Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nîwemang
peyamên çepikkirî

56476. yek ji xweştirîn fîlmên bahman ghobadî ye, dawiya fîlmê zêde hatiye çêkirin eger fîlm bi tempoya destpêkê dewam kiribûya min ê gotibûya baştirîn fîlma bahman ghobadi ye, di fîlmê de mamo stranbêjeke navdar e û hemû kurên wî jî wekê wî mûzîsyen û stranbêj in, piştî ku başûrê kurdistanê azad û ava dibe, hemû kurên xwe dide hev û dikeve ser rê ji bo li başûrê kurdistanê konsertê bide, fîlma behsa çîrok û serpêhatiya vê rêya mûzîkal dike.. mûzîkên fîlmê hisên elîzadeh çêkirine, mirov jê têr nabe, herwiha di fîlmê serkeftîtirîn sehneya romans ya sînemayê heye, eger we heta niha temaşe nekiribe hûn bi ya min bikin dev ji her tiştî berdin pêşiyê hişê xwe dilê xwe û ruhê xwe dejarj bikin û pê re jî darî vê fîmê bikin.. fîlm di eslê xwe de behsa parçeyên kurdistanê dike ku dixwazin bigihêjin hev lê her carî asteng û kelemek derdikeve pêşiya wan..



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

56477. û di fîlmê de lîstikvana navdar ya îranî gulşîfteh ferahanî jî dilîze, ji xwe ez ne xelet bim cara ewil di vê fîlmê de stêrka wê diçirûse, di nav kiras xiftanên kurdî de wekê nîvê heyvê dibiriqe..



29.06.2013 13:58 | azadixwaz