Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
destana egîdekî - tirşik
destana egîdekî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Destana Egîdekî-1



"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,

Bibarînin bibarînin, birano

Ev me çi dihesibînin!"

Hemu roj, hemu êvar, hemu şev

Wî weha gotibu u gule barandibû

Roj qulipîbu ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê



Şer berdewam bu

Beden westiyayî, keser giran, birîn kur

Mêjî xurt,avur tuj

Dil keleha mêrxasiyê bu

Lome ji ne şerm bu

Ya man ya neman bu



Çi ji destê wî, çi ji deste wan dihat...

Îxanet li re bu

Îxanetê zora welatevîniyê biribu

Dor li wan girtî

Li jêr esker,

Li jor helîkopter

Nefes li wan çikyayî bû

Li pala çiyayen serîbilind

Di gundekî beçare ye Kurdistane de

Wext, wexta şer, man u nemane bu

"Hevalno, em çi bikin...

Begavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e

Le, gava begavî li ber deriyan e

Wext, wexta jîr u mêrxasan e

Wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî u huner e

Em penc kes, ew penc hezar kes

Em penc hezar dil, ew penc dil

Em penc hezar dilen biheq, ew neheq

Kî dikare dile bi evîne hildave vegire?

Ma ev me çi dihesibînin!.."

Yek bi yek li hevalen xwe niherî

Ew yek bi yek hembez kirin

Bi herdu tiliyên xwe yen deste raste simbele xwe bada



Çek, pusat u rextên xwe şidandin Berîk ajot deve tifinga xwe 0 got;

"Hevalno, ji bîr mekin

Em penc hezar dil

Penc hezar efsaneyên li ser levan

Penc hezar destanên li ser kaxizan in

Penc hezar sterken ronîyen kurdan in..."



Saw u xofa mirine Coş u heyecana liberxwedanê

hebû

Li ser berfa gewher renge sor a xwîn 0 tave hebu

"Ax.,ev tav",

"Eger tava dane evare li me biqulibe

U em xwe bi evare bigihînin

Heye ku deriye felatê li me vebe7"

Çendîn şere dijwar ew ketibuye

Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibu

Ew şervane welatê şervanan

Regire bav û kalan bu



"Ev çi hale"

"Ez evîndar û şerwanê ronahiye

Ez dijmine tarî zulmete

Ez niha li heviya şeve me"



Ew penc kes bun, çar mer u jinek

Ku her yek ji derek, le xwedî qederek "

Lêdin hevalno lêdin

Ma ev me çi dihesibînin!.."



Deh bi deh, sed bi sed

Teqîna çekan, vizîna gulan bu

Ne vîçîna teyran, ne herîna hespan

Ne evîna segan, ne meyina berxan

Ne jî denge însanan bu

Bi tene dengek hebu

Zagon, zagona şer u lecan bu

"Kî ne ev eskeren ku weha gule li me dibarînin

Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin

Ma evîn u evîndaren wan

Hez u hezkaren wan nîn in

Çima ew hez u evîna me tenagihin"



Saet çend bu

Şeve çima weha mîna bukeke xwe xemilandibû

Sterk çima weha ronî

Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bu

Di vê sar 0 seqemê de çima weha germ bu



"Sterken welatê min

Heyva erd u axa min"

"Hun şahîd in; em ne diz u keleş in

Ne pêxas u zikreş in

Em evîndaren we, egîden ronahiye ne

Eger li me qewimî 0 li vir em bun şehîden we

Xebera mêxasiya me bigihînin bi însan u gele me"



"Ax li min daye"

Çaven wê yen reş mîna çaven xezalan vekirî

Deve wê bi ken bu

Pore wê belavbûyî , stuye wê gola xwînê bu

Wî sere wê danî ser çoga xwe

Pişta xwe vekir, li stuye wê bada

Bi destan pore wê mist da

Bîstekê, bedeng çave wî li ser çaven xezalan ma

Çend dilop hestir ji çaven wî ber bi jêr bu

U ew giriya

Di bin barana gulan de ew giriya



Şev diçu

Sterk diçû , heyv diçu

Xewna azadiye, heviya felatê diçu

Hizr u bîr , serpêhatî 0 jiyaneke ciwan diçu



"Xwedeyo...

Ji berbanga Kurdistan xweştir

Ji rojeke nu ya welatê min geştir çi heye!"

"Em diçin"

"Em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire

Kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?

" "Em diçin

Em diçin, le mîna ku bav u kalan dikirin Ji ve roja nu re xêrhatin

Ji ve berbanga welatê min re stran u gotin divê"

Wext, wexta strane welatê neçar bu

di berbanga sibe de, li sere çiyan

Alana denge egîdekî xort bu

"Lê lê daye...

Lê dayê, sere sibe ye, sibeyeke xweş e

Ve sere sibe bayekî sar e, li min serma ye le daye..."

ax le daye

Denge top u cebirxanan li ser sînga mine

Le dayê, ve sibe çarnikare,ax lê lê dayê

ax lê lê lê daye



Hevale Eziz

"Edî tu çare tune, mirin 0 çuyin li ber me ye

Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e

Em jî li ser riya kerwana şehîda ne

Em hevudu hembez bikin,

Heqê xwe ji hev re helal bikin

Wext nîn e, berî ku guieyek were

Em ber bi gule herin

Nav bedengiyeke kur de

Wan tifingen xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin

Defter û kaxizen xwe, cil u bergen xwe li ser hev danîn

U li agire wan niherîn

Her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan

Bi xwe ve giredan 0 disan li hev niherîn

Wext hatibû;wext,wexta çuyine bu



Ba bu

Seqema serê sibê bu

Her der spî, her der gewher bu

Her der roni, her der muqedes bu

Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibu...



Zaroktî, mala mezin, koşka jor

Kuçe û kolanen teng, bîren kur

Bax u rez, av u çem, gund û zozan

Tirî u hejîrên bavu kalan

Keskesora barana biharan

Denge kahr û berxan

Govend bu

Jı rojên bihurî govend bi bîre hatibu

Dawet u dîlan li dar bu

Dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş

Mîna destaneke kevnar geş bu

Ew li sere gowendê bu

Coş li ser dil ken li ser ru

Ew govenkêşê dîlanê bu

Xwendin u dibistan dîsan xwendin u dibistan salen

unîwersîtê

Ev hemû, ev hemu niha li bîre wi bu

Bîr bubu kevokeka,bi firê ketibu



Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bu

Kirase sipî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu

Be çek, bê pûsat,bê kiras 0 be veger

Lı ber çaven wi leylana berfa spî

Li ser dile wî gurmina denge şehîdan

Ma kî u kî li ser ve axê şehîd neketibu

U axa rehmete maç nekiribu...

Dinya çiqas xweş, çixas bedew bu

Kirase spî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu

Wî deste xwe bir ber eniya xwe u ji bo cara dawîn

Li dora xwe niherî

Li dûr, li dur reşahiya eskeran...

Li dûr, li dur teyrekî mezin î spî li firê bu

Bi basken spî, ji aliyen çiyan ber bi geliyan

Li şahîdiya wê roja nu bu

Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li fire bû

Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bu?

Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bu?



Bîr dîsan li firê bu, hemu jiyan li bîre



Mal u malbat, xwîşk u bira

Ap u birazî, xal û xwarzî

Yek bi yek niha li ber çaven wî bu

Diya pîr a porspî li wir, li keleka wî bu

Ma wî her u her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;

"Daye ez bî qurbanê

Ez berxê te, çavreşe bave xwe me

Iro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser sere me hemûyan e

Leledaye...

Eger te rojek xebera mirine bihîste

Tu bizanibe; min ruye xwe reş nekiriye

Berxê te, çavreşe we, Reşoye bavo şehîde weletê me ye..."



Ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,

dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,

xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,

dev, por, evîn, dayık, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,

dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn...



Şîîr:mehmet uzun

Muzik:ciwan haco



22.07.2013 11:08 | karmatî

2. Destana Egîdekî





"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,

Bibarînin bibarînin, birano

Ev me çi dihesibînin!"

Her roj, her êvar, her şev

Wî weha gotibû û gule barandibû

Roj qulipîbû ser êvarê, êvar ser şevê, şev ser rojê



Şer berdewam bû

Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr

Mêjî xurt, awir tûj

Dil keleha mêrxasiyê bû

Loma jî ne şer bû

Ya man ya neman bû



Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat...

Îxanet li rê bû

Îxanetê zora welatevîniyê biribû

Dor li wan girtî

Li jêr esker,

Li jor helîkopter

Nefes li wan çikiyayî bû

Li pala çiyayên serîbilind

Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de

Wext, wextê şer, man û nemanê bû

"Hevalno, em çi bikin...

Bêgavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e

Lê gava bêgavî li ber deriyan e

Wext, wextê jîr û mêrxasan e

Wext hatiye; wext, wextê şer e, xurtî û huner e

Em pênc kes, ew pênc hezar kes

Em pênc hezar dil, ew pênc dil

Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq

Kî dikare dilê bi evînê hildavê vegêre?

Ma ev me çi dihesibînin!.."

Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî

Ew yek bi yek hembêz kirin

Bi herdu tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe bada



Çek, pûsat û rextên xwe şidandin berîk ajot devê tifinga xwe û got:

"Hevalno, ji bîr mekin

Em pênc hezar dil

Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan

Pênc hezar destanên li ser kaxizan in

Pênc hezar stêrkên roniyên kurdan in..."





Saw û xofa mirinê coş û heyecana liberxwedanê hebû

Li ser berfa gewher rengê sor ê xwîn û tavê hebû

"Ax! Ev tav",

"Eger tava danê evarê li me biqulibe

Û em xwe bi evarê bigihînin

Heye ku deriyê felatê li me vebe!"

Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê

Çendîn caran wî îxanet, daf, dek, xefik û kemîn dirandibû

Ew şervanê welatê şervanan

Rêgehê bav û kalan bû



"Ev çi hal e"

"Ez evîndar û şervanê ronahiyê

Ez dijminê tarî û zulmetê

Ez niha li hêviya şevê me"



Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek

Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek "

Lêdin hevalno lêdin

Ma ev me çi dihesibînin!.."



Deh bi deh, sed bi sed

Teqîna çekan, vizîna gulan bû

Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan

Ne ewîna segan, ne meyîna berxan

Ne jî denge însanan bû

Bi tenê dengek hebû

Zagon, zagona şer û li can bû

"Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin

Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin

Ma evîn û evîndaren wan

Hez u hezkaren wan nîn in

Çima ew hez û evîna me tênagihin"



Saet çend bû

Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû

Stêrk çima weha ronî

Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû

Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû



"Stêrkên welatê min

Heyva erd û axa min"

"Hûn şahid in; em ne diz û keleş in

Ne pêxwas û zikreş in

Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne

Eger li me qewimî û li vir em bûn şehîden we

Xebera mêrxasiya me bigihînin bi însan û gelê me"



"Ax li min dayê"

Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî

Devê wê bi ken bû

Porê wê belavbûyî, stûye wê gola xwînê bû

Wî serê wê danî ser çoka xwe

Pişta xwe vekir, li stûye wê bada

Bi destan porê wê mist da

Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma

Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû

Û ew giriya

Di bin barana guleyan de ew giriya



Şev diçû

Stêrk diçû , heyv diçû

Xewna azadiyê, heviya felatê diçû

Hizr û bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû



"Xwedêyo...

Ji berbanga Kurdistanê xweştir

Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye!"

"Em diçin"

"Em diçin, le kî dikare rê li berbangên welatê min bigire

Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?

"Em diçin

Em diçin, lê mîna ku bav û kalan dikirin

Ji vê roja nû re xêrhatin

Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê"

Wext, wextê stranê welatê neçar bû

di berbanga sibê de, li serê çiyan

Alana dengê egîdekî xort bû

"Lê lê daye...

Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e

Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê..."

ax lê dayê

Dengê top û cebirxanan li ser sînga min e

Lê dayê, vê sibê çarnikar e, ax lê lê dayê

ax lê lê lê dayê



Hevalê Ezîz

"Edî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye

Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e

Em jî li ser riya kerwanê şehîda ne

Em hevudu hembêz bikin,

Heqê xwe ji hev re helal bikin

Wext nîn e, berî ku guleyek were

Em ber bi gulê herin

Di nav bedengiyeke kûr de

Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin

Defter û kaxizen xwe, cil û bergen xwe li ser hev danîn

Û li agire wan nihêrîn

Her yekî du bombe, her bombeyek li aliyekî navtengan

Bi xwe ve girêdan û dîsan li hev nihêrîn

Wext hatibû; wext,wextê çûyinê bû



Ba bû

Seqema serê sibê bû

Her der spî, her der gewher bû

Her der ronî, her der muqeddes bû

Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibû...



Zaroktî, mala mezin, koşka jor

Kuçe û kolanên teng, bîren kûr

Bax û rez, av û çem, gund û zozan

Tirî û hejîrên bav û kalan

Keskesora barana biharan

Dengê kahr û berxan

Govend bû

Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû

Dawet û dîlan li dar bû

Dinya mîna mehfûreke rengîn a kurdî xweş

Mîna destaneke kevnar geş bû

Ew li serê gowendê bû

Coş li ser dil, ken li ser rû

Ew govendkêşê dîlanê bû

Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan salên

unîwersîtê

Ev hemû, ev hemû niha li bîra wî bû

Bîr bûbû kevokeka bi firê ketibû



Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû

Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû

Bê çek, bê pûsat, bê kiras û bê veger

Li ber çavên wî leylana berfa spî

Li ser dilê wî gurmina dengê şehîdan

Ma kî û kî li ser ve axê şehîd neketibû

Û axa rehmetê maç nekiribû...

Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû

Kirase spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû

Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn

Li dora xwe nihêrî

Li dûr, li dûr reşahiya eskeran...

Li dûr, li dûr teyrekî mezin ê spî li firê bû

Bi baskên spî, ji aliyên çiyan ber bi geliyan

Li şahîdiya wê roja nû bû

Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li firê bû

Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû?

Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû?



Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê



Mal û malbat, xwîşk û bira

Ap û birazî, xal û xwarzî

Yek bi yek niha li ber çavên wî bû

Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû

Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;

"Dayê ez bî qurbanê

Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me

Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e

Lê lê daye...

Eger te rojek xebera mirinê bihîste

Tu bizanibe; min rûyê xwe reş nekiriye

Berxê te, çavreşê we, Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."



Ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,

dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,

xew, tarî, bihar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,

dev, por, evîn, dayik, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî,

dinya, evîn, dayik, hêvî, dinya, hêvî evîn...

Mehmed Uzun





22.07.2013 12:05 | rojgar

3. helbesta ciwan haco aniye ser ziman. helbestek e min dibe cîhanek din.



22.07.2013 13:33 | berxêres

4. strana di vê albûmê de ku wek track 14 an strana 14em jî tê navîn min dihelÎne.. ciwan di vê stranê de bes bi peyvên hevok negirtî an ji ber çûyîn anatomiya egîdekî terîf dike û guhdarên xwe jî di ber dengê xwe yê az û boş û biheybet mest dike.. tê bîra min cara pêşîn li zankoyê min gûyê evînê xwarî belkî sed carî ser hev min guhdarî vê stranê kiribe.. li ser înternetê versiyoneke biçekî ji versiyona di albûmê de cudatir heye ku li ber dilê min j versiyona di albûmê de xweştir û meqbûltir e.. dema ciwan navê xwudê hil dide û bang lê dike mirov dibêje îsrafîl li sûra qiyametê dixe.. mû dibin şûjin û xwîn di cih de cit dibe..

fermo ji vir kerem kin:



têbinî: ez nûka saya serê navê vîdeoyê lê warqilîm ku nûansa biçûk ya di navbera qeyda stûdyoyê û qeyda strana di vîdeoyê de remîksa ku heval haco çêkiriye ye..



22.07.2013 17:35 | endazer

5. berhema bêhempa ku tê de ciwan haco êdî ne stranbêjek lê êdî "hozan"ek e.

jixwe ciwan haco çi cûre bistire, heqê wê didê.



09.08.2013 02:02 | simurg56

6. berhema nivîskî ya birêz Mehmed uzun.

di mûzîka kurdî de vîrajek pir girîng ku ciwan bi awayekî serkeftî derbas kiriye.



09.08.2013 15:34 | reşkêşevê

7. HELBESTEKE DIRÊJ YA memed uzun E. EM JI MALPERA WEŞANXANEYA RONAHÎ YA FACEBOOKÊ HÎN DIBIN KU EV DESTANA BI NAVÊ mirina egÎdekÎ ÇAPBÛYE. Ê KU BIXWAZE DIKARE KITÊBÊ JI weŞanxaneya ronahÎ BIDEST BIXE. HER WIHA HUN DIKARIN LI SER YOUTUBÊ JÎ HEMU PARAN BI DENGÊ ciwan haco GUHDARI BIKIN.









20.02.2014 02:49 | seydayê_peyvan

8. li ser, di pevçunÊkÎ 5 gerÎlla di nav şikeft hÊsÎr mayÎ hatÎye nivÎsandin. pir dirÊje. par par kirine. u ne şaş bim 14 parin.

bi taybetÎ beşa 14 min dihelÎne, muyÊn min hil hil dike. mehmed uzun evkas xweş nivÎsandÎye kÎ meriv hÎs dike wÊ tirsÊ şupheyÊ bÊçaretÎyÊ u weka 5 gerÎlla lÊ pirsina pkk, kurd, Însan, şer, dinya, felsefeyÊ dike.

ciwan haco wusa baş şÎrove kirÎye u psÎkolojÎya(gup gupa gurçikÊ) gerÎlla nÎşa kirÎye kÎ, tirk fÎlm şerÎdÎ dibÊjin ya weka fÎlm şerÎdÎ jÎyan ber çawÊ merÎv derbas dibe.





ba, azman, erd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,

dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,

xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,

dev, por, evîn, dayık, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,

dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn...



12.04.2014 22:23 | hun çawane heval:)))))))

9. Ciwan Haco - Destana Egidekî (hemû par)





20.10.2016 11:04 ~11:04 | xwelî li ser

10. Pismamê min dîsa helandîye. Ji xwe di strana berbangê de ez mirim
"xwedeyo...

ji berbanga kurdistan xweştir

ji rojeke nu ya welatê min geştir çi heye!"

"em diçin"

"em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire

kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?"



25.11.2019 01:11 | kurêtirîdeus

11. Ax di gohê min de mûzîk û dengê destanî û li ber çavê min dîmenên cûr bi cûr dihere û tê. Divê filma vê muzîkê bê kişandin an jî bandora filmên jean-luc godard e. albûmek hêjayê ku ji bo wê film were kişandin e *



12.07.2020 21:30 ~21:34 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» destana belengaziyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî