Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
roja zimanê zikmakî - tirşik
roja zimanê zikmakî
(16) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. 21 ê sibata sala 1999 an ji aliyê unesco yê ve weke roja zimanê dayîkê hatiyê hijbijartin û ji hingî ve hersal weke roja zimanê dayikê tê pîroz kirin.



21.02.2014 01:59 | seydayê_peyvan

2. pêwîst e ku şûna dayîkê peyva zikmakî were bikaranîn



21.02.2014 02:04 | kevçiyê dil

3. her roj roja zimanê zikmakî/dayîkê ye!! (her du jî rast in)



21.02.2014 02:10 | berxweda

4. rojek ji wan rojÊn taybetan e lÊ wek hemû rojÊn taybet Ên din -ji xeynî newroz- ji bo min tu tişt îfade nake. niha sibÊ li fesybûkÊ binÊrin, rûpela herkesÊ/î bi slogana 'zimanê me rûmeta me ye' dÊ tijî bibe lê rojeke din tu kes behsa zimanÊ xwe bi taybetî jî bi zimanÊ xwe dÊ neke. Ê min çi fêm kir ji vÊ barebarÊ?

roja zimanÊ zikmakiyê jî bi zimanÊ neyarÊ xwe pîroz dike lÊ here xwelî li serÊ xwe wer bike wÊ pîroztir be. kî sibe bi tirkî slogan biavÊje di fesybûkÊ de ez Ê wê/î rencîde bikim bila bikevin di nava qelîştekÊn kur û dûr qene di serÊ me de qîreqîr nekin



21.02.2014 03:09 | ferhenga şikestî

5. (bnr: roja zimanê zikmakÎ) - kurmancÎ

(bnr: rocê zıwanê daykon) - zazakÎ

roja ku li ser tirşikÊ peyvÊn xweş Ê derbarÊ zimanÊn şirin pek bÊ ye.



21.02.2014 09:07 | cinorek

6. rocÊ ku bianetÊ seba ey malperÊ xo pir zıwanÎ kerde yo. xwezÎ her roc wina biyo.

http://bianet.org/bianet/2014/2/21



21.02.2014 09:13 | cinorek

8. Zimanên beyanî çek û kincên me ne,

Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.

/Celadet Elî Bedirxan/



21.02.2014 14:37 | rêzan

10. (bnr: zavayê biyanî)



21.02.2014 18:22 | cinorek

11. eZ GELLEK MEREQ DIKIM GELO JI BER ÇI GELÊN SERDEST YÊN WEKE TIRK, EREB Û FARIS VÊ ROJÊ PÎROZ NAKIN.. hEMA PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE. wEKE GELLEK ROJÊN DIN (8Ê ADARÊ, 1 ÎLONÊ) PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ JÎ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE.. hEÇKÛ EV ROJ TAYBETÎ JI BO GELÊN BINDEST HATIYE TE'YÎN KIRIN..gER NE WÛSA BA EZ BAWERIM eV ROJ WÊ JI ALIYÊ GELÊN KU NAVÊ WAN LI JOR DERBAS BÛ VE HATIBA PÎROZKIRIN..



21.02.2014 23:23 | nan û av

12. rOJA KU JI ALIYÊ KCKÊ VE BI PEYAMEKÎ HATIYE PÎROZ KIRIN E. lÊ YA ECÊP EW E KU EV PEYAM BI TIRKÎ YE. EZ DI MALPERÊ DE GERIYAM KU BELKÎ KURDIYA WÊ PEYAMÊ BIBÎNIM LÊ MIXABIN MIN NEDÎt. ha JI WERE PEYAMA KCKÊ: http://www.pkkonline.com/tr/index.php?sys=article&artID=1909



22.02.2014 00:34 | nan û av

13. bi xêra vê rojê 2 hevalên min ên nuh derbasî facebooka kurdî bûn. înşele ne demkî bin..



22.02.2014 04:59 | berxweda

14. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin.

Here lînkê



ev jî ji min:

Here lînkê



20.02.2015 21:07 | biruya hayao miyazaki

16. roja ku îro li îdirê, beşdarî paneleke li ser zimanê kurdî bûm. lê mixabin mijar her çiqas kurdî be jî panel %50 bi tirkî bû.



21.02.2015 15:22 | nazim tolhildan

17. 21'ê Reşemiyê/Sibatê.

(bnr: roja zimanê dayîkê)



21.02.2015 16:01 | xendekî

18. roja ku, ji bilî kurdan, haya kesî jê tune.



22.02.2015 00:28 | diyako47

19. Ewro yo la xemê ma kurdan nîyo. Goreyê raporê UNESCO yeno vatene ke; ziwanê Kirmanckî yo ke hetê 4-6 mîlyon merdiman ra yeno qiseykerdene, binê xeterê vinîbîyayene de yo.



21.02.2020 19:01 ~19:04 | kajav

20. roja kurd dibêjin pîroz be w bi tirkî dewam dikin. ji min re bûye kul û derd li metropolan biçim kîjan çalakîya kurdan (qonser, panel, şano, sînema ûhwd.) xelk bi tirkî diaxivin. evane ne ew kesên alîgirê dagirkeriyê ne, qaşo hemû xweyî hişmendî w bîrûbawerî ne lê dîsa xwe nagrin. ger xwe bigrin, kurdî qesebikin dê tttep u teqin! Çi benîştek buhaye ev tirkî li ser xwarnê jî navêjin!



21.02.2020 19:14 | hespêsor

21. (bnr: roja zimanê zikmakî)



21.02.2020 21:11 | xelîl

22. Ew roj e ku bo turkiyeciyan tenê îro tê hişê wan.



21.02.2020 23:17 | yusiv hemed

23. abdullah keskin: Ez ji vê gotina “zikmakî” pir bi şik im, peyveke nahez e, ji kû hatiye nizanim. Ne di klasîkan ne jî di çavkaniyên din ên nivîskî de min nedîtiye. Heye? Kes bo dê dibe “mak”? Bêhtir bo heywanan dihate bikaranîn. Zik jî peyveke negatîf e. Du peyvên nahez û argo çawa hatine ba hev? (Twitter, 22/02/2020)



22.02.2020 06:00 ~06:01 | cinorek

24. Piranî roja "anliyorum ama konuşamıyorum heval"ciyan e.

Ji bo yên nû rêberiya wê rojê:

+Pêşî di youtubê de strana "zimanê kurdî" peyda bike
+Lînka wê copy bike
+Li ser malperên xwe ya medyaya civakî de bi gotina "anadil haktır" parve bike
-Her bijî te qiyamet rakir heval. (Çepik)



21.02.2021 12:19 | de facto hozan

25. Îroj e. Îsal hezkurd û tora zimanê kurdî, diyar kirine ku bo zimanê kurdî li tirkiyê bi awayek fermî were nasîn dê dest bi çalakiyan bikin. Îroj bo kurdî bibe zimanê fermî dê îmzeyan kom bikin. Herwiha bo sazî û partiyên kurd 9 şîret û pêşniyarî kirine.

1- hemû partî, sazî û komeleyên kurd, di navbera xwe de divê kurdî weke zimanê hevbeş bikar bînin.

2- dîsa ev heman sazî divê dêrçûyên beşa kurdolojiyê îstîhdam bikin û bi vî awayî gel teşwîk bikin.

3- di nava gel de û di dema hilbijartina de, divê di mitîngan de bi kurdî biaxivin. Lewra li ser vê yekê çi qedexeyek tune ye.

4- di axaftinên navdewletî de bi kurdî biaxivin û wergerek bi xwe re bigerînin.

5- di hizbên xwe de komîsyonên zimên ava bikin, ger hebe wê aktîf bikin.

6- ji bo waneyên hilbijartî " seçmeli kurtçe dersî" rayedarên xwe teşwîk bikin û motîve bikin.

7- di hesabên xwe yê tora civakî de kurdî tercîh bikin.

8- ji bo kurdî mitîngên mezin saz bikin û pêwistiya zimên ji gel re rave bikin.

9- li heremên hûn lê xwedî gotin in, giringiya zimanê zikmakî rave bikin û di derbarê wê de panel û konferansa saz bikin.



21.02.2021 12:21 ~12:23 | tîrêj zana 21

26. roja ku ji ên xwe weke xwediyê zimanê kurdî dibînin re dibe derd ku kurd wê rojê tiştekî bi kurdî parve bikin.



21.02.2021 12:24 | giyanstêr

27. Na roje, serra 1999î ra yena pîroz kerdene.

Tena na roje de ziwan yeno vîrê tayê merdimanî. Tena na roje de tayê merdiman bi kurdkî nusenê û roja bîn de zî ancî ziwanê xwu ra fek veradanê.



21.02.2021 12:39 | bazêçewlîg

28. Pîroz be!



21.02.2021 13:35 ~13:35 | xelîl

29. Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina roja zimanê dayikê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê bindest û mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi Bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, Urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr bi cûr diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê Bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî, Urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domand.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO yê ev roj pejirand.

jêgirtin.



21.02.2021 16:29 | keyomerd

30. Rojek girîng e , rojek wê bê ev mîjar wê gelek wê navdar be.

Vîdyoya ku ji bo derbarê roja zimanê dayikê hatiye amadekirin li jêr li ser dw.com dikarin bibînin.Li vîdyoyê de ya girîng ew e ku behsa rapirsiya axaftina zimanê dayikê nav civak û malbatê de çi astê de ye tîne li ser ekranê.Here lînkê



21.02.2021 18:22 | brzn

31. roja ku tenê ji aliyê kurdan ve bi çend peyaman tê pîroz kirin, qedrê ku didin ziman tenê bi wê rojê dimîne


----------------------------------------
lê zêdekirin:
ji sala din bîranîneke di navbera min û hevaleke min

Rojekê ez û hevaleke xwe em li McDonalds e rûniştî bûn, ji min re got:
+xwezî niha kesên li vir bi Kurdî axivîba û cilûbergên Kurdan xwekiribana(bi Tirkî).
-min jî jê re got tu xweş dike lê tu niha çima vê hevoka xwe bi Kurdî na bêje?

Bi rastî jî bila kes tenê qala bişaftinê mişaftine neke, ji me re. Em bi xwe-xwe li ber xwe xera dikin. Pêşî hûn gava pêşî bavêjin, piştre werin gotinên qerase bikin



21.02.2021 22:01 ~2021.02.22 00:15 | merwano

32. Roja zimanê dayikê pîroz be .
Roja ziwanê dayîkê pîroz bo.



22.02.2021 00:21 | yaqûp

33. ji bû kurda ev roj Sal û dozdeh mehe.. Ziman hebûna gelane, kodên jiyanê bi herf û peyvan hatine nivîsandin hîleya jiyanê jî hişberî êdî şiyar bibin.
ji Xerifiyê bawerkirin
Ji hesabê ebcedê bawerkirin



22.02.2021 23:47 | shorbevan

34. Rapora ya li ser "Siyaseta Kurd a Komara Tirkiyeyê".

Kurdî (zazaki)
Here lînkê

Kurdî (kurmanci)
Here lînkê

Îngilîzî
Here lînkê

Tirkî
Here lînkê

tweet: Here lînkê



21.02.2023 17:10 | horhorik

35. Roja ku gelek kes û saziyên Kurd hebûna zimanê xwe bi bîr tînin. Bi taybetî ji bo îro dê li ser Twitterê gelek tweet hebin. Em jî dikarin ji bo îro li ser medyaya civakî kampanyaya danasîna Tirşikê bidin destpêkirin.



21.02.2024 10:28 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja 15emîn ya remezanê
» zimanê osmanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî