1. Lîstikekê stratejî ye. Ji alîye supercell hate çêkirin. |
|
18.02.2015 00:05 |
nivîskarê bêkes
|
2. lîstika minji acizî destpê kir. navê klanê kurdo ye. di klanê de yekî navê wî ardalan heye. aha ew ne ez im. ev ji bo nas kirina klanê bû * |
|
28.10.2015 17:25 |
berxweda
|
3. lîstikeke pirr xweş e. çend sal e dilîzim û gundê min normal e. lîstikeke wisa cidî ye ku di hevdîtina pêşî ya bi keçikê re min daxwaza pênc deqe lîstikê kir da ku şerê xwe yê klanê bikim* navê min "berxwedan" e (bi tîpên mezin) û navê klana me "azadi" ye. peyama klana me ev e: |
|
13.11.2015 00:45 ~2016.01.20 19:42 |
ceso
|
4. Lîstika ku salek berê min ji ber meraqê dest bi lîstina wê kir û piştî ku min dît ez hertim dilîzim min jê bir. Mehek berê filan min dîsa daxist û lîst û dîsa hertim dilîzim. Niha ji ber ku li amedê hertim aciz dibim dilîzim dibe ku piştî ku çûm izmirê dîsa jê bibim. |
|
05.09.2016 04:20 ~04:22 |
mergehez
|
5. lîstikeka ecêb e, dema xelk dilehîstin min digot yaw ma ev çi lîstik tu tiştekî nakî, tenê tu leşkera berdidî û ew şer dikin; lê niha ez jî ketim bext û tora vê lîstikê. ez û mergehezo nançû me malik li lîstikê xira kir, stratejîyên em li ser wê dikin tu kes nikare; yên ku ev deh sal e dilîze jî wek me nikare li ser şerekî stratejîyê bike. ceso * klana me bi kurdî ye, hevalekê sîneyî jî tevlî me dibe, û yên din jî ji bakur in. kesên bixwazin tevlî me bibin, werin klana kurdî * |
|
05.12.2016 22:56 |
xendekî
|
6. niha gundikek lê zêdê kirine. tu bi du gunda re mixûl dibe. baş çêbû xelk jê aciz bûbû ji xwe. |
|
23.06.2017 10:25 |
xwelî li ser
|
7. klana kurdistanê ya kurdên başûrî demekê di cîhanê de yekemîn bû û eve bûbû egera harbûna turkoyan. ya rastî serbilindîyeka mezin bû, nebêjin hew lîskek e hemî cîhanê navê kurdistanê li wir didît. niha klan ne xwanê ye lê vê carê hesabê yekemîn (yanî yê herî xurt) bûye yê kurdekî. navê klana wî jî "kurdistan is 1" e, yanî navê kurdistanê dîsa di rêza yekemîn de ye. |
|
07.01.2023 23:41 |
keyomerd
|
8. Tê bîra min ez biçûk bûm û min dixwest hesaba min birastî gelekî mezin be ji bo vê yekê min li ser youtube vîdyoyên dizîtinsa hesaban temsşekiribûm û min li ser vîdyoyê çi dikirin min jî dikir û piştre min dît ku hesaba min hatiye astengkirin... |
|
11.12.2023 21:56 |
horhorik
|
9. lîstika stratejiyan e. niha klaneke me heye. 4 tirşikvan jî tê de ne. tirşikvanên din jî Kerem bikin werin, navê klanê qetran e. |
|
14.12.2023 17:25 |
xendekî
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |