Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
clash of clans - tirşik
clash of clans
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lîstikekê stratejî ye. Ji alîye supercell hate çêkirin.

Di hem android hem jî ios de heye. Ez jî ev lîstikê pir dileyzim. Habek klanê me jî heye. navê vî kürdistan e.(bi rast kurdistan lê hevalên min xelet nivisin û bû kürdistan)



18.02.2015 00:05 | nivîskarê bêkes

2. lîstika minji acizî destpê kir. navê klanê kurdo ye. di klanê de yekî navê wî ardalan heye. aha ew ne ez im. ev ji bo nas kirina klanê bû *



28.10.2015 17:25 | berxweda

3. lîstikeke pirr xweş e. çend sal e dilîzim û gundê min normal e. lîstikeke wisa cidî ye ku di hevdîtina pêşî ya bi keçikê re min daxwaza pênc deqe lîstikê kir da ku şerê xwe yê klanê bikim* navê min "berxwedan" e (bi tîpên mezin) û navê klana me "azadi" ye. peyama klana me ev e:



"bijî azadî û berxwedana kurdîstanê! bijî serxwebûna kurdistanê! bijî kurd û kurdî û kurdîstan!"





13.11.2015 00:45 ~2016.01.20 19:42 | ceso

4. Lîstika ku salek berê min ji ber meraqê dest bi lîstina wê kir û piştî ku min dît ez hertim dilîzim min jê bir. Mehek berê filan min dîsa daxist û lîst û dîsa hertim dilîzim. Niha ji ber ku li amedê hertim aciz dibim dilîzim dibe ku piştî ku çûm izmirê dîsa jê bibim.

Lîstikeke ecêb xweş e û nivîsabariya wê jî gelek baş e. Her tişt girêdayî înternetê ye. Tu di şer de leşkerekî dişînî lîstik vê yekê li serverên xwe qeyd dike. Ji ber vê jî mirov nikare hack bike.

Niha ez xendekî û hevalekî din, em tenê ne. Ji ber wê em naxwazin klanekê ji xwe re vekin lê ku çend hevalên din jî werin em ê klan vekin.

Welhasil ku karê karên we pir bin, teqez dest pê nekin. Hemû wextê we dê li vê lîstikê biçe..



Edit: ku em ji tirşikê 5 6 heval hebin em dikarin bi navê "tirşik" klanekê vekin *



05.09.2016 04:20 ~04:22 | mergehez

5. lîstikeka ecêb e, dema xelk dilehîstin min digot yaw ma ev çi lîstik tu tiştekî nakî, tenê tu leşkera berdidî û ew şer dikin; lê niha ez jî ketim bext û tora vê lîstikê. ez û mergehezo nançû me malik li lîstikê xira kir, stratejîyên em li ser wê dikin tu kes nikare; yên ku ev deh sal e dilîze jî wek me nikare li ser şerekî stratejîyê bike.

em hêdî hêdî ji bo karakterên lîstikê navan çêdikin:
-sêhrbaz
-dêw
-keybanû
-mîr
-tîravêj
-hewapiff
-hewaparêz
-keleha klanê
-şerê klanê (şk)
-...

klan
klaneka me he ye; navê wê qetran e, ji tirşikê ez, mergehez û ehmed di vê klanê de, tirşikvanek din jî hat, lê paşî veqetîya (ez navê wî nebêjim)

ceso *

klana me bi kurdî ye, hevalekê sîneyî jî tevlî me dibe, û yên din jî ji bakur in. kesên bixwazin tevlî me bibin, werin klana kurdî *



05.12.2016 22:56 | xendekî

6. niha gundikek lê zêdê kirine. tu bi du gunda re mixûl dibe. baş çêbû xelk jê aciz bûbû ji xwe.



23.06.2017 10:25 | xwelî li ser

7. klana kurdistanê ya kurdên başûrî demekê di cîhanê de yekemîn bû û eve bûbû egera harbûna turkoyan. ya rastî serbilindîyeka mezin bû, nebêjin hew lîskek e hemî cîhanê navê kurdistanê li wir didît. niha klan ne xwanê ye lê vê carê hesabê yekemîn (yanî yê herî xurt) bûye yê kurdekî. navê klana wî jî "kurdistan is 1" e, yanî navê kurdistanê dîsa di rêza yekemîn de ye.



07.01.2023 23:41 | keyomerd

8. Tê bîra min ez biçûk bûm û min dixwest hesaba min birastî gelekî mezin be ji bo vê yekê min li ser youtube vîdyoyên dizîtinsa hesaban temsşekiribûm û min li ser vîdyoyê çi dikirin min jî dikir û piştre min dît ku hesaba min hatiye astengkirin...

Min dîsa nelîst heta îsal. Min dîsa destpê kir û xwe xûrt kir. Lê nizanim berê xweştîr bû. Tiştên xerib hatiye lîstikê û tama coc nemaye..



11.12.2023 21:56 | horhorik

9. lîstika stratejiyan e. niha klaneke me heye. 4 tirşikvan jî tê de ne. tirşikvanên din jî Kerem bikin werin, navê klanê qetran e.



14.12.2023 17:25 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» clash royale

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî