Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin - tirşik
nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. qenc dikin, xwezî min jî karibûya bi kurmanciya gundê xwe binivîsa, yek ji wan vêcaçiye ye ku bi devoka hekariyê dinivîse û yê dî jî ciwan e ku bi devoka torê-nisêbînê dinivîse, nan û av jî belkî em bikaribin ciyeke sade di vê kategoriyê de jê re hilînin.. û hew!




2. ku ji hêla rastnivîsandinê ve problem tunebe tiştekî baş e..

gencîneya vegotinan dewlemedtir dikin û bi vî awayî avakirina hevokan berfirehtir û rehttir dikin..

bi xwendinê re kêliyeke paşê mariv pê hayil dibe ku êdî pirr baş tê têgihîştin û tu jî hêdî hêdî hevokên xwe dewlemendtir dikî

kurmancî ji ber bêdewletî û bêfermiyetiyê belavela bûye, qencî ne ew e ku mariv devokekê hilbijêre û li ser devoka ha bimeşe, qencî ew e ku devokên cuda bi hebûn û dewlemendî û jîndariya xwe nêzîkê hev bibin û jê ve zimanekî berfireh û tekuz biafire



12.01.2015 19:32 | ferhenga şikestî

3. her tim ne tiştekî baş e...bi xwe siya devokê di nava nivîsê de xûya dibe..zimanek standart hewce ye lê divê devok jî wenda nabin, taybetiyên xwe biparêzin..



12.01.2015 19:41 | havka

5. ez im..
lê êdî ez ê jî nêzikê kurmanciya hevpar binivîsim..
belkî wisa nekim jî..
ka em ê bibînin.. ça dibe .



13.01.2018 00:19 | bûtîmar

6. Hinek ferq di nav devokê min û zimanê nivîskî de heye. J'bo devokê mi nêzîkî devokê cizîrê ye, zimanê nivîskî li min zehf xerîb nayê. Rast e ez karim bi zimanê nivîskî jî binivîsim lê zimanê devokî li min xweştir û siviktir tê. Û ji aliyekî dî ve piştî pêncih salî zimanê devokî wê winda bê û ti kes namênê go vî devokî bişitexilê. J'bo vê yekê ev devokê me zehf bi qîmet e. Divê bi rêya tirşikê û tevlî hemû kêmasiyên xwe werê qeydkirin.

Lê ez karim bi dilekî rihet bêjim, zimanê devokî çêtir xwezayî û herikbar e. Gelek caran peyv têne giroverkirin
Mînak :

Mi : min
E : ez
Karim : dikarim
Zanim : dizanim



13.01.2018 01:43 | gumgumok

8. Angorê min ew problem ninû.
Dewlemendiya kurdî ye. Her devok xwedí sîstema xwe ye.
Bila hemû hebin.



04.02.2018 21:36 | cinorek

9. (bnr: dilreş) e.
ji bo ku mirov fêhm bike divê ferhenga zana farqînî , rêbera rastnivîsê û malpera zimannas.wordpress.com li ber te vekirîbe.
Malpera zimannas de, ji bo gelek devokan mînak hene.



11.04.2020 02:46 | brzn

11. (bnr: lewendî)



23.01.2021 18:20 | xabûrî

12. ez jî yek ji wan bûm belê dev jê qeriyame. bi min nivîsandina devokî astengiyn li pêşberê berbelavbûna zimên derdixîne.



23.01.2021 22:18 | hueyn

13. Standardkirina devokan jî xweş e.
(bnr: jinajifilanhezdiket.blogspot.com)
Ew banûya her gavê bi devoka xwe, bi kurmanciya çolemêrgî dinivise.



24.01.2021 13:41 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ku divê ji tirşikê bên afarozkirin
» devoka serhedê
» xweştirîn keçikên cihanê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî