Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dû dane dû - tirşik
dû dane dû
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbesteke nadir qazî ye ku ji wê gotina qazî mihemed e ku digot: Du cara du nabe çar, dibe yek. Kurdistan jî wilê ye. Helbesta wî:





Dû Dane Dû



Dû dane dû nabêt be çiwar

We bîrme le mekteba deyan pirsî

Dû dane dû dekate çend?

Hemû têkra deyan nûsî

Dekate çiwar

Keçî emin le hisaba nimrey kemim dehêna we

Dehatime xwar

Ewîş tenya le ber ewey lay min wa bû

Dû dane dû

Debê be yek

Nabê be çiwar

Lay min wa bû

Didan û dû lêw û ziban

Nabin be çiwar

Debin be zar

Be têkrayî deken hawar

Lay min wa bû

Dû dest û dû laqî mirov

Nabin be çiwar

Le leşêk da wa dêne kar

Lay min wa bû

Gerrek, xanû, kolan, şeqam

Nabin be çiwar

Debin be şar

Têyî da dejîn dewlemend û xelkî hejar

Lay min wa bû

Kolke û rîşe, liq û gela

Nabin be çiwar

Debin be dar

Hendêk kurt û hendêk dirêj wekû çinar

Lay min wa bû

Ewîn û dil, ciwanî û pakî

Nabin be çiwar

Debin be yar

Le lay dildar

Ew hemuwe wa dû be dû

debin be yek

Nabin be çiwar

Yekcar zor in

Belam le kwê dêne jimar?

Tenya ewendey dezanim

Eger leşim sed parçe ken

Bimdene jêr gule û regbar

Biçme ser dar

Qisey dilim dête ser zar

Kurdistan her wilatêk e û

Nabê be çiwar



Nadir Qazî



Tablo: komarî mehabad, Qazî Mihemed

Here lînkê



17.02.2015 14:59 | xendekî

2. Bi kurmancî jî:



Tê bîra min di dibistan de dihat pirsîn

2 + 2 dibe bi çend ???

Hemû bi hev re dinivîsandin

Dike çar

Tenê min di hesab de nimreyê kêm dianî û di hatim xwar...

Ew jî tenê ji ber li ba min wiha bû 2+2 dibe bi yek nabe çar

Li ba min wiha bû

Diran û du lêv û ziman

Nabin bi çar dibin bi zar

Bi hev re yî dikin hawar...

Li ba min wiha bû

Du dest û du lingê mirov

Nabin bi çar

Di laşek de wiha tê ne kar...

Li ba min wiha bû

Tax, xanî, kolan, cade

Nabin bi çar

Dibin bi bajar

Têde dijîn dewlemend û xelkê hejar...

Li ba min wiha bû

Kok, reh, lik, pel

Nabin bi çar

Dibin bi dar

Hinek kurt û hinek dirêj wekî çinar

Li ba min wiha bû

Evîn û dil, delalî û pakî

Nabin bi çar

Di bin bi yar

Li ba dildar...

Ew hemû ye wiha 2+2 dibin bi yek

Nabin bi çar

Yekcar gelekin

Velê li ku tê ne jimar?

Tenê ewî dizanim

Eger laşê min sed parçe bikin

Min bidin jêr gûle û recbar

Ez biçim ser dar

Gotinê dilê mi tê ser zar

Kurdistan her yek welat û

Nabe bi çar



Nadir Qazî

Kurmancîkirin: harîkar badînî



17.02.2015 15:02 | xendekî

3. vîdoyek hatibû amadekirir û ev helbest dihat xwendin, dihat gotin ku kesê vê helbestê dixwîne Qazî Mihemed bixwe ye, bandorek mezin li min kiribû. lê paşê her çendî ez gelek lê geriyam min vîdeoyê nedît û min hêjî nedîtî ye.



17.02.2015 17:19 | xewnname

4. vîdeoya ha li ser youtubê heye ezê parve bikim..

her carê ku guhdarî dikim purtên laşê min rîp dibin, tevz dikeve laşê min, ne yek, her car gav car li ser hêv guharî dikim..





18.04.2016 16:58 | ferhenga şikestî

5. Helbesta Nadir Qazî ye. Bi dengê wî:



03.11.2022 22:48 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dûvikên bacanê reş
» danegeh
» dû dilî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî