Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
peyvên herêmî - tirşik
peyvên herêmî
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

20.

hur, jinan re hurrê, meran re hurro, yê tim tûreyî, tim hers tevdigerî, bê feraset…weke, hurrê çima tim bar bar dikî..



vîj vîj kirin bi tirkî *dir dir etmek* vîjo an vijê ;yên ku tim vîj vîjê dikin e

darivîn: dakirin, nisilîn, dapalîn

bi henekî yen ku qelew re dibêjin hindik bixwe ku tu hinekî darive, ku lawaz bibe

qirş : qirniyê mihan, bizinan

weke di nava dijûnan de, qirşê qunê pêz…qirşê...

ximîn bi girani kelîn, dema yên ku tim bi hers xwe bi xwe diaxfin re çi dixime dixime dibêjin… xwe bi xwe tim dixime marûmo ( mahrumo)…



picê, picik; golikên biçûk re dibêjin..



(herêm; eşîr: baliyan-atmiyan , meletî, mereş)



18.07.2014 17:48 ~2016.07.15 01:15 | havka

21. ew peyvên ji gundên qaşan in ku min di malpera wan a jêr lînk dayî de wergirt.

http://gundiqasan.tr.gg/________KOYUN-DILI-HAKKINDA.htm

gundek ji wan cîranê gundê min e ...devoka me mîna hev e lê hîn peyvên ku min nivîsî di malpera wan de heye, hîn peyvên ku min nivîsî di malpera wan de tune. hema hemû peyvên ku di malpera wan hatiye rave kirin li gundê min de jî dikartînin..wateyên peyvên jêrî ku min nivîsandî, nizanim ....pir pir fikirîm lê di derheqa peyvên jêrî de tu tişt nehat bîra min mixabin.. an ez ji yekî bipirsim an jî hevîdarim ku rojeke yekî ji gundên qaşanî were li vir û peyvên jerî bi minakan ve rave bike.

peyvên ku wate an jî bikaranîne nizanim ev in.

êrnok: rezîl, bêfihêt

qalmiz: mizek

gêçe: hêl, alî

zirçîkê: bi tirkî "den berî"

fîllur, kakul: sol,pelav ( dibe ku hîn cureyên solên bin)

qelê, qelê kirin: bi tîrkî söbelemek e

zêrze: koz, kilît

dwêl: zarok, zar, mindal

malik: lîstika malbat pirsîne

geladex: lîstîka penc keviran ve lîstin e..

gilçin: di heriyê de lîstika ço daçikandî ye...

tîtirman: bi tirkî firildak

kelexwuh: xwîdanê stresê ku daketin

maris: zexel, tembel

cure, curik: siska, lawaz, biçûk

cêwik: berî, bi tirkî cep

teneşîr: xwarinek ku bi şîr, savar û birincê çêdikin...

tepleme: nanê qalind an stur e..



19.08.2014 01:14 ~2016.01.03 19:01 | havka

22. mizê sê, mizzik sê: dijûnek e, bi tirkî "ît îdrari" ye lê di nav xeweran de dikartînîn

bilin: da bilin an da êrmîş bin bikevin rê. an jî herin e,

da bil =da here.

cagad: di nava malan de evrazên biçûk in, weke cagadê tenya xaniya me û malê îbromî çûk ( biçûk)

malê li ber manan .. bavê bavê min î rehmetî pir dikartînî. malê ku tim li ber mana ne. mana bi tirkî bahane ye. malên ku tim bi tim li ber manane ji karan direvin e, kar nekin e.

dil baz girt: pir şabûn.. dilê te baz girt an tu pir bi şa bû. ez ketim lingê min xiş bû ( şikandin) da dilê te baz girt tu pir şa bû..

lavo bûn: bi tirkî mîna oyalanmak e, lavo dibin lavo dibin, nivro tên zeviyê edî dibêjin emê bişûxulin .

hêrem: atmiyan-baliyan tevhev



19.08.2014 01:17 ~2016.01.03 18:57 | havka

23. li malparê şekakiyan de nêzikî 65 peyv nivîsinê û wekî bêjeyên ferhenga şekakiyan rave kirine...ji ber hînbûna hin peyvên nû ve, gelekî keyfxeş bûm..

http://sekakan.wordpress.com/ferhenge-sekaki-savak-sozlugu/

devoka kurmanciya şekakiyan wekî zaravayê kurmancî hatiye gotin lê şekakî dibe ku devokek kurmancî be, ne zarava.. ji bilî çend peyvên ku cara yekemin li wir dibinîm, weke devoka şekakî hatiye nasandin, gelekan wan bêjeyan qasî ku dizanim ji aliyê me baliyan û atmiyan, kosiyan, qaşan, gelleriyan, rişvan..hwd hemû kurmancên herêmê ve dikartînin..ku raveka hinekan de bi min kemasî heye û dibe bi mînakan ve were rave kirin..



-çekçekû; çekirge. Bu kelime Şavak ve Malatya-Maraş yöresi Kurmancisine özgüdür. Standart Kürtçe (Kurmanci) de “çekirge” için “kulî” kelimesi kullanılıyor, hatiye gotin..

çakçakû jî bilêvdikin cureyek kulî ye, kulî navekî gelemperî ye çend cureyên wan henin navek din hebû anha mixabin nayê bîra min..

-"glêle: hortum (bi kurmancî ‘bablîsok’) hatiye gotin

di ferhenga îzolî de ev peyv heye. weke ba me bablîsok nabêjin "gilêla" dibêjin..



-"cinnorek : bir nevi masal, güney kurmancisinde ki karşılığı ‘çirok’ olan kelime" hatiye gotin

ku di devoka me de "çevronik" dibêjin..şewaz hinek cuda ye ev jî tiştekî asayî ye..



-theyr: dolu (bi kurmancî ‘zîpik’ yan ‘gijlok’) hatiye gotin...

bi kurmancî teyrok jî dibêjin



-xîrnik : sümük (katılaşmış)

peyva ku li ba me pir tê bikaranîn, lîçika hişkbûyî û zeliqiye re xîrnîk jî dibêjin,,



-buhşi (bûxşi): testere . Aslı buhçi olan Türkçe kökenli bir kelime.

dibe ku bûşqî ya kurmancî bibe buhçî...



-şujîk: yoğurt veya peynir suyu

şûji jî dibêjin ku şûjî vexwarin li gurçikan re pir baş tê....



pivok: güzün habercisi yayla çiçeği

bi tirkî çîgdem dibêjin..



ıspıng: Şavaklıların Türkçe ‘yemlik otu’ denilen pişirilmeden yenen ot için kullandıkları isimdir. Tuzlanıp yenir. Bahar mevsiminde baharlık yaylalarda yetişir

spinga kurdî ye ba me siping dibêjin



gû berdan: (kulak salmak): bir Şavak deyimidir. Tembelleşmiş, mızışmış kişiler için kullanılır.

-guh berdan, dema nîvro mîh serê xwe berdidin erdê û gûhên wan dikeve jer.. weke çomo merivek tim guh berdayî bû..



kovik: …

bi tirkî saf saftirik re dibêjin.. ser kovik



kurînk: (su veya saman) oluk

wekî kurink bilêv dikin jî



tirş :ekşi, tırş, ayrıca bozulmuş kokular ve tatlar için de kullanılır..

weke mast tirş bûyê, mast xera buyê lê dîsa tê xwarin..

...hwd



11.11.2014 23:36 | havka

25. tu zik merivan de nemîne

dema ku yek pir kenî dibêjin..rewşa dema ku yek pir kenî tu zik jê re nema ye ..ji ber ku meriv pir dikene..belkî zikopişto'ya herêmî ye...wate bi tirkî yekser "gulmekten hîç karnim kalmadi" ye ..lê nabe..

mînak: wî guhdar bikin ji kenan tu zik merivan de namîne...

dema qalê tiştên hatî serê xwe dike ji kenan tu zik merivan de namîne..



oxo (n)

wekî sawerek e û bixwe heyinek xeyalî ye bo tirsandina zarokan dikartînin..dema zarokatiyê digotin nanê xwe bixwin, baqil bibin ku we weha nekir emê vê bidin oxoyê..oxo hat ê we bibe ho! em ji oxoyê pir ditirsîn..di şevan derdiket û di tariyê de di nav daran, zeviyan de xwe vedişart wekî merivek rû tarî tê bîra min..



qollo (rgd)

di nav dijûnan de dibêjin..yên qelew, bi goşt û hinek aqilkem, beserek re dibêjin..

mînak: min tu qurban golikê kiriyo, qolloyê malê hesî kerre, tim li ber ramedîn e..



bûkî kirin

sû ketin, xeyîdîn bi tirkî kusmek konuşmamak..ji rewşa bûkan pêk hatiye..çawa neketiye hin ferhengan şaş dimînim...

dema ku yek yekî re deng nekirî, neaxifî, sû hatî dibêjin bûkiyê dike..

mînak: tu çima ji min re bûkiyê dikî, min ji te re çi gotiye..

ji birayê xwe re bûkiye meke, ev birayê te ye..



çav pusik

cihê çavşujin re çav pusik jî dibêjin.. belkî bi bandora tirkî ji gotina puslu gozlerê be nizanim..

mînak: lawikek çav pusik, kur şûtik û rindik...



gihayê çiyayê an jî çayê çiyayê: gihayek ku demsala payîzê kom dikin û di çaydankê de dikelînin e..nola çayê vedixwin, an jî bi çayê reş re tev hev dikin, renga çayê zer û tam pir xweş e..yên ku ho bûyî nikare çayê reş vexwe..li aliya meletiyê mereşê li gir, gaz û çiyayan de gihayek ku u xwe xwe heşin(şîn) dibe ye..



paşînî: cihê roja şemiyê dibêjin ku heta îro min digot nivîskî jî wîsa ye.. li cem yekî min bi kar anî got paşînî çi ye..ji bona roja şemî , cumartesi ya tirkî, dibêjin..

herêm: baliyan/atmiyan



06.01.2015 00:38 | havka

26. (bnr: gulomiçkanê)



06.01.2015 02:03 | vêca çiyeeee

27. serpas ramedîn:

servekirî ramedîn.. dema mirov raketî tu tişt navetî serê xwe dibêjin serpas ramediye..

serpas ramemede tiştekî bavêjî ser xwe ku tu nexweş nebî..





pêç kirin:

çir kir an jî ya rast çi kirin ne..

mînak: ez kurikên( gore) xwe digerime lê min nedît te kurik pêç kir?

te kilîta derî pêç kir?ez digerim li tu deran nebinîm..

te işlîga min pêç kir?



taliya xerab;

siûda xerab bi tirkî kotu şans..

dema taliya xerab li ser merivan de hat, tiştên nebaş tê serê mîrov..



şîrê mihan heta firicî tûyan

di navbera ji zayîna mîhan û şîr de hişk bûnê wext ne pir e..an ji mîh şîr de zû hişk dibin.. firicî tuyan ango zerbûna tuyan pir wextê negire.. ji kulîlk vekirin û bûyina tuyan de tenê çend meh hene..ji ber vê yekê gotine.. firicî çi ye nizanim...dibe ku zerbûna tuyan bibe..

şîrê mîhan heta zerbûna tûyan..





atmiyan/baliyan



18.01.2015 06:44 ~2016.01.03 18:12 | havka

28. Tilifîn

Tilifandin, biriqandin

Biriqîn, bi tirkî parlamak

Mînak:

Hingiv di şûşeyê de rijiyê çente milomat bûye, min paş(paqij) kir lê dîsa şûna rijî ditilife…

Porê ta ji bar gamorê ditilife..

Porê te ji ber gemarê ditilife…



Day

Koma çiloyên hişk ên daran ku Li zivistanê bona didin heywanan..

Berê di nav daristanan de ji bona zivistanê bidin qullakan ( bizin, mîh..hwd) an terkan( mangê, golik..hwd) çiloyên darên maziyê top dikirne û bi lingan pê dikirne pê dikirne dikirine kom... ku li zivistanê heywan bi wan ji sermayê zivistanê difilîtînin heta biharê...ji vê komê çiloyan re day digotine..





Pajilandin

Rêş kirin (tiştên darinî) bi tiştên hesinî ve rûyê tiştekî xistin, birin û anîn..

Mînak;

Dari çîp novê( derî kîp nabe)

Devokî :Divê Mari havçê bipajila ku dari wara girtin..

Standardî:Divê Meriv hinekî bipajila ku derî were girtin



Qonik vêxistin

kokê coyî ( giha) kerengê qonik e..dema meriv bi kerê kokê kerengê jê dikir, şîr tê û dimaye dibe benûşt..ji vê re qonik vêxistin tê gotin..



helê ol

wekî oal tê bilêv kirin..bi tirkî diğer taraf

mînak:

hele ol de wergerîne

here helê ol li wir derse xwe bişûxûle..

ca hawçê(hinek) helê oal da hara qajî (ku ez jî )hindê ta runim..

wekî, yârin değil obur gûn= sivî na sivî ol...

Herêm:gundên baliyan atmiyan ( meletî)



05.01.2016 20:41 | havka

29. her wiha
(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



30.01.2018 22:32 | xendekî

30. Şûnguherî: cih-guhertina du tiştan.

Kawik: kesê ne jîr û jêhatî.

Şe`t: kesê jihevketî, bi tirkî " şapşal"

Şitexalî: axaftin

Şuxl: xebat

Ferş: kevirên mezin

Xopan: wêran




Herêm: mêrdîn/ stewrê



29.10.2020 15:19 | tîrêj zana 21

31. çer diki : çi dikî

arode : bi tirkî " soytari"
Bo mînak, arodetî meke, arode mebe!

eyê/eya : ji bo dayik an jî ji bo jinên mezin wek "abla" bikar tê.

berra heye lê wateya wî rasterast nizanim ez mînaka bidim, dibe ew wateye nîşan bide.

Berra tu çû mal? Te digot ez diki biçim.

Berra min hêj firak neşişt, bisekine têm .




Sêwreg



21.03.2021 21:18 ~2021.07.11 21:19 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku ji tirkî ketine kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî