Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 32 peyam
peywira rojhilatê - tirşik
peywira rojhilatê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heye ku bibe sedema wê ku kesên ku nû dest bi kar kirine, yanî ecemî ne, werin kurdistanê û bibin sedema xeletiyan û belkî seqetiyan.

lê berpirsiyarê vê yekê tenê ne dewlet e. ji dewletê zêdetir, berpirsiyarî ya kurdan bixwe ye.

li gel ku, têra kurdan mamosteyên kurd hene, lê nayên li welatê xwe kar nakin. ev ne karê taybet e ku mirov bibêje li kurdistanê derfeta kar tune. ev kar li kurdistanê jî û li bajarên tirkan jî wek hev e.



dîsa di nav kurdan de têra kurdan doktor û endezyar jî hene lê piraniya wan jî nayên û li welatê xwe naxebitin. gelek hevlaên min yên kurd,dema hê em li zanîngehê bûn jî, digotin piştî me xelas kir em dixwazin li stenbolê fîlan bimînin, welatê me gelek falan fîlan e.



ê dema wisa be, dewlet jî mirovan bi kutekî dişîne welatê me. gelo kurd çima bi kutekîya dewletê tên li welatê xwe dixebitin û çawa ku keys dibînin, jê direvin?

divê em pêşîn bersiva vê pirsê bidin.



19.02.2015 20:51 | simurg56

2. “berberê ecemî, li ser kerên kurdan hînî tiraşê dibe.”

“nalbendê ecemî xwe li ser kerên kurdan hînî lêxistina nalan dike.” (gotinên di nav “nîşaneka dunikê de” di eslê gotinên pêşiyên tirkan e)



li gorî wan gotinan pêşiyên tirkan, divê kesê ecemî malê xwe telef neke û ecemîtiya xwe li ser malê kurdan biceribîne. lewra hingî ku tirkan erdê mezra botan lewitandiye, mirovên xwe yên ecemî bi ser navê “peywira rojhilatê (şark gorevi)” şandine ser serê kurdan û ew perwerde kirine; paşê ev kesên perwerdekirî li herêmên rojavayê romê peywirdar kirine. wekî nimûne bijîşkekî ecemî tê kurdistanê, qaşo kurdan tedawî dike û bi salan li wir dimîne. di vê navberê de çiqas nexweş bi boneya tedawiya xerab seqet û nivîşkan mabin ji kîsê kurdan diçe. her wekî her kes jî dizane hikûmeta tirkan a desthilatdar jî xwe êdî hoste dihesibîne. çima ku ev sê car in tê ser hikûm rayedarên wê daxuyaniyan didin û dibêjin ku êdî dewra şagirtiya wan qediyaye û ew bûne siyasetmedarên pispor. bi vî awayî mirov baş tê digihêje ku ev siyasetmedar bi sayeya kurdan bûne siyasetmedarên pispor. ji aliyekî din ve artêşa tirkan jî bi riya xizmet û olama cehşên kurd xwe li ser erdnîgariya kurdistanê perwerde kirin.



19.03.2015 21:06 | remlavêj

3. ji bo ku mirov faşistbûn û dagirleriya dewleya tirk îzah bike ev yeka han bi tena serê xwe bes e.



25.03.2015 14:24 | ceso

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» peywira rojhilatê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî