Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dadgeha mafên mirovan a ewropayê - tirşik
dadgeha mafên mirovan a ewropayê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: dmme)

Bi înglîzî: the european court of human rights

Ev dadgeha bilind di sala 1959'an de di bin banê konseya ewropayê de hatiye avakirin. Dadgeheke navnetewî ye. Ne tenê dadgeha yekîtiya ewropayê ye, dadeha Konseya Ewropayê ye, heta dewletên peyman pejirandî jî girêdayî dadgehê ne.

Ev dadgeh gava peymana mafên mirovan a ewropayê û protokolên din ên derbarê mafên bingehîn bên binpêkirin dikeve dewrê. Takekes, dewlet û komên takekesan li gor hin mercan dikarin serî li vê dadgehê bidin. Ev dadgeh li frensa'yê, li bajarê strazburg'ê ye.



Serlêdana Dadgehê

Ji bo serîlêdanê hin mercên dadgehê hene. Merca yekem divê yên serlêdanê bike pêşiyê li welatê lê dijî hemû rêyên darazê (heqlêgeranê) ceribandibin. Ango kes li welatê lê dijî çû hemû dadgehan lê her encam neyinî bû dûvre di nava 6 mehan de bi nivîskî dikare serî lê bidin. Her wiha zimanê dadgehê ingilîzî an jî frensî ye. Lê serlêdan bi zimanekî endamên konseyê jî be çêdibe.

Serlêdan ji du gavan derbas dibe. Ya yekem serlêdan pêşiyê ji aliyê mercên pêşîn hatine bicihanîn, heke ev merc pêk hatibin derbasî gava din dibin, merc pêk nehatibin tê redkirin û ev red vebiriye. Gava duyem jî piştî gava yekem serlêdan ji nû ve bi asasî tê lêkolînkirin. Piştî gava yekem dadgeh ji herdu aliyam re "çareseriya dostanî" pêşniyar dike. Ev jî nebe gava duyem destpê dike û dadgeh ji herdu aliyan nêrînên wan bi nivîskî dixwaze, dadgeh pêwîsitiyê pê bibîne dikare danişînê bike, şahidan guhdar bike û keşifan bike. Heke dadgeh di dawiyê de têbigihe ku dewletê mafekî serlêder ê di peymanê de hatiye binpêkirin bi awayekî xwedayî (heqaniyetî) dewlet cirmê bide. Qontrola pêkanîna biryarên dadgehê jî ji aliyê komîteya wezîran a konseya ewropayê ve tê kirin.



Şêweya Dadgehê

Ev şêweya niha ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 1'ê Mijdara 1998'an de di rêziknameya navxweyî DMME'yê de bi kitekit hatiye diyarkirin. Li gor vê dadgeh ji çar dezgehan pêk tê:

-Lijneya Giştî

-Komîte

-Daîre

-Daîreya Mezin



27.02.2015 01:25 | xendekî

2. (bnr: dadgeha parastina mafên dewletan!)



03.03.2016 17:30 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dadgeha destûra bingehîn
» mafên bersûcan
» mirovan

Kategoriyên mijarê:: hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî