Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bihûşt - tirşik
bihûşt
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. cihê ku herkes dibêje qey wê cihê wî/wê ya piştî mirinê be. herkes di dilê xwe de wisa bawer dike "erê kêmasiyên min hene, xwedê dizane: dilê min pak e û niyeta min baş e. carina ji ber derdora xwe ya nebaş, nebaşiyan li wan dikim lê neçar im."



20.01.2015 21:15 | simurg56

2. mekana ku li gor baweriyên dînî, piştî mirinê yên baş, pak û qenç herin û heta hetayî li wir rehet û aram bijîn (peyva jiyînê jî piştî mirinê piçek ecêb bû loo)

li gor ayetên quranê yên ku bawerî ji xwedê û pêxemberê wî neanîbin qet nikarin herin

yên ku anîbin lê jiyana xwe li gor daxwaz û xwestên quranê dìzayn nekiribin û gunehên wan hebin, beriya ku herin bihûştê wê herin dojehê. piştî kişandina cezayên xwe yên ku li dinyayê kiribûn, wê bikaribin herin bihuştê

yên ku jiyana xwe li gor quranê kiribin û ferzan pêk anîbin jî yekser herin bihuştê (tabî xwedê bêje erê)



21.01.2015 00:02 | ferhenga şikestî

3. li gor xwedênenasan çîrokeke beredayî ye. lê dîsa jî hêşa ger ez xwedê bûma, minê dîzayneke bêtir xweş çê bikira*



21.01.2015 00:14 | nazim tolhildan


5. Bihuşta Kurdistanê:

(bnr: hewreman)



21.01.2015 02:26 | xendekî

6. Cennet. Heke dil bi dil be her der cinet e.



21.01.2015 02:52 | seydayê_peyvan

7. hêviya herkesî ye.

beşek ji mirovan ji bo bidestxistina bihûşta piştî mirinê, têdikoşin û ji bo vê yekê zehf caran xerabiyan dikin û dinyayê dikin dojeh. beşek ji mirovan jî, ji bo ku vê dinyaya heyî ji xwe re bikin bihûşt têdikoşin û mirovên din diperçiqînin. tabî mirov derveyî van her du beşan jî hene û cûre cûre ne lê piraniya mirovan di yek ji van beşan de ne.



17.02.2015 22:42 | simurg56

9. peyva ku rastnivîsa wê bihuşt an beheşt e



09.09.2015 13:50 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bihûşt

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî