Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
xewnname - tirşik
xewnname
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tirşikvanekî nû ye, heta niha 42 peyam nivîsîne, serçavan hatiye.



14.02.2015 14:40 | xendekî

2. Mala Xendekî ava ku li ser navê min sernivîsek amade kiriye, her çendî gotibe tirşikvanek nû jî ye ji berê de li vir im lê rastiyek e ku peyamên min kêm e.



14.02.2015 16:16 | xewnname

3. Tirşikvanekî zimanxweş e, kurdiya wî kurdiyeke reş e. Heyfa wî heta niha çawa li ser navê wî mijar nehatiye vekirin. lê ka camêro pir binivîse lo. *



14.02.2015 23:20 | xendekî

4. were heval were

kevçiyê xwe li nav tirşikê de

têra te jî heye



15.02.2015 10:12 | malmirato

5. Naveke xweş e. bi xêr û xweşî.



15.02.2015 11:53 | azadixwaz

6. babam ev çendek dirêj e ku ez li van deran im hûn çima miemela nû li min dikin, tenê piçek hindik dinivîsim ew qas. de ka we qazê da min di destê min de kevçî û min xwe daye ber deriyê tirşikê ku para xwe hildim. de ser xêrê...



15.02.2015 19:33 | xewnname

7. Tirşikvanekî din jî weke xewnname heye, ew jî ne nû ye, lê hê nû mijarek ser navê wî vebû, bi hêviya ew jî weke xewnname bê qazê an gazê û xwe li tirşikê sor bike:

(bnr: rojgar)



15.02.2015 19:44 | xendekî

8. Gora ku ez zanim navê wî li ser înstgramê jî xewnname ye û profila xwe de dibêje '' xewnên di xewên xwe de dibînim, bi çavên xewî wek nameyan li deftera xwe ya xewnan dinivîsim ew jî dibe xewnname! ''



15.02.2015 21:30 | gulêê

9. nivîskarê tirşikê yê ku heta niha fonksiyona di tirşikê de peyamên taybet neceribandiye. min niha jê re du peyan şandin lê bersivek jî neda *



28.03.2015 14:33 ~14:35 | xendekî

10. ew kesê ku zêde di warê teknolojiyê de şaraza nîne. ji ber nezanîna bikaranîna tirşikê dereneg bersiv dide peyamên xwe.



30.03.2015 12:15 | xewnname

12. heye heye lê bi piranî tune ye. ku hindikek jî hebe efsûniya wî ji ber ku nikare xewnên xwe di hişê xwe de bigre tê. hema tûr, hûr û mûrê wî ev e li ber herkesî raxistiye. stop.



01.04.2016 11:03 | xewnname

13. hevalek qesenerm, devliken û zarîf e.



25.02.2020 01:21 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol