Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
îrfan amîda - tirşik
îrfan amîda
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestvan û nivîskarekî ji nifşên rewşenê ye. mêrdînî ye. li zanîngeha dîcle'yê beşa mamostetîya dîrokê û li zanîngeha mêrdînê li ser ziman û wêjeya kurdî perwerdehîya bilind xwendiye. mijarên helbestên wî rexneya evîna kurdan, êşên ensest, hesret, keservedan, jin û jiyan e. amîda li mêrdînê dijî.



berhemên wî ev in:



(bnr: dimenên derizî, helbest, weşanên sî, 2002)

(bnr: nameyên nabersivin, helbest, weşanên aram, 2003)

(bnr: şopa neşuştî, helbest, weşanên lîs, 2005)

(bnr: zaremya, helbest, weşanên lîs, 2009)

(bnr: pêşangeha sûretan, roman, weşanên lîs, 2011)



22.07.2013 01:46 | seydayê_peyvan

2. bi xwe mirovekî pir henekçî ye . romana wî ya yekem pêşangeha sûretan ji weşanên lîsê derketiye lê li ser berga pirtûkê navê pirtûkê şaş hatiye nivîsandin



22.07.2013 02:58 | cîncoqo

3. Hevokên wî rewan nîn in, serê gavê xwendavan dilikume.



22.07.2013 12:01 | rojgar

4. hostayê peyvê şagirtê nefsbiçûkiyê ye camêr



01.08.2013 05:49 | maro

5. heger min ji wêjeyê hezkiribe(wêjeya kurdî) para vî camêrî gelekî têde heye.



12.10.2013 14:51 | dîno

6. baş e baş, bi nefsbiçûkiyeke din dê baştir be.



11.03.2014 21:45 | bavê salih

7. helbestvanê vê helbestê:





Ez zaremya

bizmika zimanê min zengiya

û zeng firîdî ji keviya lêvên min.

Min dît.

Di çêja peyvên hêwişandî de…

Min tamijand bi zimanê zivrikî.

Rahnên xewlaneya hişê ferhengê qolinc girt.

Min dît.

Û mezin bûm ji nişkan ve.

Êdî di devê min de hilnehat ziman.



......



Zimanê li şêmûgê yê şeva bêpenah.

ji paxila diya min xewn xurucîn zengeloka min.

Tahmzilindar.

Min dît.

firidî pêsîra diya min ji biskên berbangê.

Ji şîr vebûm ji nişkan ve.

Rahnên xewlaneya hişê şevê qolinc girt.

Min dît

Û biçûk bûm ji nişkan ve.

Êdî di devê min de hilnehat pêsîra diya min.



.....



Awiqîn mar.

Danegeriyan xewnên xwêdayî.

Kirasrizyayî û kulek

di kefa destê min de.

Min dît.

Ava zikê xwe vexwar mar.

Bi cizbê ket cuzûyên bextê bavê min.

Min dît

Û mezin bûm ji nişkan ve.

Êdî di kirasê bavê min de hilnehat laşê min…



....



Sênga lêvên qelaçî yên nixuriya min

Di xurîniyeke xewle de talan bû

Min dît

Tofan bû

Û miriyên beriya tofanê

Di dexlê bêbext-an

Giriyê bêwext-an

Xencerên bêtextan de riziyan

Min dît

Û pêrgî rûyê egir hatim ji nişkan ve

Êdî ji bîr ve nebûm li tu mişextan .



Irfan Amîda



25.03.2015 22:44 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» îrfanamîda
» amîdart

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî