Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 43 peyam
mehmet masum suer - tirşik
mehmet masum suer
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Wênekêş û rojnamevanekî Kurd e. Ji SURGUCU'YA MÊRDÎNÊ YE. Enstitûya Perwerdehîyê ya Amed’ê û paşê li Zaningeha Eskîşehîr’ê beşa Wêjeyê lîsans qedandiye. Gelek wêneyên Suer, xwedîyê xelatên navnetewî ne. Heta aniha li Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Amerîkayê 9 pêşangehên wî vebûne. li Amed’ê dijî.



(bnr: ara guler ê kurdan)



ev rûpela wî ya fêzbûkê ye: https://www.facebook.com/masumsuer2



22.07.2013 15:30 | seydayê_peyvan

2. ew kesê ku dixwaze her kes li her derê qala wî bike û jê re li çepikan xe.

bi baweriya min, ji kişandina wêneyan, dinya li ber çavên wî bûye amûrek.

hay jê heye ku kar ji karê ew dike, çêtir tune ye û ji bo wênekêşiyê xwedan qabîliyeteke mezin divê.

qure ye...

wêneyê kelmêşan jî bikşîne, par ve dike.

kesên wiha zû dixwirifin, divê li xwe miqate be.



22.07.2013 15:49 | çeqilmast

3. wênegir e ne wênekêş.. ez bi xwe rû bi rû nas nakim lê ji kes û kûsên ku ji siharê heta êvarê li ser facebook û twitterê reklama kar û berhemên xwe dikin û zirtê xwe didin hez nakim.. wêneyên wî jî - du wêne ne tê de- ji bo min tiştekî îfade nakin.. ji xwe bi fotoshopê êdî mirov dikare qûna bapîrê xwe jî wek rûyê keçikên çardehsalî nîşan bide û bazar bike..



22.07.2013 18:05 | endazer

4. Bavê mino, em di dema teknolojîyê de ne. êdî qabilîyet mabilîyet pere nake û bi alîkarîya teknolojîyê di demeke pir kin de mirov kare bibe pisporê her tiştî.

tu wê amûrê bidî destê pîrka min Hedo, ew ê jî wêneyên pir acayîp û pir seksî bikşîne heyran. qabilîyeta teknolojîyê nekin qabilîyeta xwe. ev efendîyê ku hewce nake navê wî bînim ser zimanê xwe jî, bi derdorên sîyasî û apolitîk re wêneyan dikşîne û hey li ser feys û meys û fisê par ve dike. Ka berjewendîyeke çawa di navbera wan de heye, nizanim lê xuyaye camêr stratejîstekî serkeftî ye, lewre di her qada sîyasî û mîhrîcan de li bin wêneyan îmza wî heye...



23.07.2013 13:24 | devliken kelogiri

5. Ez bawerim ku wêneyên wî yên herî xweş ên li Amed û Heskİşîfê akişandiyne



23.07.2013 14:10 | roj

6. yaw babo kurd çima hev re xayîn in çima kes kesek hez nake ehhh ew jî kurd in



18.08.2013 16:43 | rabo

7. kesên ku tenê li kurdîstanê dikare navê xwe wênekêş bêje. tu wêneyên wî yên baş nînin. bi objektife fereh dikeşe wêneyên xwe , ev jî xapînoka ji ber ku çav ne weke objektifa fereh dibîne başa mirov dikişîne.



18.08.2013 17:42 | reşkêşevê

8. mehmet masum süer kurdeke ku di lîsteya taybet a kovara navnetewî 'light and composition'ê de di nav '100 wênekêşên Hari Baş' ên cîhanê de cîh digire!..

http://www.lightandcomposition.com/masumsuer/



01.09.2013 18:01 | mem

9. 6 wêneyên mehmet masum süer ji aliyê kovara navnetewî 'Light and composition'ê di rojên cuda de weke 'wêneyên rojê' hatiye hilbijartin û xelat kirin!..

http://www.lightandcomposition.com/masumsuer/



01.09.2013 18:06 | mem

10. heta aniha 2 wêneyên mehmet masum süer, di kovara navnetewî a navdar 'national geografic'ê de dîsa her wêneyek ji nava bi qasî 3 hezar wêneyan di cîhanê de weke 'wêneyê rojê' hatin hilbijartin û xelat kirin.

1- wêneyê ji roboskî, di 2yê sibata 2011an de.

2- wêneyê ji dêra surp giragos a li amed jî di roja 15ê adara 2013an de.



01.09.2013 18:27 | mem

11. mehmet masum süer, ji aliyê şirketa pentaxê de nav wênekêşên xwe ên navnetewî de bi cîh kiriye.

http://pentaxphotogallery.com/artists/masum



01.09.2013 18:34 | mem

12. mehmet masum süer, kurdeke ku cara yekemîn li Amerikayê (li eyaleta tenessee) pêşangeha wêneyan vekir...

https://www.facebook.com/media/set/?set=a.413127582081014.94757.186773001383141&type=1



01.09.2013 18:39 | mem

13. mehmet masum süer, hunermendekî kurde ku, cara yekemîne 4 wêneyên kurdekî li ser pûlên posteya tirkîye de cîh digire...

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=513601228700315&set=a.200158076711300.49591.186773001383141&type=1&theater



01.09.2013 18:45 | mem

14. mehmet masum süer, bes di sala 2012yan de, 40 çalakiyên çandî û hunerî ên kurdî şopandîye û bi qasî 5 hezar wêne di arşîva dîrokê de bi cîh kiriye.



Di sala 2012yan de bi hunermend re 23 hevpeyvîn hatine çêkirin. (rojname, kovar, televizyon)



di vê salê de di rojname, kovar an televizyonan de bi qasî 60 nivîs û nûçeyên li ser xebatên wî hatine weşandin.



01.09.2013 18:52 | mem

15. mehmet masum süer, cara yekemîne ku weke wênekêşekî kurd bi zimanê xwe ê dayikê xebatên xwe dimeşîne!..



01.09.2013 18:54 | mem

16. mehmet masum süer, arşîva wêneyên hunermend û siyasetmedarên kurd amade dike. heta aniha portreyên bi qasî150 kurdên navdar kişandîye. hem ji ber vê xebata wî û hem ji ber xebatên wî en li ser çand û hunera kurd, li çar parçayeên kurdistanê û li derveyî welat gelek dost û hevalên wî en hunermend û rewşenbîrên kurd hene...



01.09.2013 18:57 | mem

17. mehmet masum süer, li dijî bikaranîna photoshopê ye. vê helwesta xwe li her derê diîne ziman. bernameya photoshopê nizane bikarbîne. wêneyên ku bi photoshopê li ser hatibe lîstin diyar in, bellî ne!.. yekî ku ji wênekêiyê fem neke jî kare vê guhertinê fêm bike!..



01.09.2013 18:59 | mem

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet pişkin
» masumiyet müzesi

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî