Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirkî - tirşik
tirkî
(10) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. vîrusa qûna kurdan...

nexweşîya sedsala bîst û yekemîn...

nexweşîya ji pençeşêr bi tesîrtir...

kujerê zarokên kurd...

mushîla kurdên kesayetvirikî ku bi saya wê kurdperwer û kurdqirêj ji hev vediqetin...



23.07.2013 14:28 | devliken kelogiri

2. Zimanê tirkan û devleta tirkîyê ê fermî.Ji mabata ural-altay e.Di destê Tdk ê de ekl û tahma vî zimanî bi peyvên çêkirî hatiye edem kirin...



23.07.2013 15:09 | cirano

3. zimanê ku kurdan herî zêde asîmîle dike, ye.

gelek caran xwediyên zarokên ku tirkî diaxifin xwe bi gotina "ma em çi bikin hînbûna tirkî bi wan gelekî hêsan e, kurdî ji wan re zehmet e. loma tirkî diaxifin" diparêzin.

ji bo pîvana zehmetiya zimanan nizanim parametreyên objektîf hene an na, lê ez bixwe bawer nakim ku zimanekî rehet be.

ji ber ku bikaranîna gelek qertafan li ser heman peyvê û rêzkirina wan zehmetiyeke mezin dide vî zimanî. weke mînak

karîna gitina "gidiyorum" ne hêsan e. ji qertafên git-yor-um pêk tê ku ev lêker gelekî ji rêzê ye. loma turîst dibêjin "ben var gitmek"

(bnr: çorumlulaştıramadıklarimizdan mısınız)

(bnr: de were û çêke)



23.07.2013 15:23 | simurg56

4. Zimanek ûral-altayi ye. Zimanekî ku li ser qertafan ava bûye. Kesên ku vî zimanê aidê xwe dibînin ji wan tirê hemû ziman jê derketine. Lê mixabin gelî temaşevanan kes nizane bê ka tirkî ji ku derketiye. Her çend eçoyê dîn bêje ji newala hopo jî, ez jê bawer nakim tew ku dîne jî. Lê ya rast hun bipirsin, ev tirkî zmanê kurdên! Ku ji çiyayan hatine deştê û li wir asîmîle bûne ye. Ez bim, min ê bawer bikira!

(bnr: zimanê kurdên deştî)



01.10.2013 09:29 | ceso

5. Agirê dilê keç û xortên kurda ye. Dibêjin Tirkî zimanê cinnetê ye û yê ku bi Tirkî nizanibe, wê neçe cinnetê :P ewqas yanî :D



01.10.2013 20:33 | tolazek

6. Zimanê tirkî yan zimanê romî, zimanê tirkan e û roja îro zimanê fermî yê Tirkiyeyê ye. Zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.

Zimanê tirkî ku niha li Tirkiyeyê tê axaftin. Jimara kesên ku pê diaxivin li dor 63 milyon kes e. Tirkî gelek peyv ji zimanên kurdî, erebî, farisî û demên dawî de ji îngîlîzî jî girtine û ji aliyê çend kesan, bi emrê ataturkê tirkan hatiye afirandin

Herwiha ev ziman bûye sedema pişaftina kurdên bakur. Vê çaxê kurdên ku li Kurdistana bakur ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, hema bêje bi temamî kurdî zanin. Zanîna zimanekî biyanî bêguman xwedî feyde ye, lê ya kambax ew e ku, kurdên bakur vî zimanî ji ya xwe bêhtir dizanin. Ev pişavtina kurdan bi xwe re tîne.



19.10.2013 00:57 | ceso

7. zimanê yekemîn ku li ser rûyê erdê zimanekî çêkirî ye û li ser navê wî olimpiyat têne lidarxistin.



19.10.2013 01:22 | dîno

8. zimanê KU di kurdên bakûR de wekî zimanê dayikê tê bikaranîn e.



(bnr: bilingualism)



19.10.2013 09:44 | biruya hayao miyazaki

9. zimanê ku ligel hemû hewldanên xwe hê jî carinan dibe zimanê refleksên min..



20.12.2013 01:17 | endazer

10. zimanê ku nizanim bê ka hêsan e an zehmet e.

kurdên me vê dawiyê hîn bûne û dibêjin "ev tirkiya nelet, zimanek ewqas hêsan e ku em çi jî bikin zarokên me zûzûka hîn dibin. lê kurdî ne wisa ye, em nikarin li wan bidin hînkirin"

ez vê yekê qebûl nakim lê ya rastî nikarim bi awayeke objektîf lê binêrim. ji ber ku her du zimanan jî dema zarok bûm, hîn bûm.



20.12.2013 21:30 | simurg56

11. benîştê devê keçêN KURDA YE.



20.12.2013 22:14 | bakur-başûr

12. zimanê ku êdî dimÎne di bin tesîra kurdiya min.

îro min ji hevalê xwe re peyamek wisa nivîsandiye ;

"tamam yarın musait im" *



14.03.2014 10:23 | brusk56

13. zimanê zikmakî yê şanoger, stranbêj û siyasetmedarên kurd.



14.06.2014 10:54 | kardoxî

14. zimanê dagirkerên bakurê kurdistan.



14.06.2014 15:34 | ciwanpiroz

15. Zimanekî ku di destê saziyekê (TDK) de gişê ekla wî li ser navê pêşve xistinê jê hatiye derxistin.Nuha weke girara rijî ye lê axaftarên wê jê bê hay in...Hinek Kurdên me jî dildibijin ku bi peyvên çêker kurdî jî têxin vê rewşê.Lê hêvîdar im ku zimanê kurdî wê wan vereşe...



14.06.2014 16:38 | cirano

16. bi rastî jî zimanekî pêşveçûyî ye lewra mariv bi vî zimanî hemû pêdiviyên jiyana modern a sedsala bîst û yekemîn, dikare pêk bîne, hînbûna wî zehmet e yan hêsan e? ew gengeşe karê pisporan e lê bi ya min hînbûna zimanekî ne girêdayî zimanê hanê ye ango giriftbûn an zelalbûna zimanê di vir de diyardar nîn e dema zimanek bibe zimanê jiyanê û tu di nava wê jiyanê de bijî, hêsan e ku hîni wî zimanî bibî. niha dema zarokên kurd digihîjin û emrê wan dibe 6 an jî 7 hînî tirkî dibin. gelek normal e em seranser bi bandora tirkî mezin bûne û kurdiya ku me hînî zaroyên xwe kirine, ne kurdiyeke resen û herikbar û rast e jixwe ji me ve kurdiyeke felişî û hetikî hîn bûne dema jî diçin hînî tirkiyê dibin pirr rehet hîn dibin. bînin bîra xwe, dema bavê me behsa leşkeriya xwe dikin çawa mînakan didin? bavê mim dema behsa leşkeriya xwe dike dibêje çend kurd hebûn ku dema nû hatibûn leşkeriyê bi tirkî nizanibûn û dema çûn jî ji xeynî dijmîn û tekmîlên fermandarên xwe yên kirêt, tiştek hîn nebûn û çûn. çima? ji ber ku wan salan di nava civata kurdan de kurdî zimanê jiyanê bû tevî ku qedexe bû dîsa jî di malan de dihat axaftin û tv, radyo û înternet û jiyana metropolî tunebû ji ber wê ye ku wan çaxa hem kurdî nelewitîbû hem pêdiviya kurdên me bi têgehên nûjen û teknîk tune bû û hem tirkî li gorî niha pêşve nebû û hem jî di nava kurdan de belav nebûbû. ez bawer im ji ber van sedeman hînbûna wî niha hêsan e.

nexeyîdin lê bi rastî jî dewlemend e jixwe dewlemendbûna zimên, girêdayî zimên nîn e, girêdayî civat û netewa ku wî bi kar tîne ango netewa ku wî zimanî wek zimanê fermî hilbijartiye û dişuxulîne, çi qas pêşve ye? ya girîng ev e. mesela îngîlîzî tevî ku ji sedî heştê bi peyvên din tijî ye dîsa jî wek zimanê dewlemendtirîn ê cîhanê tê qebulkirin. çima? ji ber ku gelek tê bikaranîn û sedema bikaranîna wî jî berê îngîlîzan û niha jî abdyê ye ma malmîratno bû 300 sal e ku hukumraniya cihanê dikin ji 20 zêdetir dewletan de zimanê fermî ye.

tirkî zimanekî 90 salî ye û szt (tdk) ji bo ku ev ziman pêşve biçe di salê de 27 mîlyon dolar xerç dike. tu zimanekî nû jî çê biki, 90 sal hewl bidî û gelek pere xerç bikî ew ziman jî dewlemend dibe yanî



14.06.2014 18:38 | ferhenga şikestî

17. zimanê ku demekî dema min metneka kurdî an îngilîzÎ dixwend, tê de dema reqemek derbas dibû, ji ber xwe de min ew reqem bi tirkî dixwendin, lê niha, metn bi kîjan zimanî be ez bi wî zimaNÎ dixwînim.. herwiha wextekî refleks û bertekên min ên bêhemdî jî bi vî zimanî bûn, lê piştî tirşikê êdî kengî lingê min li derekî bikeve ez dibêjim; heyla min di quzzê diya.. kengî çav bi spehîtayiyekî dikevim di ber xwe de dibêjim; sed hezar hemd û sena ji wî huner û sinetê te re, dema tenê dimînim; di dilê xwe de bi kurdî diştexilim filan..



(bnr: berî tirşikê)

(bnr: piştî tirşikê)



14.06.2014 20:29 | endazer

18. bi qewlê teyyîbê sergolik ku serokkomarê dewleta tirk e zimaneke kêmendam e û mirov nikare bi vî zimanî felsefeyê bike camêr ji bo cihê zimanê osmanî çêke zimanê tirkî reş dike li ber dilê xelkê.. erê ew jî ne kêmî osmanî ye, di nav vî zimanî de nîsbeta peyvên bi eslê xwe tirkî ji sedî 10î derbas nabe yanî pirraniya peyvên di nêv zimên de biyanî ne lê xweş qalib girtî ye û berovajî gotinên teyyîb mirov dikare bi hêsanî qala her tiştî bike..



not: şeytanokeke slovakî me mala min jî li nepalê maye.. *



26.12.2014 04:46 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî