Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
şivan perwer vs ciwan haco - tirşik
şivan perwer vs ciwan haco
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berawerdkirina ango daneberhevdana gelek gelek zor e.

ez bixwe gelek difkirim gelo di warê mûzîkê de ji kîjanî hez dikim?

lê nagihîjim tu encamekê..

tabî bila şaş neyê fêmkirin tarz û stîl û şêwaz û mûzîka herdu hunermandan jî bi qasî deh hezar kîlometre ji hev dûr in, nêta min ne ew e ku bêjim ka gelo kî ji van ji yê din serketîtir e. ku wisa bipirsim gelek pirseke tewş û berredayî be, min dil ew e ku kîjan ji van bêtir hukim li dilê marivî dike...

ez bixwe di navbera herduyan de jî bi bêbiryarî diherim û têm

wek encamê dikarim bêjim ku ji aliyê dengê ve şivan bêtir hukim li ser dil û guhên min dike, lê aliyê newa û mûzîkê ve ciwan bêtir hukim li min dike



12.01.2015 14:10 | ferhenga şikestî

2. yek ji bo kalan sembola kurd û kurdistan û kurdistanî û kurdîtiyê ye û di heman demê de sembola hestên evîniyê ye.

yek jî bo ciwanan sembola kurd û kurdistan û kurdistanî û kurdîtiyê ye û di heman demê de sembola hestên evîniyê ye.



lê ji bo min dema ku şivan perwer tê gotin, li gor ciwan haco, hestên min ên kurdistanî girantir dibe

û dema ku ciwan haco tê gotin, li gor şiwan perwer, hestên min ên evînî girantir dibe.



yanê dema ku mirov bîra evîna xwe dike divê ciwan haco guhdar bike, lê dema ku bîra welatê xwe dike divê şivan perwer guhdar bike.



12.01.2015 14:23 | nazim tolhildan

3. heke ji min bête pirsîn bêguman û bêşik ez dê bêjim şivan..ji ber ku ew xweşî û rehetî û hestêt di dengê şivan de min di dengê çi kesî de nedîtiye.yanî şivan hertim li ba min cuda ye.çi kes neşêt şwîna wî bigirît ..



12.01.2015 20:25 | vêca çiyeeee

4. ciwan ....heta binî...



12.01.2015 20:43 | tirşikçi

5. weke xwediyê mijarê jî gotî, danberhevek zehmet e ku hinek jî xelet e.

lê dema bidim bîra xwe, ji ber ku yek ji yên din zêdetir cûreyên stranan çêdike û stranên wî ji hev gelek cuda ne û stîla wî di mûzîka kurdî de destpêkek e ji bo min cihê ciwan hêjatir e.



dengê şivan biquwettir e lê ji bo min tu carî deng nebûye krîtera yekemîn. ji bo min reseniya mûzîkê û gotinên stranan girîngtir e.

tişta ku şivan dike, garantî ye, klasîk e loma %90ê serkeftina wî ji ber dengê wî ye. lê karê ciwan %90 bi keda wî û hesta wî ye.



12.01.2015 21:23 | simurg56

6. eger em li dengên wan û stranên wan binerin, em ê bigihêjin vê encamê: hema hema bi qasî hev serkeftî ne. lê kesayetî jî girîng e li gorî min. stranbêjek herçiqasî jî di warê hunera xwe de serkeftî be jî, dema kesayetiya wî/wê ne tu kesayetî be, hunera wî/wê ji çavên min dikeve. loma ji bo min ciwan >>> şivan e.



12.01.2015 21:32 | mergehez

7. ciwan haco ki ye? şivan perwer dîrokê meye, dîrok..



13.01.2015 03:53 | brûsk

8. (bnr: Çima ciwan haco çîroka me ye) ?

jixwe ger ku mijar di bin çarçove û dorbenda hêşmendiyeke sînorkirî a siyasî û polîtik de bifetise wê heyfa hunerê be..

di dinyayê de tu hundermend dîrok an jî çîroka xelk û gelî nîn in, bi tenê di nava deryayê de dilopek in, ku bikaribin bigihîjin oqyanûsê wê çi pîroz be bo wan û gelê wan.



13.01.2015 19:22 | ferhenga şikestî

9. wek ciwan di peyama xwe de gotiye, yekÎ di taliya temenê xw û hunera xwe de bi ibrahim tatlıses re û yê dî jî bi hulya avşarê re dûet kiriye.. di destê me de hew nizamettin ariç maye, ditirsim ew jî di taliya emrê xwe Û hunera xwe de bixurife û bê bi hande yenerê re dûet bike.. *




10. liberhevdaneke serkeftî ye. ez hema tenê navan didim berhev; şivan perwer ji bo min biqîmettir e.

li ser gotina nazim tolhildan ez xwe kal buyî hîs dikim, xwedêyo ez kengê evqas kal bum...



14.01.2015 00:33 | azadixwaz

11. zarokatî bi hezkirina ciwan derbas dibe.
mezinbûn bi tehmkirina şivanê destpê dike...



04.03.2024 19:13 | ciwanzêr

12. Li gorî gotina zarokan Şivan perwer ji Ciwan Haco mezintir e. Na loo* ti carî ez nabêjim ew hûnermendê me ji ya din mezintir e û girîngtir e lê dema yekî ji bo ciwan tiştekî wusa bêje ev yek ji bo min dibe kul û derd û kî çi bibêje bila bêje ciwan ji hemû hûnermendên Kurdan mezintir e.



04.03.2024 19:18 | horhorik

13. bêguman (bnr: ciwan haco)



04.03.2024 23:01 | wiha wilo wisa

14.



05.03.2024 21:31 | horhorik

15. min do navê mijarê li hêla çepê dît û got binêrim xelk û alem bê çi gotine li ser wan? lê min dît ku min bixwe ev mijar vekiriye gidî. neh sal jê derbas bûye, piştî neh salan, li rabirdû seh dikim, di wan neh salan de pê karim sond bixwim ku min her roj ciwan guhdarî kiriye û taliya talî min navê kurê xwe jî ciwan daniye. êdî bi şaşî be jî rêya min li ber şivan perwêr nakeve. bo min ev mijar û pirs û qarebar xelas bû, heta hetayî...
şivan hestek e heta kamilbûnê lê ciwan felsefeyek e heta mirinê.
dîsa hat bîra min û min ji destana egîdekî, strana lehîyê vekir. dibe ku çend saetên min ên mayî yên vê şevê bi vê stranê yan helbestê bibûhure...

êdî ciwan haco qebûlkirinek e bo min, qebûlkirina rastîyê ye, rastîya me ya kurdan, belê wextekî em xweş û beş bûn, mafdar lê stûxwar; haypêbûyîn lê jidestçûyî.. yanî kurdistan lê kavilistan. şivan ne wilo ye, ger tu guh lê bidêrî tê yê bê xapandin; ''dê du sê sal paşê ava bibe kavila me!'' Lê bi qewlê fatma savci; hêvî hercar xapînokeke bê'ar e... piştî emrekî, piştî spîbûna por û simbêl, nabe tu bê xapandin, nabe hêvîdar bî.

bi kurt û kurmancî: edî li vî welat û kavilistanî wê ti tişt wê ti wext mîna ya dilê min nebe, dizanim. hîn jê kulkêş nabim, pê naêşim û ciwan haco guhdarî dikim! geh li zarotîyê me geh li ciwaniyê me. yên xweş, ne dem û dewran bûn, ne derfet û îmkan bûn, yên ku xweş bûn bi tenê hîsên me bûn: ji malmezin û pozmezinan îzolebûyî, ji hesab û kitêban berrîbûyî...
êdî ne bi tenê mekanek e, dekorek e, hûrgiliyek e kolana li ber dibistanê, bexçeya li ber zankoyê, bêndera li pişt xaniya gundî, belavoka li nivê şevê hatîbelavbûyî, govenda li ber partiyê, dengê bilind ê strana ji qadeke hatî, şop û toz û xirba galerîyaya ji erdhêjeke hilweşîyayî, pelên ketî yên li ber parqeke sûrê, rêya ji çemê dîjleyê çavpêdana bexçeyekê... hwd êdî giş bi tenê hesret, xwezî û daxwaza veger in bo rabirdûyê...
dema tu ciwan guhdarî bikî tu car nikarî di dema niha de bijî, di newa û dengê ewilîn de tu yê herî zarotî, ciwantî. yên ku pirr zêde ciwan haco guhdarî dikin ne kêfxweş in ji jiyana xwe ya dema niha, xwezî di gewrîya wan de bûne pêt, agir...



08.03.2024 22:15 ~22:18 | ferhenga şikestî

16. Belkû jî dijwartirîn muqayeseye ji bo min, her du jî gelek hêja ne, destê mirovî ji her duyan jî bernade.



09.03.2024 05:33 | bayê xerbî

17. ne tenê ji ber sekn û karakterê wan, ji hêla hûnerê ve dinirxînim; ciwan ciwan Û dîsa ciwan.



09.03.2024 19:17 | brusk56

18. Rêbaza berawirdkirina danîna stranên wan hember hev, her du stranbêjî bi min ne metodeka zanîstî ye. li gorî hin tirşikvanên ra rast bibe jî şêwaz ne li gorî fikirîna zanistî ye. belê her tiştê ku meriv difikirî ne zanistî ye. fikrên takakesî ne.
hemû nîn, bi piranî stranên cîwan haco û hinek jî stranên şiwan perwer xweşiya min tê. Meriv carcaran guhdarî bike baştir e.

Gelek stranên şivanî de bêhna arabeskî tê, nabêjîm arabesk e lê hêstên weha diderxîne. meriv dike depresyonê. wekî ji bilî çend stranan albûma “ey ferat” wisa ye..kîngê guhdar dikim bêhna min teng dibe, dikim ku bifetisim, dengê vedimirînim û xwe ji fetisînê xelas dikim.
meriv bi guhdarkirinê mûzîkê ve moralê xwe xerab neke baştir e. ji ber ku awaz alavek bona xweşkirina derûnî ye, an jî ji bona moral û motîvasyon an jî borandina demên xweş alavek e.
Wekî:
“xanima min, bermaliya min,

Xanima min, bermaliya min,

Xanima'm, bermaliya'm, rindê xemla mala min

Xanima'm, bermaliya'm, rindê rewşa mala min

Delala min îro ji min xeyidi ye

Bi gazinc e, bi axîn e, dil cemidî ye”

Stran xweş e lê belê..
Ev çi şêwaz e ku meriv ji “xanim”ê sar dibe, tu dibe qey xanim miriye.
Jin, xanim, xanimên dixebitîn ji aliyê aboriyê ve ne girêdayî mêran in, êdî ne bermalîya mêran in. jin, xanim ne xeml in ne jî tişkekî aîdê mêran in.
her du stanbêj hêja ne, xwedî stranên bêhampê ne, meriv nikare bibêjî an ev an jî ew.
Ku meriv ji aliyê, ne stranan, behremendî ve danî ber hev bi min şivan perwer hin bi behremend e, qet nebe ji nebûnê, tunebûnê de dest pê kir.



17.03.2024 00:46 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan perwer & ciwan haco
» perwerî ye bi ro, bi şev xudreste!
» ciwanên porspî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî