1. Şervanekî kurd e, li eniya twitterê de bi çekê xwe yê peyvên kurdî şer dike. |
|
12.02.2015 21:54 |
mîr
|
2. fenomenekî twitterê ye lê cûdahiya wî ji fenomenên din ew e ku tenê bi kurdî dinivîse. di tirşikê de jî niviskarek aktîf e lê bi çi navî dinivîse xwe eşkere nake .. |
|
12.02.2015 21:58 |
brusk56
|
3. Fenomekê twîtterê ye. Ev twîta wî li jêr ji aliyê birêz (bnr: remlavêj) ve hatiye copy-past kirin: |
|
12.04.2015 23:02 ~23:05 |
nan û av
|
4. fenomenê tivîtirê/feysbûkê û xwendekarê bijîşkiyê ye. li enstituya kurdî jî ders dibîne dibêm qey. jixwe ji amûdê ye, em dizanin. |
|
12.04.2015 23:15 |
vejin
|
5. Stalkerek timam e welle* |
|
13.04.2015 01:32 |
kevçiyê dil
|
6. ev 9-10 sale ku beşa bijîşkiyê dixwîne lê hê mezûn nebûye. dilyaro heyran de mezûn bibe da ku em werin bibine nexweşên te lo. Ji bilî bijîşkiyê serê xwe bi zimên re teşîne û xebatên xwe di bin banê enstituya kurdî de didomîne. her wiha em dizanin ku helbest û çîrokan jî dinivîse. |
|
13.04.2015 03:00 ~03:01 |
seydayê_peyvan
|
7. ez ditirsim ku sibero navê sî milyon kurd wek mijar li vir were vekirin.. |
|
13.04.2015 11:34 |
ferhenga şikestî
|
8. ewqas li twitterê nenivîsîya û li dersên xwe bixebitiya dê ji zûde di beşeke nojdariyê de bibûya pispor * |
|
13.04.2015 12:50 ~13:05 |
kurê bavê xwe
|
9. Qeşmerekî twitterê ye jê wa ye ku nivîsîna bi kurdî her tişt e lê ji bilî wê çi tiştê nizane, min hîn nedîtiye agahiyeke hêja ya dîrok, erdnîgarî ya siyasî nivîsiye, hema ji xwe re hînî çend tîpan bûye û dinivîse û quretiyên xwe li ser kurdînezanan dike. Min demekê ew şopand lê vala bû, encex rexneyan li xelkê bigire, qaşo helbestan dinivîse lê occo jê xweştir dinivîse. |
|
11.10.2015 22:57 |
dijber
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |