Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 48 peyam
dilyar amûdî - tirşik
dilyar amûdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şervanekî kurd e, li eniya twitterê de bi çekê xwe yê peyvên kurdî şer dike.



Car caran Kurdên tirkînûs re bang dike û gazî wan nivîsandina kurdî dike û car caran ezmûnan piçûk çêdike wek dipirse maneya wê peyvê çiye felan?

Kurdên tirkînûs re dixeyîde ji wan re şîret dike...



îro beşdarê Bernameya Lîstika peyvan bibû.



Ji Xelkê amûdê ye.



Twt: @dilyaramudi

Blg: http://dilyaramudi.blogspot.com.tr/?m=1





12.02.2015 21:54 | mîr

2. fenomenekî twitterê ye lê cûdahiya wî ji fenomenên din ew e ku tenê bi kurdî dinivîse. di tirşikê de jî niviskarek aktîf e lê bi çi navî dinivîse xwe eşkere nake ..



12.02.2015 21:58 | brusk56

3. Fenomekê twîtterê ye. Ev twîta wî li jêr ji aliyê birêz (bnr: remlavêj) ve hatiye copy-past kirin:

''Em ji rojên ku her kes "Hewal" di şûna "heval" de dinivîsî gihiştin vê derê.

Ev der ew der e ku her kes peyva "heval" tenê rast dinivîse''

Tişta xwiya dikê ku eew twît di 21ê Çileyê de hatiye avêtin.. Lê birêz (bnr: remavêj) ev peyam îro nivîsandi ye:

(bnr: https://www.tirsik.net/index.php?mijarid=14448&iro=on&rupel=1)

kesên heval wek hewal dinivîsin



12.04.2015 23:02 ~23:05 | nan û av

4. fenomenê tivîtirê/feysbûkê û xwendekarê bijîşkiyê ye. li enstituya kurdî jî ders dibîne dibêm qey. jixwe ji amûdê ye, em dizanin.



12.04.2015 23:15 | vejin

5. Stalkerek timam e welle*

(bnr: stalker)



13.04.2015 01:32 | kevçiyê dil

6. ev 9-10 sale ku beşa bijîşkiyê dixwîne lê hê mezûn nebûye. dilyaro heyran de mezûn bibe da ku em werin bibine nexweşên te lo. Ji bilî bijîşkiyê serê xwe bi zimên re teşîne û xebatên xwe di bin banê enstituya kurdî de didomîne. her wiha em dizanin ku helbest û çîrokan jî dinivîse.



13.04.2015 03:00 ~03:01 | seydayê_peyvan

7. ez ditirsim ku sibero navê sî milyon kurd wek mijar li vir were vekirin..

tê bêjî qey tirşik rojnivîska tirşikvanan e



13.04.2015 11:34 | ferhenga şikestî

8. ewqas li twitterê nenivîsîya û li dersên xwe bixebitiya dê ji zûde di beşeke nojdariyê de bibûya pispor *



13.04.2015 12:50 ~13:05 | kurê bavê xwe

9. Qeşmerekî twitterê ye jê wa ye ku nivîsîna bi kurdî her tişt e lê ji bilî wê çi tiştê nizane, min hîn nedîtiye agahiyeke hêja ya dîrok, erdnîgarî ya siyasî nivîsiye, hema ji xwe re hînî çend tîpan bûye û dinivîse û quretiyên xwe li ser kurdînezanan dike. Min demekê ew şopand lê vala bû, encex rexneyan li xelkê bigire, qaşo helbestan dinivîse lê occo jê xweştir dinivîse.

Tenê nivîseke wî di malperekê de hebû ku niha nayê bîra min li ser medya civakî û rojnamevaniya kurdî bû ku xweş bû.

Ji telefonê nikarim peyda bikim, eger we peyda kir li vir parve bikin.



11.10.2015 22:57 | dijber

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilyar amûdî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî