Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
abdullah koçal - tirşik
abdullah koçal
(8) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdekî heftgurçik e, ya rastî di derbarê jinenîgariya wî de xwedî agahiyên berfireh nîn im hew zanim ji semsûrê ye û li zanîngeha artuluyê beşa kurdolojiyê xwendiye..

wergêrê romana şener ozmen a rojnivîska spînozayê ye, yanê ji kurmancî wergerandiye bo tirkî (bnr: spinozanın günlüğü)

dengê camêrî gelek xweş e û helbesta janyayê gelek xweş xwendiye, ji xeynî wê helbestên osman mehmed û helbesteke jî ya fatma savciyê xwendiye



27.02.2015 18:10 | ferhenga şikestî

2.







27.02.2015 18:10 | ferhenga şikestî

3.



27.02.2015 18:11 | ferhenga şikestî

4.



27.02.2015 18:12 | ferhenga şikestî

5.



27.02.2015 18:12 | ferhenga şikestî

6. Xwediyê kurmanciyeke reş e. Kurdî'ya wî wek muzîkeke efsûnî ye. hema her roj bikevin profîla wî ya feysbûûk'ê tenê bixwînin. Profîla wî ya facebookê:

Here lînkê



27.02.2015 19:45 | xendekî

7. Di facebookê de 24 saet parvekirinan dike. Tu karê wî tuneye, popiyên xwe rê me dide. Wexta min wî şopand di serî de kêfa min jê re hat lê belê piştî wextekî êdî jê aciz bûm. Tam popilistek e.



06.07.2015 02:36 | mergehez

8. hevalê min e..

ne populîst e ne jî popiyên wî hene, herkesî bi parvekirinên li ser sosyal medyayê hetîket nekin ji kerema xwe re, ku dema we hebe jê re peyamekê birêkin û li kêleka camêr rûnîn çayek vexwin, hûnê ji ber pêşdaraziyên xwe poşman bibin..

dema kurdê ku ji kompleks û ajitasyonê xelas bûye, paqij bûye dibînim gelek kêfa min têt.

koçal jî yek ji wan kesan e ku sifir kompleks û sifir kaprîs..

dema meriv motto yan jî felsefeya jiyanê ya kesekî nizanibe tavilê di hêşê xwe de di derheqê wî kesî de argumantên vala xwedî dike û bi ya xwe digihîje nirxandinekê!

koçal berê pirr bi edebiyatê re mijûl dibû û karên baş derxistibû holê lê aniha ew bixwe jî dibêje ku êdî baweriya min bi pirtûkan nemaye lê bes bêtir dîmen bala min dikişînin. baş lê binêrin wê gelek karên baş bi kamareya xwe derxîne, arşîva wî ya wêne û dîmenan gelek berfireh û xweş e



07.07.2015 00:07 | ferhenga şikestî

9. Ev wexteke dirêj e ku li ser facebookê 'aforizmayan' dinivîse. Aforizma ye, ne aforizma ye nizanim lê nivîsên xweş û orjînal in.

Mînak:

-xezalê?

-çi ye?

-hêllî hêllî



Mînak:

Diçû dawetê, kîtab kir çentê xwe. Go, belkî li wir bixwînim...



Heke van gotinên xwe paşê bike pirtûk dê xweş bibe wille *





Edit: ez tenê ji bo nivîsên wî yên bi vî rengî dibêjim xweş dinivîse. Ji xeynî van nivîsan hê jî fikra min weke peyama min a li jor e..



23.09.2015 00:08 ~17:56 | mergehez

10. li ser facebookê parvekirînê beredayî vala dike welle.yek ew yek jî serkan aydoğan dilê min ji facebookê reş kirin



23.09.2015 17:19 | ronahî

11. xemxur û dildarekî kurdî ye, bo kesên ku ew dinasin..



19.03.2016 13:34 | medê

12. Camêr kirdkî an jî zazakî fêr bûye. Nivîsê wî ye yekemîn bi kirdkî jimare Newepel ya 88 derketiye. wekîdîn masrafa hemû jimare Newepel ya 88 daya. 1000 lîra daya. Xwedê wekî mirovan di nava civakê me de zêde bike.



02.07.2016 23:25 | teberkerde

13. (bnr: notirvan)



02.07.2016 23:35 | mergehez

14. Kesê kû ji bela hîn kûçikên xwediyê wan ne diyar (!) dilê wî ji çapemeniya civakî sar bûye û terka van deran kiriye. Kûçik ? (bnr: notirvan)



03.07.2016 19:32 | biaqila malê

15. Bûye mêvanê pirsînana înanolo. aha ev jî lînka wê:

"ABDULLAH KOÇAL: TEHEMULA MIN JI KURDÎZANÊN TIRKÎAXÊV RE NÎNE"
Here lînkê



05.10.2016 13:48 | înano lo

16. "... Çav û dilê jinan li Tirkî ye. Ger bi tirkî bipeyîvin dê wekî jinên di televizyonê de kubar bibin! Ger zarokên wan bi tirkî şoran bikin, wê mîna zarokên televizyonan delal bibin!

Niha di dilê her keç û bûkê de jiyaneke bi tirkî he ye!
..."
îro rastî vê nivîsara wî hatim. Here lînkê gotinên wî hinek bala min kişandin. rast dibêje, rewşa zimanê kurmancî li bal kurdên nûjen û bi taybetî li bal keçan ne baş e. Min jî çend keç dîtin ku êdî qet bi kurmancî qise nakin. gava ku bi kurmancî ji wan re tiştekî bipirsim jî, bi tirkî bersîv didin. ji wan re kurmancî êdî bûye bê edebî.

herweha di tirşikê de jî behsa wê hatiye kirin. (bnr: kurdên bi tirkî ji hev hez dikin)



09.11.2016 19:25 ~19:26 | sloujouc

17. Dengê wî gelek xweş e, helbestan bi awayekî efsûnî dixwîne.



01.02.2019 14:19 ~14:20 | ryaman

18. gelek kêfa min ji vî camêrî re dihat li ser medyaya civakî. bû demeke dirêj li tu derî xuya nake. gelo haya kesî jê heye? li ku ye, çi dike, çima medyaya civakî terikand, çû û hey çû?



11.06.2019 02:23 | roza

19. (bnr: evdî hesqera)

roja ku di trt kurdî de pkkê wek teror pênase kir, pir êşiyam. aniha jî bûye pêşkêşvanê bernameya dengbêj. bavê kurdî be jî ma piştî gotinek wisa dilê şikestî cebar dibe?



11.04.2021 01:23 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» abdullah can

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî