Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
tu neyê ez ê bimirim - tirşik
tu neyê ez ê bimirim
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke rênas jiyanî ye



Tu Neyê Ez Ê Bimirim

jixwe ez ê tim bimirim tu bê jî, tu neyê jî

jixwe tu jî pê dizanî

di me gişan de heye mirineke kesidandî,

gidîîiî gidî

îcar jî tu bidîta vî canî

heger weke zarokekî çavên wî ji kefa sabûnê bişewitiyana jî

ne xem bû êdî

gulleyên bencxwarî

li ser zikê wî

weke girekî

têrreke << Bûda>> yî jê re çêkira jî



tu neyê ez ê bimirim

jixwe ez ê tim bimirim tu bê jî, tu neyê jî

lê heger dîsa jî

tu nexwazî ku stranan bixeyîdînî ji giyanekî kurmî,

bi girî ve bikî dilekî gurrî,

nehêlî ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî

û êvaran bicehemînî ji temenekî meliqî

nebî nebî!



tu neyê ez ê bimirim

lê heger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî

zivistanî, henekên te wê ji min re bibin hirî

qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî

ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî

bibim berbangeke şevlêherrimî

û hechecîkekî sêrjêkirî



26.02.2015 23:34 | ferhenga şikestî

2. camêrekî bi navê selim akgul ku helbestên kurdî bi dengê xwe yê xweş dibÊje û di soundcloudê de parve dike, vê helbestê jî gotiye û parve kiriye..



Here lînkê



13.04.2016 23:18 | ferhenga şikestî

3. sernivîsa min got bise ez lê binivîsînim "ger tu werî jî ezê (zûtir) bimrim" wa camêr ji min bileztirbûye *



14.04.2016 00:38 ~00:46 | shorbevan

4. = (bnr: tu werê ez ê bimirim)



14.04.2016 01:15 | gumgumok

5. helbesta ku ji hêla gernas nenas ve jî xweş tê xwandin:

rênas jiyan - tu neyê ez ê bimrim
deng: gernas nenas
mix: reqso




16.02.2018 17:31 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî