39. yê ku hebûna wî tu tişt li me zêde nekir û çûyîna wî jî wê tu tiştî li me nede wenda kirin. |
|
05.04.2015 09:41 ~09:43 |
brusk56
|
40. dema ku em dibêjin bi şeref vîn û îradeya we ya azad û serbixwe nîn e, hûn hişaza û têgihîştî nîn in, ji ber van gotinan gelek sempatîzokên me yên nûgihîştî, xwe dînomîno dikin, dîn û har dibin. ji dêvla ku jargon û argumantên nû peyda bikin û me bi retorîkên xwe yên tekuz bidin ber şerman, dîsa mîna band û plaqeke xirakirî, dubare, sêbare û dehbare heman tiştên riziyayî tînin li ber însanan. êdî dilê min ji tezên we dixele. |
|
05.04.2015 11:02 ~11:07 |
ferhenga şikestî
|
41. parlamenterekbaş bû. di gûftûgoyên li tvyan de, dikariya bersiva herkesî bide û argûmanên wan wan têk bibe. ji ber vê yekê ji bo partiyê, kesek pêwist bû. hê jî pêwist e. |
|
05.04.2015 11:19 |
simurg56
|
42. Mebûsê hdpê yê ku li gor gotegotan hdpê wî dîsa kiriye namzet. Eger ku rast be ev şerê çend rojê ku di nav tirşikvanan de diqewime wê li hewa bimîne. De hadê çavê we ronî bû. Niha daxuyaniyekî resmî tune lê bi Îhtîmalek mazin rast e. Ka em ê binêrin wê çi xeber derkevin |
|
06.04.2015 22:11 ~22:12 |
ceso
|
43. li gor gotegotan û ji kesên nêzî wî wê dîsa ji hdpê bibe namzet û dijberên tevgerê û hdpê yên ku va çend roj bû xwe ji ber altan tan didirandin ka wê li ser vê çi bêjin. de hadê vêca va altan tan jî bû namzet de vêca hûn ji bavê xwe ne hûn nadin hdpê. |
|
07.04.2015 01:26 |
xendekî
|
44. Ser xêrê be. Dîsa bûye namzet tew ji amedê. ev biryar pir kêfa min anî. Ji bo hdpê dengek jî dengek e. |
|
07.04.2015 12:42 ~12:42 |
ceso
|
45. bi qasê xuya dike berxwedana piştgirên altan tan biserketiye, di vê berxwedanê de dilê hinekan ma, hinek li ber lingan çûn, lê altan tan mûyeser bû. îcar niha dema ji nû ve avakirina altan tan e. |
|
07.04.2015 12:48 |
xwînhingivîn
|
46. bi rastî altan tan kesekî hêja ye. ji ber ku di şexsiyeta xwe de kurdan temsîl dike. tiştekî cuda di navbera nêrîna gel û nêrîna wî de tune ye. ser xêrê bê. |
|
07.04.2015 13:17 |
malmirato
|
47. Ji ber ku dizane cardin bi reyên apociyan nikare (ji xwe pê yên din qet nikare) bibe wekîl serê vî kerî bikim ku ew dîsa wekî namzet bê nişandan û bibe wekîl dê rexneyên dijwartir bike. |
|
07.04.2015 13:38 |
bijêrvan
|
48. êdî tirşik li ser siyaseta kurdistanê bi tesîr e. ew tiştek xweş e. |
|
07.04.2015 18:25 |
cinorek
|
49. nîşaneya bandora tirşikê li ser siyaseta kurdistanê ye. ma ne wisa buya di deqeyên dawî de çima wê guherîneke wisa giring pêk bihata. dêmek hdp giringiyeke mezin dide reya endazer. |
|
07.04.2015 19:31 |
azadixwaz
|
50. altan abê li amedê di rêza pêncemîn de ku îhtîmala hilbijartina wî teqeze weke namzed hate nîşan dan.Yanî dema bê jî parlementerê amedê ye. |
|
08.04.2015 01:03 |
seydayê_peyvan
|
51. Mirovek kesayetiya xwe tenê bi awakî partiyek dihesibîne û wilo nîşan dide. Ango rêxistinî tevnagere û Gora serê xwe diçe . lê mirovek jêhat e.. |
|
08.04.2015 10:40 |
ozjan xwenas
|
52. aniha li ser cnn turkê diaxive. |
|
07.05.2015 22:38 |
simurg56
|
53. endamê hadepêye merivek bi şerefe. |
|
07.05.2015 23:37 ~23:38 |
shorbevan
|
54. parlementereke hdpê yê amedê. gorî şandiyeke li ser facebookê gotiye; ey tirkêji bo kurdan dibêje zuriyeta ermeniyan, wextê hhun hatîn anatoliyayê hun bê pirç û çav-kişandî(?) bun, qet we li neynikê nenêriye? ka kî zuriyeta ermeniyan e? |
|
03.09.2015 00:17 ~00:26 |
azadixwaz
|
55. (bnr: here lînkê) |
|
03.09.2015 00:19 |
shorbevan
|
56. min ne bawer e tiştekî wiha pûç bêje... |
|
03.09.2015 00:24 |
ferhenga şikestî
|
57. ê ku wextê di tirşikêde mijara wî tê vekirin li alê rastê di belki ev jî bala te bikişîninde tansu çiller derdikeve ye. ez li ser fikirim ka çi tiştên wan dişibin hev. ji xeynî "tan"ên wan lamên wan jî dişibin hev ha. tirşiko! te ez kenandim bila xwedê jî te bikenîne. |
|
03.09.2015 00:30 |
azadixwaz
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |