58. wekîlê hdp'ê ye, lê carinan rê ya xwe şaş dike û mirov dibêje gelo dijî hdp'ê siyasetê dimeşîne. |
|
10.11.2015 10:40 |
nazim tolhildan
|
59. yê ku carinan gotinên berevajî dide, yên dijî hdpê an jî pkkê. |
|
10.11.2015 13:52 |
brusk56
|
60. misilmanekî muhafezekar û ji ber vê jî qurbana nakokiyên navbera îslamê û têkoşîna neteweyî |
|
10.11.2015 17:04 |
hola êzîda
|
61. li gor van nûçeyên dawî piştgirî daye weqfa ensar. di siya wî de oda tv sernûçeyeke wiha nivîsand: "hdp ensar vakfına sahip çıktı". yanê hdp ji weqfa ensarê xwedî derket. bi tevgerên xwe ve hdp'ê jî di bin tometê de dihêle. ev çend mehîn kurdistan dişewite, keç û xortên wê tên kuştin, navçe û bajarên wê tên xera kirin, bi zorê tên koç kirin. lê min hê nedît ku altan tan jî wek hevalên xwe yên wekîl çûye kurdistanê û ligel mirinê bedena xwe ji bo kurdîstanê, ji bo keç û xortên wê sîper kiriye. dîsa dibêjim, altan tan feydê zêdetir zirarê dide hdp'ê. |
|
08.04.2016 12:38 |
nazim tolhildan
|
62. wekîlê hdp'ê ê porê xwe şeh dike, taxima xwe li xwe dike û li korîdorên meclîsa tirk digere ye. carinan di televîzyonên tirkan ên herî zêde tên temaşekirin de axaftinên pir bi bandor û biheraret dike û çepikan distîne. |
|
08.04.2016 12:52 |
nazim tolhildan
|
63. van rojan dîsa dest bi rexneya partiya xwe kiriye û gotiye ger rewşa şer wisa dewam bike, pêdivî pê heye ku kurd partiyek nû ava bikin. ango dibêje hdp di vê pêvajoyê de ne kêrhatî ye. û gotiye ji ber vê yekê "hdp li ber duriyanekê ye" |
|
14.06.2016 09:38 ~09:41 |
simurg56
|
64. haya vê mêrikê ji polîtîkayên dînperestan tune ye ma her carê qala tamarên îslamê ya kurdan dike. ew jî dizane ku tiştên ew dibêje xeyal e. erê kurd misilman in, lê ev di jiyanê de tesîrî polîtîkayê nake. hema ew dixwaze xeyala xwe bike rastî, lê belê demîrtaş xweş gotiye: |
|
14.06.2016 18:27 |
biruya hayao miyazaki
|
65. Helwesta altan tan di esasê xwe de tam li gor formata fikra hdp ye. Binêrin jîyana Azad, welatek hevpar, welatek adîl, welatek ku mafê herkesê di cih de. Ev ji daxuyanîyên altan tan e. Li gor tan hdp şûna ku di nav kesên dîndar û seküler de bêalî bimîne helwesta xwe ber bi kesên seküler ve meşand, dîsa li gor tan hdp zêdetir nêzî kemalîsta, tirkên spî û çepa tirka dibu û ev yek jî dilê kurdîstanîyan û dilê dîndaran dihêla. Mînak hdp piştî hilbijartinan anketek çêkiribu da ku bizanibe ka hilbijêrên hdp kîjan fikrêne ka gelo dîndar zehf in an jî seküler zehfin ka hilbijêr kurdîstanîne an jî tirkîyeyî ne. Ka serxwebùnê dixwazin an jî xweserî, federasyon, mafên biçûk hwd. Hasilî encama anketê dîyar Bu ku zêdetirê hilbijêran dîndarin, kurdîstanîne û naxwazin şerê çekdarî berdewam bike. Lê li gor altan tan şûna ku hdp li ser gotina xwe bimîne anjî li gor hilbijêrên xwe tevbigere beravajîyê vî rewşê hdp her tim hewlda ku xwe ber çavê tirkan û kesên seküler şîrîn bike û hdp nikarî heya bo şerê çekdarî bo hendekan jî bibe asteng hetta şùna ku bibe asteng daxuyanîyên wek 'berxwedan a sur ê, berxwedan a cizîr ê' hecetek dida me'neyek dida ji bo kolana hendekan. Aha birê min gazindên altan tan ji vî Bu. Êdî herkes li Ser fikra xwe ye... |
|
14.06.2016 19:06 ~19:12 |
azad30
|
66. Altan tan ji alîkîde mafdare, hdp û akp divê biguherin madem kurmê wan ji wan naçe û hdp ulus dewleta naxwaze, kurdîstanê diavêjin çopê daxwaziya biratiya tirka dikin û ji bû vê biratiyê tên kuştin li cihê bereday filan û bêvan.. hûn tiştekî wiha dixwazin altan tan dibêje em qadroya xwe biguherînin an bihinek kesên din bidomînin/ji nûve dest pê bikin..... xuyaye dîsa dewletê û pkkê di binîde lihevkirine werhasil herdû jî bi dev û dirana jê nafilitin Altan jî dibêje divê em biguherin.... Xwedê bela me,xwe û wan tev daye |
|
14.06.2016 23:53 |
shorbevan
|
67. wekîlê kurd ku ger ne di nav hdpê de bûya, heta niha ji aliyê rêxistinê ve teqez weke xayîn hatibû îlankirin. lê ji ber ku nav partiyê de ye, kes nikare wisa bike. |
|
21.06.2016 22:31 |
simurg56
|
68. siyasetmedarê ku ne dikare di hdp'ê de bimîne û ne dikare tê de nemîne jî. ew bi xwe jî nizane ew tevî kî bibe. di nav miletê kurd de şerekî navbera îslamîst/muhafezekarî û sekûlerîzmê heye. ev şer şerê dawî ya kurda ye piştî şerê dagirkeran. Altan jî di navbera xelîlê kurd û celîlê kurd de maye. |
|
21.06.2016 23:17 |
hola êzîda
|
69. di hemû mijarande wekî Wekîlên hdpê yên din nafikire/ava wan di cihekîde naçe lê timî baş difikire |
|
22.06.2016 01:17 |
shorbevan
|
70. Mirovê ku îda hew pêjina wî tê. |
|
26.01.2020 20:17 |
gumgumok
|
71. nêrînên wî yên li ser oldaran balkêşin, |
|
08.04.2020 23:49 |
afa
|
72. siyasetmedarek îslamîst e. tu nirxek kurdistanî li gel wî nîne. Ew tenê burjuva ye, li gor berjewendîyên burjuvazîya kurd û îdeala sazkirina şerîeta îslamê siyaset dike. Li vê derê ji bo wî gelek rengdêr hatine nivîsîn mîna lêkolîner û nivîskar û nizam çi, lê ji demagogek pê ve tir ew ne tiştek e. tu berhemek wî biqîmet, kedek kurdistanî nîne. Pirtûka wî ya bi navê "kürt sorunu" min hêj di nûciwanîya xwe de xwendbû, bi zanîn û feraseta xwe ya hingê min xebata wî lewaz û beredayî dît bû. Lewra tiştên jixwe min ji mêj ve dizanî nivîsîbû û tu tehlîlên maddî-civakî nekirbû, ji xwendevan re perspektîfek pêşkêş nekirbû, helwestek dij-dagirker beyan nekirbû. |
|
09.04.2020 00:56 |
hespêsor
|
73. Derbarê vî mîjarê de wek @hespêsor difikirim.Tişta ku dixwazim lê zêdebikim ev e ku divê êdî kurd raste rast helwest û daxwazên xwe li ser cihêbûn û cudabûnê de bikin.Bi hevre jiyîn dereweke ku kurdên nezan pê bawerke ye.Belê baş e ku ev kes navdar e û tiştek baş e ku ev tişt anîne zimên.Ya baştirîn jî derbarê rastiya pkk û guhertina armanca wî de.Ji bo ku gelek kes jê hez neke jî wê veke bixwîne. |
|
09.04.2020 03:41 ~03:48 |
brzn
|
74. torî ye. |
|
07.05.2020 23:01 |
cinorek
|
75. dayîk tirk , bav kurd , bapîr ereb e. |
|
07.05.2020 23:10 |
brzn
|
76. li ser independentturkish.com dinivisîne, vî çendî ew malper li tirkiyê hatiye qedexekirin ji ber gengeşeyên bi suûdî re. vêga malper biye Here lînkê lê mixabin hê jî tenê bi alîkariya vpn ê meriv dikare têkevê. |
|
08.05.2020 00:40 ~00:41 |
afa
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |