Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê - tirşik
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(9) (0) (4)
di mijarê de bigere

20. gelo heval 056 james brusk nikare ji mera bilêt eyar ke em jî werin.efem istanbul xoştur ama bena na



16.03.2015 21:29 | xeteraqirêj

21. min dil heye tevlî bibim lê ji salê carekî li vir dinivîsim lew newêrêm xwe bidim ber rexneyên we bavo *



17.03.2015 10:08 | gulan

22. (bnr: bena na)



17.03.2015 10:22 | ceso

23. seb xatirê simurg56 belkî beşdar bibim, naxwazim sozê bidim, vê pêlê min gelek soz dane û û paşê an pê re negihame an tiştin neketine bara hev de ji ber wê mecbûr mame sozên xwe daqurtînim.. lê eger ceso ji eskeriyê fîrar bike û bê, ez li ber sikratê jî bim ez ê civana xwe ya li gel melkemot paşde bidim û bêm civîna tirşikê.. ji bo koordînatorê civînê jî çend pêşniyar;

lîsteya nivîskarên li amedê û yên li derdora amedê dijîn deyne ber xwe û yeko yeko li wan bigire, heta li ber wan bigere, hêvî û lavan ji wan bike, ji wan re teklîfên wisa bike ku tu carî nikarin red bikin, kesên bên civînê çi qas zêde be ekl û çêja civînê û tesîra civÎnê ya ji bo danasîna tirşikê jî ew qasî zêde dibe.. û li ser twitter û facebookê nûçeya civÎnê ragihînin belkî kesinên ne nivîskar jî bên û bi vî awayî mûrîd û mubtelayên nû ji tirşikê re çêbin..

ji bo cihê civÎnê jî pêşniyara min big chefs e, li fîsqayayê ye, li jêr roj cafeyê (terasa bajêr) ye, gamze xanimê ew qas mesref lê kiriye, eyb e ku mirov neçe û carekî xwe nepirtikîne! *



18.03.2015 21:32 | endazer

24. A ku wê dîroka tirşikê de ciheke giring bigire. Wê beşdar pir bin, divê êdî hêjmar û beşdar hêdî hêdî aşkere bibin. Vaye ez bi îhtimaleke bilind, ezê li wir bim.



18.03.2015 21:54 | azadixwaz

25. (bnr: ez ê di şansa xwe nim!)



18.03.2015 22:18 ~22:18 | ferhenga şikestî

26. (bnr: ez ê jî di şansa xwe nim!)



18.03.2015 22:30 | mergehez

27. bila beşdervanên civînê wêneyên xwe yên rengîn û xweşik bigirin û li vir bi awayekî zelal biweşînin, da ku li wan binihêrim û bigirîm û hey bigirîm, nehlet li xeribiyê bînim!



18.03.2015 22:43 | ferhenga şikestî

28. Civîna min hêvî dikir yên ku beşdar bibin xwe aşkere bikin ne yên beşdar nebin*.



18.03.2015 22:46 | azadixwaz

29. civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hun li hêleke din... wekî ne bes be vê dewleta hov dest dabe ser her tiştê me îro jî nahêle em bên ba hev bicivin û çend gotin ji binê gotinê derxin. de bila soz û bext bûna ji endazer re ku min ji edaleta vî welatî dagirker bawer kiribûna minê firar bikira lê divê îro ez kerîtiyê û mêrantiyê ji hev biqetînim* da ku heta û hetayê qelema min ko nebe, hûn baş zanin ku edalet ji bêşerefan nayê payîn tew ku ew bêşeref vê dewleta dagirker be, ne tenê ji ber eskeriyê lew wextê ku bi azadîyeke mecazî li vî welatê digerim dîsa xwe azad hîs nakim lew gotin di ziman de, ronî di çav de, fikir di mêjî de û axîn di dil de dimîne, dimîne û dibe teht ne ji tirşikê bûya minê van fikrên xwe yên ji bermayîyek kevnar a hezar salî ya kufikî kû bîhna kurdiyê û keserê! ji wan tê minê ji kê re vebigota. tevlîbûna min a civînê mixabin ne mumkun e lê dîsa jî endazer tevlî civînê bûya ez ê pirr kêfxweş bûma ji ber ku hebûna nivîskarekî weke wî, hêz û bawerî dide meriv. em ê binêrin dê dewran xwe çawa veguhere... ;)



18.03.2015 23:28 ~2015.03.19 06:19 | ceso

30. civîna ku heke ez bişêm bo newrozê bêm e amedê,mîsoger ez dê beşdar bim.lê belê hatina min a bo amedê jî nediyar e.ka da binêrîn rojên pêşiya dê çi bêt pêşberî me xudê dizanît ..



19.03.2015 03:01 | vêca çiyeeee

31. Li gor peyaman yên ku esehî tevlî dibin:



(bnr: xendekî) yanî ez.

(bnr: brusk56)

(bnr: simurg56) jixwe ev bivênevê ne.

(bnr: pîlerka pîr)

(bnr: azadixwaz)

(bnr: quşxaneli)

(bnr: gulan)

(bnr: endazer) şert û merc avêtine meydanê lê wê bê *

(bnr: vêca çiyeeee)



Yên ji ber aboriyê nikarin tevlî bibin û ji tirşik company bilêt dixwazin:

(bnr: mergehezo nançû)

(bnr: xeteraqirêj)



Yên ji ber eskeriyê nikarin werin:

(bnr: ceso)



Yên dewletê dest danî ser wan û ji ber peywiran û nobetan nikarin werin:

(bnr: ferhenga şikestî) *



Yên din? Wek din kî heye, ka xwe diyar bikin?



19.03.2015 12:07 | xendekî

32. Civîna ku êdî divê em cih û saet û beşdarvanan net bikin.

1. Cihê hevdîtinê ;

Fikra min cigerim ocakbasi bû. Ji xeynî min endazer fikra xwe gotiye û dibêje bila big chefs be. Lê ger em biçin wê derê wê tirsik.net deriyê dikanê bigire û nema weşanê bike * bi qasê ez dizanim ew der gelekî bûha ye. Wê rojê hemşireyek li nexweşxanê digot fiyeta menûyekê li dor 100 tlyan e. Ger wisa be bi min hinek zêde ye. Lê ne wisa be cihek gelek xweş e bi rastî hêjayê çûyînê ye.

Gelo agahiya endazer heye di derbarê fiyetan de ?



2. Saeta hevdîtinê ;

Roja yêkşemê, saet 2 bi min baş e. ên ku dixwazin saetek din de pêk were bila bêjin.



3. Beşdarvan ; xendekî, brusk56, simurg56, pîlerka pîr, azadixwaz, quşxaneli, gulan, endazer, vêca çiyeeee, gelawej, feqiyeteyran

Heta niha ên ku em dizanin wê beşdar bibin ev in. Bila yên ku difikirin bên xwe eşkere bikin xêra xwe.



20.03.2015 11:00 | brusk56

33. Pêşniyareke min î pir xweş heye lê belê ez ê ji bo civîneke ku ez ê jî tevli bibim, bikim..



20.03.2015 15:35 | mergehez

34. Li Stenbolê :(



20.03.2015 16:29 | gernasnenas

35. hatina xwe ya civînê min hêj essehî nekiriye, ketime bela mêvanan de, ji ber wê ihtimal heye ku nekarim bêm.. ji bo big chefsê jî eger xwarin tenê be zêde ne buha ye, lê dema menû be, yanî selete û vexwarin û tiştên din ên ekstra jî di nav de bin hingî şûna hesabî dareke stûr û tûjkirî tînin dibêjin de rûne ser! * min bi xwe li big chefsê xwarin nexwariye û min ne niyet e bixwim jî, lê di wê dema ku ji bo kobaniyê li amedê pevçûn derketibûn û her der girtîbû, ji mecburî li otêleke meşhûr û têrstêrk min û hevalekî xwarinek xwar, camêran heta oksîcena me bêhemdî kişandî cerg û hinavê xwe jî avêtibûn ser hesabî, min kotek xwe jê xilas kir.. *

li lînka jêr xwarin û buhayên xwarinê yên li big chefsê dinivîse, koordînatorên civînê dikarin çavekî lê bigerînin, heta dikarin bi riya telefonê bazara xwe jî bi wan re bikin.. eger big chefs çênebû werin ez ê salona xwe ya malê ji bo danekî bidim kirê.. * http://www.bigchefs.com.tr//31

û di civîna din de nebibû nesîb lê di vê civînê de min gelekî divê elegez û cercîs rewanî pêşberî hevdu rûnin.. * û wekê dî gelek nivîskarên din jî hene di tirşikê de daimî nanivîsin, carina tên bêhna xwe li tirşikê fireh dikin paşê lêdidin diçin.. wek terkexem.. dîsa piştî civÎna pêşiyê çend nivîskaran li jêr mijara civînê gotibûn xebera me ji civÎnê nebû hey nexwe em ê esseh hatibûna, divê mirov bi rêyekî ji riyan xwe bigihîne wan, Û xebera wan ji civînê çêke.. û wextekî gulgenimek hebû nizabim hêj sax e an na, bawerim xebera wê jê çêbe ew jî wê bê..



20.03.2015 17:44 | endazer

36. ji dêvla hun herin big chefsê herin çayxaneyekê çaya xwe vexwin an jî herin cihekî ku ne bi vê zilmê û mesrefa zêde jî bişînin ji rojava re. qet nebe wê fêdeyek we ji gelê we re jî hebe.



21.03.2015 00:46 | berxweda

37. Civîna ku me gotibû bila di saet 2 an de be lê, ji ber ku mêvanên me yên ji dervê hatine dibêjin em dimînin dereng, me saet guherand û kir 1.

Xwedê hez bike em ê sibe 1ê nîvroyê bicivin.

Cî jî li gor rezervazyona ku ez eyar bikim wê bê diyar kirin.



21.03.2015 10:01 | brusk56

38. Civîna ku ji ber civîna min a bi weliyên xwendekarên min yên mektebê re heye mixabin ezê nekaribim tevlî bibim e.. Sibê seet 13.30ê civîna weliyan (velî toplantısı) heye. Min gellek dixwest ez tevlî we bibim lê mixabin ev civîn bû asteng.. Em li benda wêneyên civînê ne..



21.03.2015 15:12 ~15:13 | nan û av