tu di daxuyaniya xweda mafdarî lê hata roja îro tu li kudere bû gelo?êdî çê û xirab cîvak li xwediyê baxê hevselê derketiye tu jî alîkarî bide û paşê jî wan pirsgirikê din jî bîne ziman.ji ber wî yekî ew gotinê wî yen dawî jidil nabînim.



    2014.03.03-21:34 | newenda

    15. sîyasetmedarê ku li çapemeniyê rexneyên tûj li ser bdpê û hdpê dike. bawer dikim ku di nav partiyê de rexneyên tûjtir jî dike. hêviya min tine ku careke din bibe namzet lê belê gelekî kêfa min jê re tê û dixwazim her û daîm di nav partiyê de bimîne.



    2014.04.24-19:53 | oxir

    16. di bdpê de dengê û rengê herî resen û serbixwe ye. ez ji samimiyeta wî bawer dikim. loma, bi ya min ger partiyek ava bike wê hinek zorê bide bdpê. heq jî dike. ew jî dike, bdp jî.



    2014.04.24-21:27 | simurg56

    17. siyasetmedarê ku ez bawer im beşdarê hdp'yê nebe. jixwe cara ewil jî ji vê projeya ehmeqane nerazî bû her gav bi lêv dikir. dema ku daxuyanî an jî gotinên wî dixwînim dilê min rehet dibe. çendîn ku bi ya wî nefikirim jî, di nava siyasetmedarên me de herî rastgo û serbixwe ew e.



    2014.04.24-23:47 | ferhenga şikestî

    18. siyasetmedarê ku bi ya min wê dev ji tevgera azadiyê bernede û tevlî hdpê bibe. ji hdpê re pêwîst e.



    2014.04.25-00:16 | brusk56

    19. ger înîsiyatîfa azadî bibe parti, dixwazim veke mirovek heja altan tan jÎ tewlÊ wÊ partiyÊ bibe.



    2014.04.25-00:33 | cinorek

    20. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.25-02:22 | derqami