Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rêzika herî xweş a helbesta kurdî - tirşik
rêzika herî xweş a helbesta kurdî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min navê xwe kola

li ser bircên diyarbekir

rojen barnas



21.07.2013 15:30 | quto

2.

Bêbavê



Çavên te: du binevşên reng-tenik

Di spêdê de şîrkî şîrkî, hênik

Bayek in: nermik nermik, nişmî...

Bêbavê, di çavên te de vemirîn

Çil biharên hevrîşmî!

Arjen Arî



21.07.2013 16:36 | mam selam

3.

HILO



Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê

Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê



Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê

Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê



Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan

Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê



Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade

Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê



Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min

Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê



Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit

Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê



Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit

Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê



Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe

Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê



Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit

Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê



Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne

Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane



Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye

Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê



Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê

Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê



Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan

Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê



Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn

Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê



Ehmedê Xanî



21.07.2013 16:40 | mam selam

4. egêr dil dilber be, ma dilber kî ye

eger dilber dil be, navê dil çiye,

ez dil û dilber tevlîhev dibînim

nizanim ku dil kî ye û dilber kî ye.



(bnr: baba tahirê uryan)



***

Ger lu'lu'ê mensûri jî nezmê tu dixwazî

Wer şi'rê Melê bîn te bi Şîrazê çi hacet!



(bnr: melayê cizîrî)

***



Şîrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn



(bnr: ehmedê xanî)

***



Di dunyayê heçî rabê

Feqîr û şeyx û axa bê

Ji ber mirnê xilas nabê

Di şerq û hem d xerbê de



(bnr: seyîd elîyê findikî)

***



...

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê.



(bnr: rênas jiyan)

***



... û qevdekî ji pincara welat im.

ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.



(bnr: rojen barnas)

***



min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî

û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..



(bnr: arjen arî)

***



hemû ''vê şevê û vê sibê''yên (bnr: ehmed huseynî)



û



herî zêde jî ji rêzikên ku ji wan pêk têm

bi gotineke dî ji rêzikên ku min nivîsîne hez dikim.



21.07.2013 17:56 | seydayê_peyvan

5. ''ma bayê kûr rûxand hêlÎna tivÎlkê? / hij ma li mikê, ramûsan li milkê'' (bnr: arjen arî), (bnr: şêrgele), (bnr: ramûsan min veşartin li geliyekî)

''rûyê te gundekî xirabe'' û ''giliyên xwe li gulleyan dikim'' û ''ax semîra, çavên te rûyê te kûr kolaye'' û ''a li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiye temenê min e'' (bnr: rênas jiyan), (bnr: janya)



21.07.2013 19:05 | endazer

6. ''Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyek dubare ye”(Baba Tahir Uryan)



22.07.2013 14:06 | roj

7. Delal,her du çavên min qesra te ne

Nav du çavên min cihê piyên te ne

Ditirsim tu xafil gav bavêjî û

Bi mijangê min biêşin piyên te (bnr: baba tahİr)



22.07.2013 14:07 | roj

8. bizane xwendin ji bo me derman

da ku bizanin qanûn û ferman

derxin ji nav me wan tirs û şerman

de rabe ser xwe, kurê min rabe

(bnr: seyda cegerxwîn)



23.07.2013 01:55 | filankes

10. piraniya peyamên mijara rêzikên bêhempa yên stranên kurdî jî di nav vê cûreya helbestan in.



23.07.2013 09:50 | simurg56

11. hê tu kesî nenivîsî ez binivîsim..

''rêzikên ku hîn nehatine nivîsîn'' in helbet.. helbesteka şairê tirk nazım hikmet yê ku bûye îdol û îkonayê çepgirên tirk û çend ehmeqên kurd jî di vê barê de heye.. ser xatirê we tirşikçiyan ez ê bi dest xwe re wergerînim kurmancî vê helbestê..



''en guzel deniz :

henuz gidilmemis olanidir...

en guzel cocuk :

henuz buyumedi.

en guzel gunlerimiz :

henuz yasamadiklarimiz.

ve sana soylemek istedigim en guzel soz :

henuz soylememis oldugum sozdur... ''



''xweştirÎn derya:

ya ku hê tu kesî rê lê nebirriye ye...

xweşiktirîn zarok:

hîn mezin nebûye.

xweştirîn rojên me:

yên ku hîn bi serê me de nehatine ne.

û xweştirîn gotina ku dixwazim ji bo te bêjim:

gotina ku hÎn zimanê min lê negeriyaye û ji devê min derneçûye...''



23.07.2013 14:41 | endazer

12. Şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(Arjen Arî)



06.01.2014 01:16 | diljan

13. yanî, em bêjin

Ha tu bûyî melîkeya Misrê,

Ha ez goya qeyserê Roma rengîn

Em xwe dixapînin bi tenê.

Bi serê te rûmeta me nake bi pûlek, 

Heta ku mustemleke be welatê me

Û em tênekoşin li dij

Em ne bi statuya kolan e jî

Vê ji bîr meke!

( rojen barnas )



08.02.2014 21:37 | ferhenga şikestî

14. Ez dibêm qey

gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î..

(rênas jiyan)



08.02.2014 21:39 | ferhenga şikestî

15. xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê!

(rênas jiyan )



08.02.2014 21:40 | ferhenga şikestî

16. Destmêja te û janê ji hevdû naşkê hebhinarkê! ..

(rênas jiyan )



08.02.2014 21:43 | ferhenga şikestî

17. gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...



osman mehmed



03.04.2015 21:40 | ferhenga şikestî

18. her rista vê pêncînê:



qulzema dil işq e, Mela

çi Xwedayî, çi beşerî

sohtî be b’ arê seqerî

her evîn ala ye, Mela

dil li me bela ye, Mela



arjen arî



04.04.2015 09:21 | xendekî

19. xerîba min birin

Pişt heft çîya war kirin

Xêlîke gevez,qîçik tê wer kirin

Serê xerîba min derzî kirin

Ax û berê sar şa kirin

zargotina kurdan



04.04.2015 11:40 | quşxaneli

20. Şahristeyên kurdî pirr in.kîjanê binivsînim. Kîjanê ji bîr bikim. Ya baş şabaş ji hemû şahristeyên bedew re .



18.01.2016 22:53 | hêvî

21. 'bêje, çûyîn çi peyveke dirêj e'

(bnr: keştiya bayê)



11.04.2016 23:53 | ferhenga şikestî

22. Min bigre têxe nav dilê xwe

Özgür evran



11.04.2016 23:56 | bûtîmar

23. pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê

gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir

(bnr: rênas jiyan)



12.04.2016 01:57 ~01:59 | quşxaneli

24. ...

Qet nebe,

em ê bibin kurmik,

bikevin nav dexlûdanê we,

em ê bibin qûmik,

bikevin nav pariyê nanê we,

em ê bibin mar û mişk,

bi we vedin li nav nivînê we,

em ê bibin mîkrob û şêrpence,

biherimînin xwîna we.



(bnr: ta ÇirayÊ me geŞ nebe…)

(bnr: ebdulla pêşew)



12.04.2016 11:19 | xwelî li ser

25. Herdu weşman naz û xeşman

Kê ji ber wan 'eql û hiş Man?

Sa'eta min dî Bi çeşman,

Dil ji min bir dil ji min.

Mela.



27.04.2016 01:15 | bûtîmar

26. ''gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were'' ji dengê selîm akgul ;



04.07.2016 02:12 ~02:14 | endazer

27. "dêrsim şahid e, dozdar nemir e
xwîna herikî ji bîra kê diçe?"

arjen arî



14.05.2019 16:58 | roza

28. "'ewro vebe l'me, 'ezmano vebe."

arjen arî



14.05.2019 16:59 | roza

29. "lezê neke, li benda tarîtiyê bimîne,
tarîtî, keleha mêran e."

ebdulla peşêw



16.05.2019 03:06 | roza

30. "Xarîta dinyayê veke li ber xwe
Li hêla bakurîn binihêre
Tê bibînî
Bejekî
Ku mîna nikulekî kêrr
Serejêrî atlantîkê biye
Serî,
Ji derya qeşemê gewr
Û dilê wê
Ji bêriya rojê dixewire
A...
ha!
Li wir e,
Hêlîna tenyayiya dilê min."

rojen barnas



17.05.2019 02:45 | roza

31. "hey hewar, miriyan jî dikujin di vî şerî de!"

arjen arî



06.06.2019 03:50 | roza

32. "Biçim ez ji vê alemê dûr biçim
Biçim ji Çîn û Maçîn dûrtir biçim
Ez j’ dildarê re peyam bişînim
Ku ger dûrî xweş e, ez dûrtir biçim"

baba tahirê uryan
çarînên baba tahirê uryan



11.06.2019 02:27 | roza

33. şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(arjen arî)



10.07.2019 14:48 ~2023.01.25 01:22 | tizbîkêş

34. bila di bîra te de be
xwe li ber barana te şil nakim êdî..
(bnr: yahya omerî)



06.12.2019 10:49 | kajav

35. Ji te re nostaljî; ji min re mirin
#xewnênegzîstansîyal



06.12.2019 13:59 | seryasêdilşûşe

36. min carekê j' esmeriya te xwar
minêkar im, minêkar
tu min nedî bi tu kesî!
arjen arî



06.12.2019 17:01 | gulêê

37. dil li me bela ye Mela!
her evîn ala ye mela.
(bnr: arjen arî) - (bnr: eroûtîka)



25.02.2020 02:35 | lehî baranyan

38. Ji bo Kurd û Kurdistan,
Ava bikin dibistan.

(bnr: cegerxwîn)



16.10.2020 11:24 | yûsiv

39. "bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê"
rênas jiyan



17.10.2020 06:53 | cinorek

40. Feyza me şubhê Nîl e, Em Dîcle û Ferat in

Ger şêx û wer îmam e vê ra ye min keşakeş

Mela di beyta xwe de wiha dibêje: “Lehî û rabûna dilê me wekî çemê Nîl e û em bi xwe jî mîna Dîcle û Ferat in. Ger li vê derê şêx yan jî pêşrew hebin, ez amade me di vî warî de bi wan re lec û têkoşînê bikim”

*Jêgirtin



16.11.2020 21:31 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzika herî xweş a helbesta kurdî
» herî
» xweşderbasî xwastin
» helbesta yavuz sultan selîm ya li ser kurdan
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî