Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
jiyan - tirşik
jiyan
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê straneke koma ferec e;



Berika min ku ne xir û xalî

Caran têr dixwim caran jî birçî

Min ne xem e ji ber cilên qirêjî

Bawer im nêzik e serbilindî û xweşî



Min ne pere ye rêya te da bikim gul

Ne jî zêr serê te da bikim gure gur

Ez hez dikim ez û tu hev re bibin dost

Dê keçê maçekê bide vî rebenê hûr



Keçên delal por reş û sor û zer

Pir ciwan derkevtine li her der

Car car bi wan li kolanan dikim şer

Çi jiyane mirate tê da bûme ker



Eve çi dikin şev û roj digerin

Yên xayîn serbilind yên dî bindest in

Hebûna me çûye binê zindaneke kûr

Hêvî dikim me jî bibîne rojekê dor



Dor dor dor

Dê rêve here pêya



Wekî fesat li dev me xwe dikin jar

Wekî ji dev me diçin ji dijmin re dikin kar

Çawêt wan birijin nabînin ser pişta me jop û dar

Ji ber wan bindest ketin jin û mêr û zar



Bila rondikên me zuwa bin dilê me hînî

Xelas bit biçit ser serê me zordarî

Xayiniyê nezaniyê bikene darbestekê tarî

Pêhnekê lê bidin bila biçine bin tepkê rûvî



Bila serbest bit herkes di nîveka şevê

Bigerit dol û nihal û çiya xezal bit ji revê

Ew roj neyêt zarokên me bêjin hebûna me kanê

Li her deran bilindkin navê xwe û jiyanê



Jiyanê jiyanê jiyanê

Dê rêve here peya



(Gotin û Mûzîk: Reh Fuat / Erkan Baran)



21.07.2013 20:57 | simurg56

2. heyat, biçek ruhê şirîn ku xwudê ji kehnî û kerema xwe berdaye ser can û cesedê me jîndar û giyaneweran..



11.04.2014 17:24 | endazer

3. bi piranî ji nav ran û teşkên jinê dizê..



11.04.2014 17:25 | endazer

4. û navê yek ji xweştirîn û resentirîn stranbêja kurd e..

albûmeka wê heye an na nizanim lê stranên seîd yusiv yên wekê can da, xwe veneşêre kubar, koçan bar kir welê xweş dibêje ku dema mirov guhdarî dike mirov xweziya xwe bi dengê wê tÎne..



11.04.2014 17:27 | endazer

5. naveke kurdî yê unîseks e, yani hem li kuran û hem li keçan tê kirin.. wek;

-jiyan, kurê min ka were van çend mişaran ji min re merr bide ka xêra xwe..

-jiyan, keça min ka rabe niha hevîr tirş bûye girikan deyne ez jî herim tenÛrê dadim de hêj nebûyî şev û tarî neketî erdê em nanê xwe çêkin heyna em nikarin xwe ji xezeba bavê te bidin aliyekî..



11.04.2014 17:29 | endazer

6. weke avê ye. çawa masî di nava avê de dijîn lê jê hay nabin, wisa jî mirov di nava jiyînê de ne lêbelê jê hay nabin. piştî ku mirin hingê ji avê derdikevin. lê ji çi re?



02.05.2014 03:13 | ceso

7. jiyan mûcîzeyek mezine, bi çayê xweş dibe, bi evînê carê tarî dibe carê ronahî dibe ji bo mirovekî şensekî pir bi qimete divê mirov qîmetê jiyanê dizanibe



02.05.2014 03:54 | babrisok

8. bila bibore mirin paqijîye. bingeha mirov e,



31.05.2014 08:43 | azadixwaz

9. dema mirov nexweş dikeve û paşê baş dibe ditahmijiyê, xwe lê xweş dike.. dema mirov dil dikeve û pê re mirad û meqsedên wî di dil de dimînin jê sar dibe û bi dûr dikeve.. filan..



31.05.2014 13:27 | endazer

10. lı profesoré zoolojiyé dıbéjın perperok rojeki tené jiyané dıbinin u paşé dımre.nızanım gelo raste yan neraste :/



31.05.2014 17:12 | neteweperver

11. stranbejek kurd e. dengewÎ jÎ gelek xweş e. xanimekÎ hejaye.



çend dekke bere strana wÎ canda radyoya tirşikÊ derket Û hat bÎramin zaningehÊ me çiqas zef wÎ xanie guhdar dikim. her wiha gelek heval aşiqe bejna wi Û lexistinÊ sazÊ wi bubu.



24.07.2014 00:51 | mala te ava

12. carina diyarîya xwedê ye carina jî cezaya wî.

erê "wî". ma me wê li vir jî bigota wî/wê???



24.07.2014 01:24 | simurg56

13. rêzeya belgefîlmek e ku trt kurdi diweşîne. bi rastî jî belgefîlmek pir xweş e. her wiha tirkiya vê belgefîlmê ji aliyê tuncel kurtîz ve hatiye zarve kirin.



17.02.2015 11:54 | aryen

14. pir dişibe wê sibehê ku piştî şeva ku tê de şûşeyek şerab hatî vexwarin tê...



29.03.2016 01:33 | ceso

15. Her ku jiyanê û însanan nas dikim bêtir bêedeb dibim. fikrên durû, gotinên kêm'eyar, xweziyên menfîetperest û xweperestiyên xwedêgiravî civakperestî, ehmeqên ku nizanin ehmeq in û olên zingarbûyî, hestên demborî û fanî, faniyên bêdawîxwez û kerên dupê... Eger ku hebe xwedê qira we bîne!



13.04.2016 22:39 | ceso

16. jiyan wisa bi lez bûye ku êdî mirov ji bêsebrî carnan beyî ku hay ji xwe hebe dixwaze weşana zindî ya televizyonan jî pêş ve bidiyê.



26.08.2017 15:31 | tizbîkêş

17. Navê birê min e. Navek xweş e û li wî tê. Bawer nakim ku li min bihata ev nav. *



07.11.2018 20:47 | xelîl

18. tiştekî ecêb e. bi çend sal e, bi qasî emrê min, ez tê da me, wekî ku di girtîgehê da me. pir caran jê aciz bûme. bihar tê, bihar gişt wekhev in. zivistan û payîz û havîn, gişt wekhev in...

havînên berê, berî deh-panzdeh salan, xweş bûn. îro, êdî havîn jî, bihar jî ne besê min e. ez wer dibihîsim ku pir tişt ji min çûye. min pir tiştên xweşik dîtîye. şikir ji xwedê ra. û êşên giran jî min kişandîye. xwedê yên xirabtir nede! êdî ferqa salan ji salên din ji min ra tuneye. li warê astronomîyê em lê binêrin çi diqewime... dinya dizivîre, li derdora rojê, diçe û tê. salê tûrekî diavêje. min sih zêdetir tûr avêtîye li derdora rojê. tiştekî xam tuneye. dihere û tê. demsal diçin û vedigerin. ez li vir çi dikim? ne tiştek. jiyan ji min ra wekî girtîgehekê ye. pir caran wer dibihîsim.



15.12.2019 01:38 | mirovekirind

19. Pir xerîb e, zehv bi êş e lê zor xweş e jî..
carinan bi keşmekêş e, bi hêsîr e ji dil dirije
carinan xweşî û şayî û bi coşî ye li ser ewrên esman e dipije..
hezar kul û derd tê da hene lê
hezar asêgeh hezar hezar dergeh lê hene.

her darek her çivîkek her beşerek bi xweliya xwe va dihewe li ser koka xwe şax dide dibe kokşaxî belav dibe.

him jî firaqetîya piştî tengasiyê ye.
carinan gumgumokek e li ser çeqilê darekî reng degiş dike.

him bextewariya di dilekî germ de ye him jî cehnema di dilekî sar da ye.

Carinan tu li kalî bajoyî li walî ye
Carna jî ew te nav girtîgehên asê da dajo dajo heftê heft ecdadê te li dûwelan digerîne.

Paşê dibe vîrûsekî dikeve gewriya her kesî.
derbas dibe diçe gellekan bi xwe ra dibe.

ew jinik îro ya te ye sibê ya yekî din
ew mêrik îro stûna mala te ye sibê bejinşirînê yeke din.
ev muzîk îro kêfê dide te sibê xemgînîyê.
dilek îro ji te ra buhişt e sibê dojeh.

heta tu ji xwe dihesî wext dibe dujminê te.
tu jî xilas dibî diçî.

jêrenivîs
Kalî : li kû alîyî
Walî : li wî alîyî

(bnr: devoka serhedê)



13.04.2020 01:05 ~01:23 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyan û heşwest

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî