1. maneya wê Maçkirin, ramûsandin e, li herêma serhedê de tê gotin. |
|
10.01.2015 19:33 |
mîr
|
2. ji ber ku masdar e divê pêkve bête nivîsîn. |
|
10.01.2015 19:41 |
terkexem
|
3. ji aliyê sînemilîyê jî paçkirinê dikartinîn.. gotina ramûsanê cara yekemîn li diyarbekîrê di minîbûse de di nav axaftinek yekî de wekî "destên tê radimûsim".. bihistîbûm.. |
|
10.01.2015 19:55 |
havka
|
4. di gtinên strana sewê de cih digire, cara ewil dema min stran ji dengê hozan diyar guhdarî kir, min di ber xwe de digot çi dibêje yaw, pancika çi halê çi, çi eleqe? pancik li cem me qerpal an cilên qetiyayî yên ji bo paqij,yê tên bikaranîn.. hema tenê paçkirin bûya dîsa mirov dikare îdare bike li gor konteksta hevokê tiştinan jê derxe, lê de û sê car çi ye ulan? dema min zanî ku li devera mereşê ji bo sêzdehê dibêjin deh û sê (wek dewsê bilêv dikin) min di dilê xwe de got ya rebbî ev çi çeleb kurmancî ye te li serê me kirî bela? * |
|
10.01.2015 20:18 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
5. edît: mijar hat sererastkirin |
|
10.01.2015 20:28 |
ferhenga şikestî
|
6. li cizîrê dema yek yekî bi awayke şehewî maç dike, jê re dibêjin mirçênî jê anî, dengê ku ji ber maçkirinê çêdibe mirç e ne maç an paç e.. |
|
10.01.2015 20:32 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
7. (bnr: bajarên herî seksî yên kurdistanê) * |
|
10.01.2015 20:39 |
ferhenga şikestî
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |