Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 40 peyam
zikat - tirşik
zikat
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyeke alikariyê ye, bi sêrî de îslamiyet û xiristiyanî di hemû olên semawî û yên din de tê pêşniyar kirin. zêdetir bi aliyê aboriyê ve ji feqîran re tê kirin. lê li gor friedrich nietzsche tişteke ne samîmi ye. ji ber ku yên ku zikatê didin ne jj helwasta alikariya feqîran ve, dibe ku ji ber ku dilê xwe rihet bikin, zikat didin. ji bo misilmanan jî, yen ku zikatê didin ne ji bo rewşa wan feqîran rihettir bikin, lê ji ber ku di rê ya bihuşt û huriyan de ji xwe re çen puanan zêde top bikin, zikatê didin. heta rewşa feqîran xem a gelekan jî nîne. kul û derdê wan ji xwe re, rê ya bihuştê vekin. yanê çi? yanê zero samimiyet... erêe, lê xwedê ji van tiştan dixape yan na? helbel na* yanê înşellah...



16.01.2015 10:52 | nazim tolhildan

2. (bnr: paradoks)



16.01.2015 11:00 | nazim tolhildan

3. (bnr: malxwedê)



16.01.2015 12:22 | xendekî

4. (bnr: çil û da yek nîn e)



05.04.2016 21:17 ~22:13 | quşxaneli

5. Ferzeke îslamê ye. Yê ku qebûl nekê tê wê wateyê ku mislimantîyê jî qebúl nake.



Zengîn malê xwe li gorî quran û hadîsan bi feqîran re parve dikin.



Ji alîyê mêl ve zikat ferz e. Wekî din tişta ku heye zikata wê jî heye. Mînak zikata zanînê,zikata qewetê, zikata bedenê, zikata şîretan . Ev texlîtê zikate weke sedeqê jî tê fêhmkirin.



Nivîskarekî bêbext û bedbîn (bnr: nazim tolhildan) bi hincetên boş û belaş dike navê misliman û mislimantîyê xira bike. Çend peyvê yekî nemisilman kirine berîka xwe de û tê, dike bifiroşê. . Heke ji dil samîmî bane, li gorî însanekî hemû misliman sûcdar nedikir.

Heke samîmî bana wê rastî tevde gotibana da kû xelet newê fêhmkirin.

Heke samimî bana wê li gorî îslamê wateya zikat û mislimantîyê kiribane.



06.04.2016 01:36 ~2016.05.25 16:07 | gumgumok

6. mijara min nû ferq kir ku gumgumok di peyama jor de derbarê min de çep û rast tiştan gotiye ye. ji kerema xwe re dîsa bixwîne ka min çi got. min tenê di dayîna zikatê de helwesteke ne samimî diyar kiriye. min got: bila mirov ne ji bo berjewendiyên xwe û tatmîn kirina derûniya xwe zikat bidin, bila ji bo menfeeta feqîran yanê ji wê helwestê ve bidin. li vir şaşî çî ye û xera kirina navê misilmanan li ku ye?



wekî din; ka tu min nas dikî da ku bizanibî ez zikat didim yan na. ji xwe navê wê jî ne girîng e, çi zikat, çi başî, çi alîkarî, çi malê xwe parve kirin, yanê çi dibe bila be. tu dizanî ez di jiyana xwe de çi dikim, feqîrekî xwedê me yan mirovekî pir dewlemend im. xêra xwe dûrî min keve û ji kerema xwe di derbarê mirovên ku nas nakî de şîroveyên kesane neke. ger guh bidî ev jî ji te re şîretek, lê guh nedî bila canê te sax be.



18.05.2016 14:29 | nazim tolhildan

7. xweşîyeka îslamê jî eve lê belê wekî hertiştê îslamê ti xweşî têde nehiştine..* tev didin mela an kesên ku îhtiyaca wan pê tune..



18.05.2016 19:34 | shorbevan

8. (bnr: nazim tolhildan/90046">nazim tolhildan/90046)



Min di wê peyamê de zikat/87256 li ser mijara zikatê rexne lê kiribû ; ji kêmasiya beșek mislimanan weke ku hemû mislimanan sûcdar bin behs dike (bona vê yekê bêbextiyê tavêjê mislimanên dî. Yanî bêbextî kir. Yanî bêbext e. ) zikat xêr û bêra safî ye. (mixabin mirovên ku bona forsê û menfîetê didin jî hene (weke ku nazim tolhildan di peyama duyemîn de behs kirî)). Lê di wê peyamê de zikat/56812 ji xeletî û xetaya mislimanan pê ve behsa wan nake. (yanî bedbînî kir).

Erê ezbenî, dibe ku te dixwest wateya di vê peyamê de zikat/90032 binivîsîne (ji xwe ya rast ev e û ez jî hemfikrim) , lê mixabin ji peyamê ew nayê fêhmkirin. Jo bo wilo, xelet e. Rexne lê tê kirin. Divê werê sererastkirin.



19.05.2016 10:37 ~10:41 | gumgumok

9. quraleke îslamê.li gorî vê quralê divê her misilmanek her sal alîkariyek ji yekî ji xwe feqirtir bike



19.05.2016 23:44 | texcar

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» zikat

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî