Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
jîjo - tirşik
jîjo
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. heywanê ku ji bo porê xwe tu carî joleyê bi kar nayne!



21.07.2013 23:55 | devliken kelogiri

2. li farqînê em jê re dibêjin, jojî.

dema em zarok bûn, ku xwe li hev digerand û dicivand ser hev, ji fiqurî me cixare pê dida kişandin. rebeno jî mecbûr bû bêhnê bide û bistîne, lewma jî ew dixana cixarê giş diçû hundirê wî. xwedê gunehên me efû bike!



21.07.2013 23:59 | keje bemal

3. jibona ku golik diya xwe (çélek) ne méje, jı pırça jijo perçeyek (wek maske) datinın ser bévla wé. Rebena çéleké dema golık té ku şir vexwe ew şujın... bé lomere be.



22.07.2013 13:12 | saryaudisasarya

4. Ji alema feysbûkê camêrekî xwesh lê kiriye, ez jî bi bêyî izna wî û bêyî nav û çavkaniya wî û bi serbilindî li vir datînim:



"Jîjo jî hez ji "leza hindik û sivik" dikin. Dikarin mara jî bixwun. Biderzî ne û jehr têsîrê li wan nakin. Heçî karine wan derziyên xwe ji wan texsîr nakin, lê dema xwe li nav heywanên biyanî (li cem însanan) dibînin xwe li xwe dipêçin..."



06.11.2013 01:28 | gordereş

5. dibêjin xebero goştê wî dermanê her nexweşiyê ye. yekî cîranê me pîr hebû gelek caran goştê jîjo dixwar pîrakan digotin ji ber ku dîsa zarokên wî çêbibin dixwe.

(bnr: ser bextê wan be) *



08.01.2014 14:54 | gêjê

6. dibêjin jîjo destê xwe li ser çêlîka xwe bir got çi şahîke *



08.01.2014 15:00 | gêjê

7. heywanek e. kêzik, şeytanok, kurmik, beq, mişk û maran dixwin. li henefiyan xwarina wan heram e lê li şafiîyan helal e. bi rastî dema ku mirov li tiştên ku ev heywan dixwe dinêre dilê min bixwe naçê. lê belê kêf kêfa xelkê ye ma me çi jê ye *

cureyeke wan heye ku dema ku xwe di tahlokeyê de dibîne tîrên pişta xwe diavêje dijminên xwe. jê re jî dibêjin sîxur.



08.01.2014 20:04 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» jîjo

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî