Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
the shining - tirşik

A family heads to an isolated hotel for the winter where an evil and spiritual presence influences the father into violence, while his psychic son sees horrific forebodings from the past and of the fu...
(1 şîrove)
the shining
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Min berî salan pirtûka stephen king a bi navê medyum (navê orjînal: The Shining) xwendibû. Pirtûkeke xweş bû. Piştî çend salan jî min li fîlma wê temaşe kir. Ev fîlma The Shining li ser wê romanê hatiye kişandin. Ya rastî min ji pirtûka wê bêtir hez kiribû lê fîlm jî xweş e.





-------spoiler-------------

Di fîlmê de malbateke ku ji zarokekî û dê û bav pêk tê, zivistanekê li oteleke mezin weke nobedar dimînin ku zivistanê riyên wê otelê her tim bi berfê girtî ye. Li vê otelê beriya salan dîsa malbatek wisa ji bo noberdariyê çûye otelê û piştî wextekê bavê malbatê jina xwe û her du keçên xwe hûrhûr dike. Ev otela li çiyayên Koleradoyê ji bo Jack Torrance (bav) weke şensek e ku romana xwe binivîse. Loma vî karî dipejirîne dixwaze zivistanê tim li otelê bimîne. Danny (zarok) xwediyê taybetiyeke cuda ye ku ev taybetî tenê hinek mirovan de heye. Piştî wextekê Danny li otelê xeyaletên dibîne û êdî bawer dike ku bavê wî dikeve bin bandora van xeyaletan. Di zivistana sar û tenê de,(!--more--) her ku diçe bav diguhere û ji bo jina xwe dibe sedema tirsê. Herwiha Jack Torrance jî xeyaleteke bi navê Mr. Grady dibîne û pê re dibe heval. Ku ev zilam ew noberdarê kevin ê ku jina xwe û zarokên xwe kuştibû, ye.

-------spoiler-------------



Lîstikvan jack nicholson di vê fîlmê de performanseke gelekî baş nîşan dide. Jixwe fîlm hema bêje li ser lîstikvaniya wî hatiye avakirin. Dawiya dawîn min fîlmê eciband û loma wergerand kurdî û loma pêşniyar dikim.

wergera fîlmê ya kurdî li malpera wergerine.comê peyda dibe.



21.07.2013 21:21 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» the boy and the heron

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî