Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kutana serhêdê vs kutana botanê - tirşik
kutana serhêdê vs kutana botanê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara ku di navbera serhedî û botaniyan de dibe sedema pirsgirêkên mezin ên ji ber ji hev fêhm nekirinê diqewimin. bi xwedê carekî ez jî bûm muxatabê vê pirsgirêkê. di sohbetekê de min ji hevalekî xwe ê botanî re got "dema ku ez piçûk bûm, pir beter û bi hêrs bûm. ji ber wê gelek caran min hevalên xwe dikuta". hevalê min metal ma û ji min nihêrî. min ferq kir ku fêhm nekir ka ez çi dibêjim. dûv re min bi avayekî gotina xwe jê da fêhm kirin*



13.01.2015 13:18 | nazim tolhildan

2. kutana hin mêrdîniyan bi vî rengî ye:



-ez dikutim te. (niyan)

-ez te dikutim. (lêdan)



-ez dê bikutim te. (niyan)

-ez dê te bikutim. (lêdan)



û ji bo ku hin mêrdînî ergatîviyê naemilînin li nik wan di dema borî de lêkera "kutan"ê bi vî rengî ye:



-min kuta wî. (niyan)

-min wî kuta. (lêdan)



lê ku ergatîvî bê bikaranîn yek jê çewt dê wiha be:



-min kutaye ew. (niyan-çewt e)

-min ew kutaye. (lêdan)



13.01.2015 14:23 | aryâspa

3. Li sewregê jî tê wateya "dürtmek"..



13.01.2015 14:26 | tirşikçi

4. Gava sala ewil hatim Zanîngehê hevalek min ê serhedî hat cem min. Em wilê diaxivîn. Min hew dît gote min: "Ez ê bikutim te." Ez wilê sekinîm. Wilê avek cemidî min de hat. Min got: "tu çi dibêjî kuro, aqlê te serê te ye?" Min xwe pê re aciz kir. Em ser hevdu çûn. Paşê go ma min çi gotiye filan dûvre min fêm kir, bi henekî dibêje ez ê li te bidim. Min gotiyê keko ji kerema xwe carek din wilê nebêje min. Tu li mjn jî bidî were limin bide lê wê gotinê nebêje.



13.01.2015 15:22 | xendekî

5. li ba me jî (amed) bi maneya lêdanê tê karanîn..

ez ji hevalên xwe yên ji bajarên din ên kurdistanê hîn bûbûm ku bi maneyeka argo jî tê xebitandin..



13.01.2015 21:22 | ferhenga şikestî

6. li botanê di herdu wateyan de jî tê bikaranîn, yanî hem lêdan û lêxistin û hem jî gayîn û niyandin.. lê wateya wê ya lêdanê bi cihnan sînorkirî ye, wek li jor ciwan gotiye dema mirov singekî an darikekî li cihekî diçikîne hingî ji bo ew sing an darik axê biqelêşe û kûr de here pê kuçekî an keraneyekî wî singî dikutin, û yek jî dema dixwazin titştekî wekê genim an sîran hûr bikin, hingî di curn an cohniyekî de pê mêkutekî ku jê re mîrkut jêdibêjin wî genimî an wan sîran dikutin.. ne hewce ye mirov zêde dûr bikeve ji botan li cem goyiyan jî yanî li devera bêşebab û qilebanê jî di wateya lêdan û lêxistinê de tê bikaranîn.. wek qisse Û serpêhatiyan ku li jor jî hatine behskirin min jî gelek çîrok û efsane derheqê vê peyvê de seh kirine wek ji ber şaştêgihiştina peyva kutanê hindik mabû em bi rastî jî bikutin hev, lê eger we rastî bivê baweriya min pê nayê, yanî bi kîjan wateyî were bikaranÎn jî ji xwe wateya peyvê di nav hevokê de xwe dide der û dest.. neyse..




7. lêxistin û nîhandin carna pev re çêdibe. Yanê him dikute û him jî dikutê (bnr: bdsm)



13.01.2015 21:56 | serpale

8. li ser vê meselê ji vê xweştir tu vîdeo nehatine kişandin *

resul bafeyî-serhedî û botî(Kutan, Lêdan)




20.05.2020 22:44 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kutana serhêdê vs kutana botanê
» kutana serhêdê vs kutana botanê

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî