Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
folklora kurmanca - tirşik
folklora kurmanca
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Folklora Kurmanca" ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ´Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê´ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.



"Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ´Aha, ev e Qurana me.´

Şekroyê Xudo Mihoyî



21.07.2013 17:06 | înano lo

2. li ser folklora kurdî xebatên mamoste (bnr: zeynelabidîn zinar) û weşanxaneya wî (bnr: pencinar) zehf in. hejmara pirtûkên wî ji sedî derbasbûye. lê mixabin zêde negihane xwendevanên bakur.



her wekî din (bnr: mela mahmudê beyazîdî) , (bnr: alexandr jaba), (bnr: heciyê cindî) û (bnr: celîlê celîl)



22.07.2013 17:12 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» folklora kurdan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî