Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
torrent - tirşik
torrent
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. riyeke daxistinê ye. Bi ya min nîvê înternetê daxistin e. Belkî di înternetê de peyva ku herî zêde tê bikaranîn download be, yanî daxistin be. mirov dixwazin her tiştî daxin, lê gelek caran jî nizanin ka wê çi, ji ku derê û çawa daxin. Riya ku herî zêde tê bikaranîn daxistina ji malperê ye. Weke mînak ji malpera me daxistina binnivîsan an jî daxistina fîlman û her cure tiştên din ê ji malperên weke rapidshare.com. Malperên parvekirinê yên mîna rapidshare wisa bixebitin:



1) Kesekî pelekê (fîlm, mûzîk, bername û pleên din) li malpera rapidshare'ê bar dike. Û lînka wê dide kesên din.

2) Kesên ku lînka vê pelê hîn dibin, bi vê lînkê vê pelan ji malpera rapidshare'ê dadixin.



Di vir de guhestineke yekalî heye. Yanî di xala yekemîn de pel ji komputera mirovekê diçe malpera rapidshare'ê, di xala duyemîn de ji malpera rapidshare'ê diçe komputera kesekî din.



Ji bo daxistina pelan riyeke din jî torrent e.



Teknolojiya Torrent çi ye û çawa dixebite?



Weke ku min li jor behsê kiribû, dema mirov daxistinê ji malperên mîna rapidshare'ê dike, pel tenê yekalî tê guhestin. Lê di Torrentê de guhestin dualî ye. Yanî pel him ji komputerên xelkê tê komputera we him jî pela li ser komputera we diçe komputera xelkê. em ji vê yekê re dibêjin Daxistin/Barkirin (Download-Upload)



Li vir mantiq wisa ye. Em bêjin fîlma Matrix li ser komputera Ehmed heye. Ehmed vê fîlmê bi riya torrentê parve dike. Wê demê kesekî weke mînak bi navê Serhat vê pelê bi torrentê ji komputera Ehmed dikişîne komputera xwe. Heye ku Ehmed li Elmanyayê Serhat li Iraqê be, dûrahî ne xem e. Bi riya înternetê ev yek mimkun e. Paşê kesekî bi navê Hogir ji Ehmed û Serhat bi hev re dadixe û ew jî dibe xwediyê fîlma Matrix'ê. Pêşîn fîlm tenê li ser komputera Ehmed hebû, loma Serhat tenê ji komputera wî daxistibû û loma karîbû hêdî hêdî daxe. Lê paşê dema Hogir xwest daxe, fîlm him li cem Ehmed him jî cem Serhat habû, loma Hogir him ji Serhat him jî ji Ehmed daxist û loma leztir daxist. Dema keseke din bixwaze wê vê carê ji van her sê kesan daxe û leztir daxe. Yanî çiqas kes vê fîlmê daxe, qalîteya vê torrentê zêdetir dibe. Ji hejmara van kesên ku xwediyê vê pelê ne, dibêjin "Seed" yanî hejmara kesên ku vê fîlmê daxistine. Loma dema mirov torrentek daxe, divê ya ku hêjmara wê ya "Seed" herî bilind e, daxe.



Weke hûn jî dibînin, mirov bi torrentê him fîlman (an jî tiştekî din) dadixe(download) him jî van fîlman dişîne xelkê (upload). Lê ger tu nexwazî bar bikî yanî upload bikî tu dikarî sînora barkirinê diyar bikî. Mesele tu dikarî bêjî bila herî zêde bi leza 10 kb/sn ji min were barkirin. Lê ger hûn wisa bikin xelk nikarin vê fîlmê bi lez daxin û ger xelk wisa bikin wê demê jî hûn nikarin vê fîlmê bi lez daxin. Yanî felsefeya Torrentê em dikarin bêjin ku parvekirin e.



Bikaranîna Torrentê - Bi Torrentê daxistina tiştan!



1) Ji bo ku hûn torrentê bi kar bînin, divê pêşîn hûn bernameyeke torrentê saz bikin. Ez dibêjim "bernameyekî" ji ber ku bi dehan bernameyên torrentê hene. Ya herî populer uTorrent e û min vê bernameyê wergerandibû kurdî jî: http://www.utorrent.com

Hûn ê vê bernameya biçûk daxin û saz bikin.



2) Piştî we saz kir, niha divê hûn ji bo daxistina fîlman û tiştên din, lînka torrentê ya van pelan peyda bikî. Ev lînkên torrentê gelekî biçûk in, yanî 100 kb fîlan in û li hezaran malperan peyda dibin. Weke mînak: http://www.mininova.org, http://isohunt.com û hwd. Hûn ê bikevin malpereke Torrentê, li qûtîka lêgerînê navê fîlmê (an jî ka çi pel be) binivîsin û lê bigerin. Wê ji bo lêgerîna we hinek encam werin dîtin. Divê hûn di nav wan de ya ku ji bo we herî baş e, hilbijêrin. Weke mînak dîqat bikin ka mezinahiya wê çiqas e, dîqat bikin ku hejmara wê ya Seed û Peer baş be. Piştî ku we torrenta xwe bijart lê bitikin û lînka torrentê daxin. Lînka torrentê tiştekî gelekî biçûk e, 100 kb fîlan e û navê wê weke mînak wisa ye: filma_matrix_kurdi.torrent

Vê pelê li komputera xwe tomar bikin (qeyd bikin)



3) Niha bernameya Torrentê vekin. uTorrent an jî ka we kîjan bernameyê saz kiribe. Û ji menûya bernameyê bikevin Pel)Veke û ji vir ew lînka ku we daxistibû, hilbijêrin. (Bi îngîlîzî File)Open bi tirkî Dosya)Aç ) Dema we lînka torrentê bi bernameya torrentê vekir, wê daxistin hêdî hêdî destpê bike. Ger qalîteya lînka torrentê ya ku we daxistibû baş be, wê demê wê fîlm gelekî bilez were daxistin ger ne baş be wê hêdî hêdî were daxistin.



Jêrenot: Ji bo ku daxistina we bilez be, divê hûn ji xwe re malpereke baş a torrentan bibînin. Di malperên baş de bikarhêner jî baş in û tenê danaxin û dema fîlmê daxin dihêlin ku xelk jî ji wan daxin. http://www.mininova.org, http://isohunt.com ku min li jor jî nivîsandibû, ne xerab in. Lê ji ber ku herkes bêyî ku bibe endam dikare bikeve malperê, heye ku Seed'a hinek fîlman hindik be û fîlm bilez neyê daxistin. Ez malpera http://zamunda.net bi kar tînim. Ez ji vê malperê her tiştî bi leza herî baş dadixim. Lê ji bo ku vê malperê bi kar bînî divê tu bibî endam. Lê endamên nû her dem nastînin. dema standin hûn jî dikarin niha bibin endam. Ger hûn nekarin jî hê gelek malperên din hene. Weke mînak:



http://thepiratebay.org

http://www.torrentreactor.net

http://torrent-finder.com

http://www.kickasstorrents.com

http://www.rockettorrents.com

http://www.torrenturkey.com

http://www.turktorrent.biz

http://www.torrentleech.org



21.07.2013 21:48 | simurg56

2. li vir jî hûn tişta le digerin karin zû pêy de bikin



http://torrentz.eu/



11.11.2013 21:36 | diljan

3. çi tişteke xweş e xwedaaaa. Hert tişt heye maşelleee mîna baqalên kurdistanê. Her tişt tê peyde kirin * E-pirtûk, fîlm, album û nizamçik nizamçik.



29.03.2017 04:17 | gulêê

4. Ger ev platform tunebûya wê min çi bikira nizanim.



21.10.2018 05:47 | xelîl

5. bila zamunda jî li vir be naverokeka zehf zengîn heye, endambûn pir hêsane û ya girîng jêderek pêbawere hefta çûyî min battlefield 1 ji wir daxist tam 60 gb heke encam pûç baya minê dixwenîha ji qehra.
Here lînkê



21.10.2018 23:55 ~23:55 | şikber

6. platforma ku piştî du salan dîsa daxistiye, zanim wê kombersa min girantir bike lê XWEŞ e ha, hema fîlm filna bevan tev hene
*



15.05.2019 23:34 | gulêê

7. a ku ez demeke dirêj e bikarnaynim.
piştî wextê mirov a li ser kombersê kurt dibe, mirov serî de ji tiştên wisa dûr dikeve.
ji xwe piştî bûm kiriyarê netflixê pêwîstî pê re nema.
lê disa jî carinan bêriyê dikim. daxistina filman pir xweş bû *



16.05.2019 22:45 | brusk56

8. di nav hemû sepan/bername û platforman fîlan de, tişta herî mayînde ye. ji bo peydakirina tiştên îllegal rîya herî hêsan e û ya jê girîngtir ew e ku gelek zehmet e ku were astengkirin. jixwe ji ber wê ye ku kevin nabe.

min dev ji gelek tiştên înternetê berdane, hemû malperên medyaya sosyal jî tê de, lê torrent nayê terikandin *



17.05.2019 23:33 ~23:33 | simurg56

9. Saziya ku bi navê bit torent diravekî krîpto derxistiye piyasê.
(bnr: btt)
(bnr: bit torent)



23.04.2021 04:01 | merwano