Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
bişaftin - tirşik
bişaftin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: asîmîlasyon)

(bnr: helandin)

"Tirk dixwazin kurdan bibişêvînin."

Ya hêzdar ya bêhêz wek xwe dike, dibişêvîne, asîmîle dike. Serdest dixwazin bindestan bihelînin, çanda wan zimanê wan winda bike û zimanê xwe, çanda xwe libser wan ferz dikin, navê vê bişaftin e.



19.02.2015 17:10 | xendekî

2. (bnr: xwebişaftin)



19.02.2015 17:10 | xendekî

3. min aniha fêm kiriye ku ji bo kurdên tirkiyayê tiştekî 'qaçinilmaz' û normal e. 2 - 3 sal pêş de ez gelek li ber diketim dema ku min kurdekî kurdînezan didît. bi rastî ew hest piçekî liberketin û piçekî jî hêrsbûn bû. kurdiya min jî berê qels bû, bi qasî 5-6 sal berê min bi kurmancî fêm dikir lê dema ku bi kurmancî xeber dida qiseyên min tê tijî peyvên tirkî bûn. kurdiya min li gor min hê jî kêm e, lê ya niha ji ya berê baştir e. wî salê min çend pirtûk kirîbûn û her roj li ser wan pirtûkan çavên xwe diwestand heta ku min fêm kir. fêrbûna kurdî bo min hinek zehmet bû lewma dema ku min kurdekî kurdînezan ditît hêrs dibûm ji ber ku min di dilê xwe de digot 'çima ez ketibûm wan zehmetiyan bila ew jî fêrî kurdî bibin, ew jî bikevin wan zehmetiyan'

par min gelek tişt dît, gelek kes nas kir, û di dawiyê de min fêm kir ku bi kurdî axaftin dijwar e ji bo gelek kesan û em nikarin ji xelkê tiştekî wisa bixwazin. ji ber vê yekê meriv dikare bibêje ku ev bişaftin aniha ne tenê bi destê tirkan e û nasekine jî.

hê jî li ber dikevim lê êdî ne bihêrs im.



13.03.2018 03:26 | sloujouc

4. Kurdên herêmên wek Meletî, Sêwas, Erzurum, Elezîz, Entab û hwd, ku hatine asîmîlekirin, heger îro dewletek me çê bibe û ew herêm di nav de bin, gelo em ê karibin bêyî qedexekirina ziman, dibistan, pirtûk, weşan û TV û partiyên tirkî, wan asîmîle bikin, wan cardin bikin kurd?



10.07.2019 20:40 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bişaftin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî