Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê - tirşik
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
(10) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. tirşikvanek nû ye.

bi xêr hatiye. nivîskariya wî/wê niha hat erêkirin. ser xêrê ve û xwedê bike mayînde be.



25.01.2015 21:37 | simurg56

2. (bnr: here we go again)??

de hadê înşela



25.01.2015 21:50 | fethî ronî

3. qaşo nivîskariya wî hatîbû erêkirin..

peyamek nivîsand û dît ku newaşiyaye, careke dî dil lê şikest..




4. nivîskarê xwediyê kurdiyeke delal e. bi xêr hatiye.



25.01.2015 22:04 | berxweda

5. nivîskarê ku ji bo peyamên were weşandin, divê ji bo careke ji tirşikê derkeve (vebijêrk>derkeve) û dîsa têkeve. (pêwist e peyamek ji bo ragihandina vê derbarê jê re hatibe şandin)



25.01.2015 22:05 | simurg56

6. nivîskarê ku derket û têket belam tiştekî lê neqewimî her heman e




7. nivîskarê peyamên xwe nabîne ye *



25.01.2015 22:08 | berxweda

8. li mijara îtîrafên tirşikvanan, yek ji peyamên herî dirêj nivîsandiye.

çîrokek dilşewat vegotiye û dilê me jî êşandiye.

(bnr: evîna bextewar tune ye)



li gel hinek xeletiyên gramerî, xwediyê zimanek gelek xweş e. ji her hevoka wî diyar e ku di malbatek kurdîaxêv de û bi guhdarkirina gelek çîrokan mezin bûye.

bila her binivîse.



26.01.2015 18:07 | simurg56

9. nivîskarê ku îşev kezeba min reş kiriye ye. xwedê ji re razî be, êvar êvar tu çi ji me dixwazî. lê bi xwedê derdê te girane. mirov di xewna xwe de jî hezkiriya xwe wenda bike jî dimre, bi rastî wendakirina wê çawa dibe qet nikarim texmîn jî bikim. xwedê alî te bike...



26.01.2015 20:04 | nazim tolhildan

10. (bnr: ferhenga şikestî)-2

*



26.01.2015 20:17 | simurg56

11. bi xêr hatiye, bêhna min çikand*

hêvîdar im ku mayînde be, diyar e ku ji min jî melankolîktir e, de xwedê paşiya me xêr bike



26.01.2015 20:18 | ferhenga şikestî

12. nivîskarê ku gava navê wî dibînim gotinên stranekî tê bîra min

şûşa dilê min heliya

şeva dilê min canêêê



27.01.2015 00:30 | vêca çiyeeee

13. min jî saya sergijik îtÎrafa camêr xwand. gotine mêr mêran nas dikin .tişta ez bêjim dibe neçe xwaşa camêr lê axayê min tu ketiyê pey ego ya xwe .dÎlan pişt peyama te ya dawî dîsa vegeriya û bihata li cem te û çavên xwe yên reş î mezin beloq bikiriya tu yê du meh-sê meh keçik re bigeriyayî û teyê xwe dÎsa bi gotina anlayışımıza ters heval bixapandiya û tu yê dîsa biçûyayÎ



nihava edÎt : van rojan bêhna min tengE dixwazim tevê hineka bibim



01.05.2016 00:05 ~00:05 | xeteraqirêj

14. Nivîskarê ku bi tevahî 22 roja weke nivîskarekî tirşik bikar anîye. 18 peyam nivîsandiye. Bi zimanekî şêrîn û herikbar.



îtîrafên tirşikvanan/57640 ev îtîrafa wî heta talî min xwend . Birastî jî perengik ji dilê xwe avête dilê min jî. Çiqa ku sûcdar jî be û ev şewata dil heq kiribê jî , dîse Dilê min pê şewitî .




Ya rastî bi destê xwe û bi rizaya xwe ev rê neqandiye , loma divê dil pê neşewitê lê mixabin, ev jî kêmasîya me ye.



01.05.2016 01:39 ~01:40 | gumgumok

15. nivîskarê ku nivîsandina wî gelek başe heta niha 17 peyam nivîsandiye çima wisa zû çûye? hatiye me derdê xwe behecandiye û çûye gotiye ez kerim dûrî diya wî û bavê wî kerê kurê kerê ne li vanderaye newsa? * ma tu nizanî firset carek bi dest dikebin paşê jî xwezî tên.. bira niha xwezîya xwe daqurtîne. rewşeka piçek dirûvê vê rewşê pêdixe hate serê min jî ; ka bisin ez jî bibêjim sala 2003 wan bû marketeka yekî meyî batmanê hebû ez tîmî diçûm lazmatiya distend.. nevî keçikek nîvtirk min dibîne çav berî min dide ez çiqas diçim ew jî tê marketê hîn kiriye ku ez kurdim dema ez ji dikanê têm dibêje; şav baş/rojbaş/ çewaye başe" filan û bêvan tabî min jî pirsa wê dikir û ji vî nîvîkarê behsa wî tê kirin kertirbûm : ) min pir fehmnedikir korbûm.. ev keçik 3-4 meha li dû min bû rojek xwe negirt hat cîhê qaşo dixebitim kurê apê min hat got sê çar qîzikên hevalê te hatine gazî te dikin ez çûm sê çarheb pêrane jiminre got deqekî were tiştekî bibêjim min got kerembike ; got "gel beraber çiqalim" ez virabikim hûn xêrê jimin nebînin * min jî got "nereye çikalim" tiştekî fehmnakim got çikalim dolaşalim min dîsa fehmnekir min got gelmiyorum welleh çû paşê ez hinek li îstenbolê mam çavê min vebû sala din ez li dora dikana batmanî kon datînim çavên xwe lê digerînim ka êdî dibînim werhwasil hûn niha herin li kîjan dîwarî binihêrin şûna serê min têde heye



01.05.2016 11:01 | shorbevan

16. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe îtîrafên tirşikvanan/57640 a dilșewat dîse dilê min șewitandiye. Gelo niha çi dike, di çi halî de ye? Dîlan çi dike?
Xwezî di tirșikêde dîse xwe șanî me dabâne. Lê ez fêm dikim ku ti mirov di bin vî navî de nikare bijî (şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê) . Navekî pir giran e ku mirov melankolîk dike. Helbet hinek miriyên ser pîyan jî hene, ne saxin ne mirî.

Dibe ku çûbê wê devera kû destûra dîlanê nedayî.

Divê mirov rêzê ji qedera xwe re bigirê wê qebûl bike. Ceza jî, xelat jî divê didestê mirov de bibin rêberê restî û heqîqetê, ne kul û derd û xirabî.


Hêvî dikim ku ew jî, dîlan jî di nav xêr û xweșiyê de bin.

Bi navekî dî jî be, dîse vegere tirșikê. Pariyet nan di nav tirșikê de bike loo.



17.12.2016 16:17 ~16:21 | gumgumok

17. zewiciye an bi qewlê kurmanciya gewr jin aniye.
û îtîrafa wî jî wek bro û braderên anglo sakson dibêjin hem epic fail û hem jî cool story e.
ji bo dilê wî yê nazik neêşe naxwazim zêde bi ser de herim lê dîlanê qenc pê kiriye, hêvî dikim dev ji wî dil û aqilê xwe yê "negihayî" berdabe
û banga min ji bo yên di halê wî de: dev ji wan trîbên xwe yên "yalniz kovboy" û "issiz adam" berdin. tu gû pê ve nayê ;)



18.12.2016 00:59 ~01:48 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
» dilî dilî
» şikestî
» cebar
» nabe

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî