Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
kemasîyen alfabeya latîn di zimanê kurdî de - tirşik
kemasîyen alfabeya latîn di zimanê kurdî de
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez ne pisporê zimanim,le ez dibe qey "tîp"ake kem heyê,

?eyn

?izedîn

?ewr

?incas ...

di sere va peyvade tîpek heye an nîne?



26.01.2015 01:13 | hûteheftserî

2. kêmasiya ku hûteheftserî be behsî dike bi nîşanoka ' hatiye çareser kirin.

'eyn,'izedin,'ewr ...



Lê ji bilî hindê gelek kêmasiyên din hene.di kurdî de gelek tîp hene normalê de.lê jiber ku zimanzanê celadet elî bedîrxan nedixwast zêde tîpa li elfabêya me zêde biket gelek tîpên elfabêya erebî beramberê wan yek çêkiriye.

mînak di kurdî-erebî de hem "ض" hem jî "ت" heye.lê di kurdî latînî de beramberê wan yeke anko "t" ye.

û du tîpên wek ç hene.mînaka "çav" de ew "ç" ya em dinivîsin nîn e."ç" yek din e lê bi tîpekê tê nîşandan.

û gelek tiştên din jî hene.

min rojekê digel omer dilsoz niqaş kiribû û ji min re gotibû;

"heke me bo her dengekî tîpek peyda kiriba da elfabêya kurdî bigehije 54 tîp a"



11.04.2015 00:35 ~00:37 | vêca çiyeeee

3. tu problema kêmasiya tîpan nîn e..

mesela di zimanê tirkî de berê tîpa â'yê hebû lê niha tune ye û bi nebûna wê jî tu arîşê neqewimî.

dema çavên mêriv fêrî tîp û peyvan bibe ango îmlaya zimên di hêşê mêriv de rûnî mariv tevlihev nake. dikare bi rehetî bi lêv bike yan na wek vêca çiyeeee di anektota xwe de gotiye, hewce dibe ku gelek tîp lê were zêdekirin



11.04.2015 11:51 | ferhenga şikestî

4. Here lînkê

husein muhammed bi kurt û kurmancî wiha dibêje: "Eger wan hay ji ziman, zimannasiyê û alfabeyên zimanên din hebûya, wan dê bi hêsanî bidîta ku di her zimanî de kêmasiyên alfabeyê hene. Bi gotineke din, alfabeya ti zimanê li ser darê vê dinyayê ne kamil û bêkêmasî ye."

mînakên wî jî meriv qenih dikin. bira li tirşikê jî bê notkirin.

û di nivîsa wî de ya bi navê "Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?" agahiyên meriv safî dike.
Here lînkê

di encamê de jî dibêje: "Zêdekirina herfan li alfabeya kurdî bi awayekê berçav xwandina bi kurdî hêsantir nake lê dikare rastnivîsînê gelek dijwartir bike."



05.01.2018 21:13 ~21:16 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kemasîyen alfabeya latîn di zimanê kurdî de
» alfabeya tirkmançî
» zimanên biyanî yên nivîskarên tirşikê dizanin
» kurdîzade ehmed ramîz

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî