Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 79 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ferhenga kamêran
peyamên çepikkirî

56376. bi qewlê wîkîpediyayê;



Ferhenga Kamêran ferhengeke kurdî-kurdî (kurmancî-kurmancî) û bi alfabeya latînî ye. Danerê vê ferhengê kamêran botî (Kamêran Silêman Botî) ye. Ferhenga Kamêran sala 2006ê ji weşanxaneya spîrêz li Dihokê derketiye.

Ferhenga Kamêran ji 775 rûpelan pêk têt û li gor texmînan 15 ta 20 hezar peyvên sereke tê de cih girtiye. Peyvên kurdî bi kurdî tê de hatine şirovekirin û herwiha hevwateyên peyvan jî hatine dan.

Hêjayiyên Ferhenga Silêman gelek in. Ya ji hemûyan giringtir ew e ku ev yekem ferhenga kurmancî-kurmancî ye ku li ber destê xwendevanan amade ye. Di ferhengê de gelek wêneyên tiştan hene bo asankirina têgihiştina peyvan. Herwiha yek ji hêjayiyên vê ferhengê ew e ku tê de gelek peyvên xweş yên devoka behdînî hene ku ta niha di ferhengên din yên kurdî de cih negirtine.

Hin kêmasiyên ferhengê jî hene. Vekîta peyvan (bi taybetî nivîsîna pirtikên peyvan bi hev re yan ji hev cuda) bêserûber e (bo nimûne, dinivîse "ez di çim", "ez di bêjim" li şûna "ez diçim", "ez dibêjim").

Danerê Ferhenga Kamêran herwiha bi zanetî peyvên erebî yên ku di zimanê kurdî de tên bikaranîn li derî ferhengê hêlane. Ev kêmasiyek mezin e ji ber ku ew peyv di axiftin û nivîsîna zimanê kurdî de her tên bikaranîn û belkî bikarînera/ê ferhengê hewcedarî têgihiştina wan be lê nikare wan di vê ferhengê de bibîne.

Ferhenga Kamêran hem li ser kaxezê heye û hem jî li ser internetê di malperra Weşanxaneya Spîrêzê de hat weşandin. Di sala 2007'an de jî di weşanên do de derket.



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

56378. belkî hinek kes bêjin qey xwediyê ferhengê kamiran alî bedirxan e lê ne ew e, belê ferhengeka kamuran alî bedirxan jî heye lê mixabin nekariye temam bike, demekî kendal nezan, serokê enstîtûya kurdî ya parîsê di bernameyeka ser televîzyona kurd yekê de gotibû me komîsyonek amade kiriye ji bo em wê xebata kamuran ya nîvcomayî temam bikin, lê niha di çi astî de ye nizanim..

neyse ferhenga kamêran wek li jor jî hatiye gotin ji ber ku kurmancî bi kurmancî ye û ji ber ku peyvên kurmanciya behdînan jî li xwe digire çavkaniyeke giring e, ez bi xwe gelek caran dema pêwistî pê çêdibe jê îstîfade dikim ji xwe pirraniya peyvên di ve ferhengê de li wîkîferhengê jî hatine barkirin û ferheng bi awayê pdf wek pirtûk li ser înternetê jî peyda dibe..

https://rojbas5.files.wordpress.com/2012/05/ferhenga-kamc3aaran.pdf



29.06.2013 13:58 | azadixwaz