Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
selim temo - tirşik
selim temo
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

36. helbesta wî ya (bnr: 11 meridyen) pir xweş e.

(bnr: yiğit tekin) ew helbesta pir xweş şirove kiriye..



15.01.2017 20:12 | bûtîmar

37. Pirtuka wî ya helbesta ji keştiya nayê ji weşanên lîsê çap bû. Û prologek û sê beşan pêk tê. Beş a dawî yanî beşa helbestên şînê û bi taybetî jî helbesta herî dawî pirr xweş e. Ziman di wir de wek cem diherike. Naaliqe nalikume. Kurmanciyeke pak û bedew e. Bes di temamê pirtûké de hê bandora tirkî xuya dibe. Ev jî kêmasîye. Bêhna wergerê ji gelek risteyan tê



23.03.2017 01:30 | hêvî

38. Li ser İnstagramê carîk careke din binê wêneyên xwe da dibêje ez helbestvan im û diweşîne *
kenê min lê tê. Erê bavo em zanin tu helbestvan î.
Em ewî têgihiştin okeey. Lê ezîzê min êja ew çi ye tu piraniya parvekirinên xwe bes bi tirkî dinivîsî?

kurdekî xorasanî di binê parvekirineke wî da gotibû ka keko ca bi kurdîya wê jî binvîse em tirkîtî nizanin..



12.05.2017 23:48 | bûtîmar

39. Zêde zêde bi pey bayê populîzma Tirka ketiye. Dixwaze di nava cemaweriyê wêjevanên Tirka de cihê xwe bigre û bi wan re her li sohbetên edebî yên bi Tirkî dihên axaftin bike.
Ji xwe kesekî heta niha bes 2pirtûkên helbestan ên kurmancî (keştiya bayê, Sê deng) û 7…8…9… berhemên Tirkî nivîsandine.



13.05.2017 11:53 | darînê daryo

40. Ciwamêr gava ku destê xwe diavêje çi tiştî bi hêjayî bi serdikeve. Van rojan nivîsên wî yên gazeteduvarHere lînkê ê gelek serkeftî ne. Mirov lê serbilind dibe. Çi zimanî binivîse jî mala wî ava be.



02.10.2017 22:00 ~2017.09.28 12:48 | robar cilo

41. Li quncikê xwe yê di rojnameya duvarê de Nivîseke xweş lê kiriye.
Here lînkê



23.02.2020 22:06 | xeyda

42. ewilî dema ku min selîm temo naskir bi rastî , min wî bi kurdbûna wî nas kir , ti car tirkî nedinvîsî.Lê ev çendeke li ser rojnameya tirkî dîwar dinvîse bi zimanê tirkî.Lê carna divê mirov wek selîm temo binvîse û şerma kurdên xwewendakirî nava eniya wanda bidê.
Selîm temo vî nivîsa xwe de wisa kirîye.

Belê kurdî dibe ku pere neke lê hertişt ne pere ye.Ev kesên ku nivîsê da hatine behs kirin bo popûlîzm û peran xwe kirina rewşek din. (bnr: qûnalês)



23.02.2020 22:20 | brzn

43. nivîsek gelek hişk nivîsandiye.
bi min hinek neheqî kiriye ye ji ciwanên kurd ên beşdarî pêşbaziyên mûzîkan ên li ser tv'yê tê weşandin re kiriye.



23.02.2020 23:31 | brusk56

44. selîm temo ne ku ti car bi tirkî nenivîsîye, beravacî vê yekê ji vir şeş heft sal berê amaje kiribû ku êdî helbestên xwe her û her bi kurdî binivîse. yanî ji ber sekneke polîtîk berê xwe dabû kurdî. beriya vê biryarê selîm temo bi pirranî bi tirkî dinivîsî.
ji bo ciwanên kurd ên ku beşdarî bernameyên popûlîst, bêhnpêketî, genî û bêkarekter Ên tirkan bûne, bi ya min rexneyeke sivik kiriye. ez ne şaş bim albûmeke bi kurdî ya dodên heye. yanê camêr bi esl û feslê xwe cara ewil bi mûzîka kurdî rabûye, lê wek ku ew bixwe diyar dike bi vî şiklî nehatiye cihekî lê dema çû li ber efendiyên xwe qinyet anî ku dê were ciheke payebilind(!)
li bernameyê hîç behsa kurdbûna xwe nekir, hîç behsa xwe nekir negot min albûmek kurdî heye...
yanî camêr zane yê ku here li ber efendiyên xwe divê xêtir ji hefsara bixwaze



24.02.2020 09:26 | ferhenga şikestî

45. Di nivîsa xwe yî dawî de bi serkeftî henek ,tinaz û rexneyên xwe li sîyaseta tirkîyeyî bûn kirîye.
Beşdarbûna ciwanên kurd yê bernameyên romê bi awayekî serkeftî rexne kiriye. Rewşa civaka kurd ya dawî anîye pêş çava. Rewşa hûnermendên qaşo-kurd anîye ber çava.
Belê hemu rexneyên wî rastin û di cih de ne. Kêm gotiye zêde negotiye.di bernamê romê de kurdan weke gundîyan û kesên paşdemayî ,cihêl didin nîşandan. Ew tenê kurda layiqî çend cilên heremî,hinek govend,çend stran û tirkîka xerabe dibînin,kurdan derdixin pêşberî bîneran û wek meymûnên di sîrkê de didin lîstin û ji xwere dikenin û çepika dixin. Çawa çê dibe ez jî nizanim lê ev yek xweşîya kurda dere .



24.02.2020 11:03 | tîrêj zana 21

46. Gotarên wî yên di rojnameya duvarê de hêjayî xwendinê ne. Di çarçoveyeke dij kolonyal li bûyer û qewimînên li bakur dinêre û dinivîse, belkî ji loma di nivîsên wî de îma, îronî û sarkazm ser ve diçin. Ji ber paşxaneya wî ya poetîk be belkî hewldana nivîsandina bi zimaneke helbestî nivîsê di hinek cihan de dixitimîne, pê re xwendevan jî li hinek cihan dilikume, nikare zêde pê de here. Wekê din, cihên pêdivî dikare xwe jî rexne bike, ji ber ku berê li Trt Kurdî û artukluyê de xebitiye her çend bi min hewce neke jî belkî ji bo xwe ji rexneyan bide aliyekî, dema mesele tê ser, berê rexneyê dide xwe jî.
Di nivîsa xwe ya dawîn de ji vir heta cem Xwedê mafdar e, di barê herdu xêroyan de jî. Ji xwe hîn hibra nivîsê ziwa nebûyî xêro ebbas ji dev û Tirkiya dostê xwe ahmet gûneştekîn li ser twîtterê bersiva wî daye û peyitandiye bê Selîm Temo çi qas mafdar e.



24.02.2020 22:33 | endazer

47. di nava helbestên wî yê kurmancî de risteyek jê ya herî xweş jî ev e:
"çûyîn çi peyveke dirêj e"

lê bes çi fêde wisa xuya ye zêde di bin bandora cemal sureyayî de mayî ye.
""sevmek" ne uzun kelime"

Van rojên kembax de dest bi YouTubeyê kiriye.
Kerem bikin:
Here lînkê



06.04.2020 21:22 ~21:26 | giyanstêr

48. nivîskarê ku li ser medyaya civakî tiştekî bi kurdî parve bike teqez wergera tirkî jî li binî rêz dike ye.

ji ber ku me rexne li wergera mem û zînê anî û got bira tirk kurdî fêr bibin û ji xwe re wergerînin. li ser vê fikra me hêrs bû û me weke nezan, paş de mayî hesiban.

ji kurdî zehftir xizmeta zimanê tirkî kiriye.

kurdên xorasanê dema tên cem hev ku bi hev re bi farisî biaxivin çawa ku bidin dijûnê diya hev dihesibînin. lê vî nivîskarê pirtûka li ser xorasanê tirkî çap kir.



07.04.2020 04:51 | roberz

49. Nivîskarê ji nivîsên wî diyare bi çavêkî pir mezin li xwe dinere û kêfê biçûk xistina hinek kurdan distîne. Em vê biçûk dîtinê ji cî kî nas dikin Selîm Temo.



07.04.2020 15:14 ~15:26 | f

50. her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kurdolologan. li gor wî zanîngeha dîcleyê qedexe daniye ser nivîsîna tezên bi kurdî û bi ser de jî êdî dersên kurdî, bi tirkî dê werin pêşkeşkirin. belê armanc û nêta piraniya tirkan li ser gotinên birêz temo ne lê feydeya îddiayên wisa jî nagihîje ziman û akademiya kurdî.

yek, nivîsîna tezên kurdî nehat qedexekirin. û dido, dersên kurdî, bi tirkî dê neyên pêşkêşkirin. selîm xoce çima ku di bernameya zanîngehê de dîtiye li hemberî navê dersan wek ziman tirkî hatiye nivîsîn xwe loma aciz dike. lê bîlesebeb xwe diwestîne, ji xeynî dersên îngilîzî, frensî, elmanî û hwd. her tim tirkî dinîvîse, mîna di beşên erebî, farisî, suryanî, çînî, sanskrîtî, Rûsî, gurcî û hwd. de.

xwezika ji bo kurmancî û zazakî ev rêzika hanê wisa nebûya lê mixabin em li tirkiyê dijîn ku mezûnên van beşan bi zanebûn nayên wezîfedarkirin.



05.08.2020 01:30 ~01:52 | ezcan

51. îro li ser facebookê daxuyaniyeke xweş belav kiriye ku bêhemdî bi meriv dide gotin oxweş û destxweş: Here lînkê Here lînkê

tirkî nivîsiye min kir kurdî:

min van rojan çend caran dî jî ev hevok bi kar anî: "dewleta komara tirkiyeyê ez ji akademiyê derxistim, kurdan jî ez ji akademîsyeniyê derxistim!"
cihên wek weqfa îsmaîl beşîkçî û weqfa mezopotamyayê carek be jî ne vexwendin û ne jî tevlî tu xebat, proje, lêkolîn, komîsyon û partiya lahmacûn a akademîk kirin. her wiha kes me venexwîne sempozyûmên akademîk ên li ewropayê tên lidarxistin, spas ji xwedê re! belê hecî û xuşkan, şerm e ez bibêjim li bakurê kurdistanê ez yekem kes im ku di warê ziman û wêjeya kurdî de doçentiyê wergirtiye. lê ne kurdolojiya dewletê min qebûl dike, ne jî -hevalê wê yê hêja- kurdolojiya weqfan. ez akademîsyenê êş û kederê me!
derdora nûbiharê nivîsandina dîroka "bêterefiya derewîn" didomîne. kurdên maqûl û meqbûl. kovara nûbihar akademî deh salî bûye û sempozyûmekê li dar dixe. dema meriv ji akademiyê tê avêtin, ev tê wê maneyê ku ev begleran meriv êdî wek akademîsyen nahesibînin. sempozyuma ku di sala 2015an de li dar xistin ji bilî min ji her kesî re li zanîngeha artukluyê dawetname şandibûn!
ji edîtorên profbûyî yên kovarê abdurrahman adak, min îxbarî rektorê wê demê kiribû. hayrullah acar jî dema ku ne li bajêr bû, bi tesdîqkirina "min dît, ez dipejirînim" rapora sûcê ku der barê min de hatibû amadekirin îmze kir. (min ev rapor bêyî îmza bikim kir girover û şand ji wan re dîsa.) paşê li hev kom bûn û çend kesên din ji heman rektorî re îxbar kirin û gotin, "ew nimêj nakin". di dawiyê de wek hemû kom bi rektorê ku em îxrac kirin re bûn heval. ew kesên xwedî exlaqê akademîk, însanî û olî.



02.12.2023 00:36 ~00:37 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» selim çürükkaya
» temo nasir bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî