Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      jiyan - tirşik
      jiyan
      (2) (0) ecêb (0) (11)
      di mijarê de bigere

      1. navê straneke koma ferec e;



      Berika min ku ne xir û xalî

      Caran têr dixwim caran jî birçî

      Min ne xem e ji ber cilên qirêjî

      Bawer im nêzik e serbilindî û xweşî



      Min ne pere ye rêya te da bikim gul

      Ne jî zêr serê te da bikim gure gur

      Ez hez dikim ez û tu hev re bibin dost

      Dê keçê maçekê bide vî rebenê hûr



      Keçên delal por reş û sor û zer

      Pir ciwan derkevtine li her der

      Car car bi wan li kolanan dikim şer

      Çi jiyane mirate tê da bûme ker



      Eve çi dikin şev û roj digerin

      Yên xayîn serbilind yên dî bindest in

      Hebûna me çûye binê zindaneke kûr

      Hêvî dikim me jî bibîne rojekê dor



      Dor dor dor

      Dê rêve here pêya



      Wekî fesat li dev me xwe dikin jar

      Wekî ji dev me diçin ji dijmin re dikin kar

      Çawêt wan birijin nabînin ser pişta me jop û dar

      Ji ber wan bindest ketin jin û mêr û zar



      Bila rondikên me zuwa bin dilê me hînî

      Xelas bit biçit ser serê me zordarî

      Xayiniyê nezaniyê bikene darbestekê tarî

      Pêhnekê lê bidin bila biçine bin tepkê rûvî



      Bila serbest bit herkes di nîveka şevê

      Bigerit dol û nihal û çiya xezal bit ji revê

      Ew roj neyêt zarokên me bêjin hebûna me kanê

      Li her deran bilindkin navê xwe û jiyanê



      Jiyanê jiyanê jiyanê

      Dê rêve here peya



      (Gotin û Mûzîk: Reh Fuat / Erkan Baran)



      2013.07.21-20:57 | simurg56

      2. heyat, biçek ruhê şirîn ku xwudê ji kehnî û kerema xwe berdaye ser can û cesedê me jîndar û giyaneweran..



      2014.04.11-17:24 | endazer

      3. bi piranî ji nav ran û teşkên jinê dizê..



      2014.04.11-17:25 | endazer

      4. û navê yek ji xweştirîn û resentirîn stranbêja kurd e..

      albûmeka wê heye an na nizanim lê stranên seîd yusiv yên wekê can da, xwe veneşêre kubar, koçan bar kir welê xweş dibêje ku dema mirov guhdarî dike mirov xweziya xwe bi dengê wê tÎne..



      2014.04.11-17:27 | endazer

      5. naveke kurdî yê unîseks e, yani hem li kuran û hem li keçan tê kirin.. wek;

      -jiyan, kurê min ka were van çend mişaran ji min re merr bide ka xêra xwe..

      -jiyan, keça min ka rabe niha hevîr tirş bûye girikan deyne ez jî herim tenÛrê dadim de hêj nebûyî şev û tarî neketî erdê em nanê xwe çêkin heyna em nikarin xwe ji xezeba bavê te bidin aliyekî..



      2014.04.11-17:29 | endazer

      6. weke avê ye. çawa masî di nava avê de dijîn lê jê hay nabin, wisa jî mirov di nava jiyînê de ne lêbelê jê hay nabin. piştî ku mirin hingê ji avê derdikevin. lê ji çi re?



      2014.05.02-03:13 | ceso

      7. jiyan mûcîzeyek mezine, bi çayê xweş dibe, bi evînê carê tarî dibe carê ronahî dibe ji bo mirovekî şensekî pir bi qimete divê mirov qîmetê jiyanê dizanibe



      2014.05.02-03:54 | babrisok

      8. bila bibore mirin paqijîye. bingeha mirov e,



      2014.05.31-08:43 | azadixwaz

      9. dema mirov nexweş dikeve û paşê baş dibe ditahmijiyê, xwe lê xweş dike.. dema mirov dil dikeve û pê re mirad û meqsedên wî di dil de dimînin jê sar dibe û bi dûr dikeve.. filan..



      2014.05.31-13:27 | endazer

      10. lı profesoré zoolojiyé dıbéjın perperok rojeki tené jiyané dıbinin u paşé dımre.nızanım gelo raste yan neraste :/



      2014.05.31-17:12 | neteweperver

      11. stranbejek kurd e. dengewÎ jÎ gelek xweş e. xanimekÎ hejaye.



      çend dekke bere strana wÎ canda radyoya tirşikÊ derket Û hat bÎramin zaningehÊ me çiqas zef wÎ xanie guhdar dikim. her wiha gelek heval aşiqe bejna wi Û lexistinÊ sazÊ wi bubu.



      2014.07.24-00:51 | mala te ava

      12. carina diyarîya xwedê ye carina jî cezaya wî.

      erê "wî". ma me wê li vir jî bigota wî/wê???



      2014.07.24-01:24 | simurg56

      13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

      2014.10.01-11:19 | ciwan

      14. rêzeya belgefîlmek e ku trt kurdi diweşîne. bi rastî jî belgefîlmek pir xweş e. her wiha tirkiya vê belgefîlmê ji aliyê tuncel kurtîz ve hatiye zarve kirin.



      2015.02.17-11:54 | aryen

      15. pir dişibe wê sibehê ku piştî şeva ku tê de şûşeyek şerab hatî vexwarin tê...



      2016.03.29-01:33 | ceso

      16. Her ku jiyanê û însanan nas dikim bêtir bêedeb dibim. fikrên durû, gotinên kêm'eyar, xweziyên menfîetperest û xweperestiyên xwedêgiravî civakperestî, ehmeqên ku nizanin ehmeq in û olên zingarbûyî, hestên demborî û fanî, faniyên bêdawîxwez û kerên dupê... Eger ku hebe xwedê qira we bîne!



      2016.04.13-22:39 | ceso

      17. jiyan wisa bi lez bûye ku êdî mirov ji bêsebrî carnan beyî ku hay ji xwe hebe dixwaze weşana zindî ya televizyonan jî pêş ve bidiyê.



      2017.08.26-15:31 | tizbîkêş

      18. Navê birê min e. Navek xweş e û li wî tê. Bawer nakim ku li min bihata ev nav. *



      2018.11.07-20:47 | xelîl

      Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » jiyan û heşwest

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan muzikstrn
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî