Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
fewzî bîlge - tirşik
fewzî bîlge
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wenesaz, nivîskar û helbeskarekî kurd e. mêrdînî ye. li zaningehên Stenbol û marmarayê xwendiye. li batmanê dijî.



Pirtûkên wî yê hatine çapkirin:



(bnr: jidilara, 2002 weşanên sî)

(bnr: 29+1, 2005 weşanên belkî)

(bnr: dîn in, 2006 weşanên belkî)

(bnr: qahpikên kuçeyan, 2007 weşanên belkî)

(bnr: bi şev mêrdîn stêrk in, 2008 weşanên avesta)



22.07.2013 01:21 | seydayê_peyvan

2. zilamêkî gelekî bi qedre...



22.07.2013 09:50 | felsefeyajiyane

3. Xwe li gellek tiştan qelibandiye, helbest û çîrokên wî serkeftî nîn in.



22.07.2013 11:58 | rojgar

4. helbestganekî bê prezarvatife mixabin.



10.08.2013 17:29 | tivirloismail

5. wekî din yeki pozmezin dilxirab û giloka qompleksane.di eslê xwe de di serê dandanakanê de miriye lê hê ji li van erdane.



10.08.2013 17:29 | tivirloismail

6. Di Theatraya kûrdî de têkhildina modernîzm û postmodernîzmê avakirîye



10.08.2013 19:35 | mam selam

7. Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li Unîversîta Stenbolê, beşa edebiyatê xwend. Heya ku dibistana xwe ya duyem, li Unîversîta Marmarayê beşa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di ajansên girafîkî de xebitî.

Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêşengeh li dar xistine. Şeş–heft salan di navendên çand û hunerî de di gelek beşan de, bi taybetî jî li beşên hunerên şêwekariyê berpirsiyarî girt û gihaşt gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj de hatine weşandin.

Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xweşik, arkeolog re zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.

Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî de gelek şagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan yek, bi navê »Jidilara« di 2002an de weşand. Di demeke kin de albumeke wî ya ku ji wêne û nivîsarên şîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan.



07.09.2013 19:01 | endazer

8. ji bo wanên ku hê nû dest davêjine xwendina bi kurdî pêshniyar nekin.. bila dilê wan li xwendina kurdî sar nebe, weku hatî serê min..



13.10.2013 01:33 | gordereş

9. wênesazekî ku awayê wêneyê xwe dixwaze derbasî nivîsandina(edebiyatê) xwe bike ye, di gelek berheman de ev şikl/awa serkeftî bikaranîye. Mixabin em ji hunera wêne û wenesaziyê fêm nakin lewre ji berhemên wî yên di warê hûnerî de ku asta fêmkirina me derbas dikin jî.



14.10.2013 00:53 | dîno

10. helbestên wî jî mîna wêneyên wî ne.çîrokên wî bi zimanekî sivik û xweş hatine honandin.dema ku dinivîse diyare ku qet zorê nade xwe.hema bi xwezayî diafirîne.xemma wî navdarbûn an liberçavbûn nîne.jixwe re di quncikê xwe de runiştiye û dûrî berjewendiyên dinyayê diafirîne.li Batmanê dijî.û gelek şagirtên wî yê serkeftî hene.bi eslê xwe wênesaz e. li ser wênesaziyê zanîngehek xwendiye.gelek wêneyên wî yên serkeftî hene.



14.10.2013 09:47 | krîstîn

11. min şanoyek wî temaşekir "koç" zêde didaktik, ajite û propaganda bû, listikvanê wê listikê jî, ya rebbi tu nekÎ nesib kû cardî derên ser dikê.... lê kar û xwebatên li ser wêje û wêneyên nikarim tiştek bêjim



14.10.2013 14:56 | arami

12. wênesaz e lê belê di rewşa wênesaziyê de dijberî "perwerdehiya akademîk a wênesaziyê" ye.



14.10.2013 20:19 | zero

13. Min çend roj berê keça wî ji çavên wê yî ku dishibe ê bavê wê nas kir. Çavine hûrik û weke hev nayê vekirin, yek hema hema tefandî ê din piçekî jê mestir, weke "stêra". Min ji wênesaziya wî hezdikir. Qasî ku min fêhm kiriye dest ji rengan berdaye. Lê min ji ahenga rengên wî û ji shopên firçên wî pir hezdikir. Namaze wêneyên wî yên keçên bi cil û bergên kurdî.



11.04.2014 04:12 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» fewzî bîlge

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî