Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
taybetmendiyên karekterîstîk ên nivîskarên kurd - tirşik
taybetmendiyên karekterîstîk ên nivîskarên kurd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. girrek taybetmendiyên nivîskar û helbestkarên me yên hêja hene ku bi jimartinê naqedin bi şefer..

ji ber tirsa mirinê* ez ê nav nedim û ji serî bêî hûrgiliyê derbas bim û biteqizim..

-qurre ne; ji tecrubeyên xwe dizanim ku dema tu silava xwedê li wan dikî, tê bêjî qey te silav dayiye albert einsteinê rehmetî.. hama cihde pozên xwe bilind dikin, dema tu rexne dikî, tên dibêjin law dûrzî! tu kî yî min rexne dikî? min girrek nivîs û pirtûk hene belengaz! tê bêjî qey mafê axaftinê bi hesabê hejmara pirtûkan e, yanê bi pîvana wan qet heqê me yê şîroveyê nîn e..

ku pirtûkên we hebin, ê me jî entryên me yên tûj hene camêr*

-kurmanciya xwe gelek diecibînin, ji wan tirê kurmaciya esil û resen û heqîqî ya wan e, her yek ji wan wisa difikire, bi xwedê em hevudu nexapînin û bêbextî li xwe nekin, kurmanciya herkesî/ê kurmanciyeke felişandî û herimandî û wêranbûyî ye, ji lew em hemû kurê/keça dayîkeke bindest in..

-her yek ji wan xwe serketîtirîn nivîskarê kurd dihesibînin

- li qûna çîrokan zeliqîne, zarokên xelkê gihîştin heyvê lê em hê jî mîna ergenûsan çîrokan dixwînin. ez ne dijî çîrokê me lê emrê min jî emrê çîrokxwendinê nîn e qardaşim!

-di nava roman an jî çîrokên xwe de behsa tiştina bi wayekî felsefî dikin lê bes ji şablonê wêdetir ne tiştekî ye, honandinên xwe bi dîdaktîzmeke berredayî dikin, tê bêjî muhattabê/a wan zaroyên doyî ne, ango weka ku em xwendekarên pêşdibistanê bin û ew jî mamosteyên mê yên dibistanê

-minneta nivîskariya kurdî li me dikin. temam qebul, karê ku hûn dikin gelek zehmet e û helal be ji we re ku hûn dev ji zimanê serdestên xwe berdane lê ev minnet ji kû tê baba? em zikê hevudu têr nakin û ji çolan avê nayênin ji xwe re.. tu nivîskar î û karê te jî nivîsandine, ku ez nebim* peyv û kelamên te bi kêrî çi tê?





-gelek kedkar û ezîz in, dixebitin û dil dikin ku destên xwe bikin binê kevir û zinaran da ku ev zimanê me yê ji şîrê dayikan helaltir nekeve li ber bayê bişaftinê û wenda nebe. da ku xelk û elem nebêjin kurd bê merîfet in...

di nava nirxandinên min de dibe ku hin xelatiyên min hebin, em însan in û kêm in bila dilê xwe li min negrin û wek encam dikarim bêjim ku ez nivîskarekî xwe nadim sed nivîsakarên serketî ên cîhanê..



20.01.2015 19:28 | ferhenga şikestî

2. wek edît: mijar ne li ser bersivdana nivîskarên tirşikê hatiye vekirin..



têbinî: helbet kî çi bixwaze dikare bixwîne, ma min qeyd û zîncîr neavêtiye devê tu kes!

meseleya çûyîna nasayê jî gelek balkêş e haa, divê li ser bifikirim; himmm ger ku admînê me ji pereyên ku ji reklaman qezenç dike bo min bibe sponsor dibe ku herim*



20.01.2015 23:05 | ferhenga şikestî

3. Naxwînin.



21.01.2015 01:54 | seydayê_peyvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» nivîskarên xarpêtî
» kurdi online

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî