Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 84 peyam
ceyrana qaçax - tirşik
ceyrana qaçax
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derd û kula tirkan e..

dema ku behsa pirsgirêka kurd dibe tavilê dibêjin ma hûn jî ceyrana xwe qaçax dikin, hûn ne heqê faturayê didin ne jî tiştek, em heqê we didin niza çi û ne çi..

di nêrîna wan de pere ji canê însanan jî buhatir û hêjatir e..

ceyrana xwe qaçax bikin, ne eyb e ne şerm e, ji barajên me ceyranê çêdikin û axa me dimêhtin û tên heqê xwe ji me dibirrin..

dagirkerî tiştekî wisa ye



28.02.2015 15:29 | ferhenga şikestî

2. Kirineke populer a kurdan e. E bavo, ha ji ber dewlet enerjiya me difiroşe me em wisa dikin ma çima nexwe em heman tiştî li ava şaredariyên me jî dikin?



28.02.2015 17:54 | azadixwaz

3. Ceylan ceylana me ye, av ava me ye. Ma çima em ê pera bidin.



28.02.2015 17:57 | xendekî

4. na, we nav neçê lê kirîye. Ma ceyranê merîya jî li merîya qaçax dibe?
navê xwe yê rast eve; "ceyrana bi taybetî jî li kurdan re helal û xweş"

Ez bê kurdîstanê tu bacê macê nadim tu dewleta. bacê bidim bira dewleta tirka ji li roboskîye bomba bavêje xuşk û birayên mi ha?



16.01.2018 06:58 ~07:04 | aqilkêm

5. ev mijarek wusa ye ku,
heneka [heqaret] tirkan %99 ceyrana qaçaxe.



16.01.2018 11:50 | kurdokercewsî

6. Dema ku li bajarên Tirkan ji bo ceyranê hewldan tên dayîn, li navçeya xweş û şêrîn Farqînê siyasetmedarê kurd Dr. Yûsûf Azîzoglû şaredar e. Azîzoglû, kesekî welatparêz û şareza bûye.

Hê wê demê ku his û pisa ceyranê li Kurdistanê tunebûye, Azîzoglû anîna ceyranê ya Farqînê ji xwe re dike xem û ji bo vê dest bi projeyekê dike. Di dawiya salên 1940’î de Azîzoglû, çend teknîker li Farqînê li hev kom dike û ji bo hînbûna teknîka hilberandina ceyranê ew dişîne Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.

Di serî de Azîzoglû vê koma teknîker ku mil dane ber vî karî (yek ji van teknîkeran Tûran (Koçer) Beg e) bi biryar in ku ceyranê bînin Farqînê. Di encama lêkolînên xwe de ava Kaniya Mezin di hewzekî de depo dikin, mekanîzmeya santrala hîdroelektrîkê deynin serê û ceyranê hilberînin. cara yekemîn di sala 1949’an de ceyran li Farqînê tê hilberandin û belavkirin. Destpêkê kuçeyên Farqînê bi ceyranê tên ronîkirin, piştre mal û xan pê tên ronîkirin. Herî dawî ev ceyran ji Hezroyê re jî tê şandin.



17.01.2021 22:30 | asîmanê sêwî

7. dema em li gund bûn cêrancî bata diqêrîyan digotin : gur hat .!! Me navê wan kiribû "gur"
dêmek di binhişê me da "dagirkerîya" wan hebûye.
armanca gur ji nav birê pez mîkî bîre bixwe nine, armanca wî birê pez qirbike. dagirkerî jî qirkirine,îstilaye.



10.03.2021 00:44 | yaqûp

8. Girînge ku kurd dev ji vê tiştê berdin. Gellê Kurd herî zêde dibêje ji bo ku em pere nedin dewletê ceyranê qaçax girê didin. Lê ev gotina jî wek vê hereketî nexweşe. Sedema wê ,firotina ceyranê ji destê dewletê derket hat taybetkirin û herêmekî da yên ku perê xwe didin serva jî perê yên ku ceyrana xwe qaçax girê dane jî didin.



10.03.2021 23:01 | pêşewa

9. Bênamûsa dixwazin pêşî lê bigrin.. xwedê ne biwanrebe, dinêzde yekî li tara serîyê wan bixe..
(bnr: hêvî)
li farqînê jî dilê wan heye ceryanê di binê erdêde bikşînin, cihê dîrek û trafoyan biguherînin *, tînin hîn seetên nû li çiyê xwe dixin ka sayac çendî kîlowetro diçe.. *

ne heqê xwedêye ev, wê ceryanê ji av û bendavê me peyda bikin bînin bi giranî li me barbikin... Yê min dev ji qaçaxiyê berdin abone jî tune * abone nebe çêtire ceza jî tune.., ya minî avê jî abone tunebû, evan ji kerên ser welaqa hatin ji serquzdêtiya xwe abone çêkirin min 370 tl milyon milyar perê abonê da, di vê xelayêda li cihê bereday dikaribûn çavê xwe bigrin lê çavê wan ji nava serê wan derket ; xaniyê me dû taye(kat) li jorê bavê min li xwarê ez ava min bi dû xetan dihat yek qaçax yek jî ji depoya bavê min, hatin kontrolê min hewqas ji serê wanî kerînî re got ava min ne qaçaxe ava min di seeta mala bavê minde diçe depoyê ez jî ji depoyê dikşînim min kir nekir wan nexapand * cîhaz biwanrebûn qaçaxê qefaltin dîtin abone jî tune, qaçaxê nekirin pirsgirêk lê abone hanîn çêkirin xwedê ji xwe ne razî kirin.. fatore jî tê 7-8 20 tl têr xwarina wan tunebe.. ez gazin dikim lê xwezî hertiştê wan wekî avêbûya dîsa yê erzan ave..

...



11.03.2021 23:17 | shorbevan

10. mîjareke ku kurdên tirkînivîs li ser vê mîzah û aforîzma çê dikin



12.03.2021 15:19 | doesntmatter

11. Li gelek bajara saetên ceyranê dixin binê erdê bo ku qaçax çênekin. Li Batmanê li mehla me jî çêdikin va çend meha. Em ê dîsa tiştekî bibînin bawerke.



09.07.2021 11:28 | xwelî li ser

12. Mixabin kurdên me ev ji xwe re kirine edetek û wekî ku tişteke pir baş dikin pê pesnê xwe didin û di nav civatan de li ser henekan dikin, dibêjin, dikenin. Belkî bi vê rêyê pereyên wan ên ji bo ceyranê hindiktir diçe lê tişta dijîn hew hetiketiyek e ku hay jê nînin. Yan jî êdî dane navê û nayînin ser xwe.

Vê gavê li gundekî Mêrdînê dixebitim ku hemû gundî cayranê bi qaçaxî bi kar tînin. Li gund nav rojê hema bêje bi dehan caran ceyran diçe û tê. Ez mamoste me û di dersên xwe de depên nû yên bi aqil gellek caran bi kar tînim lê mixabin ji ber çûyîna ceyranê tu feyzê ji wê dersê nastînim. Di dibistanê de jî ji ber vê em tim şepirze dibin.
Xûya ye Dewlet ji ber ku bi wan nikare hew ceyranê ser wan de dibire. Li ser vê meselê dema ji xwendekaran pirsan dikim tim gilî û gazincan dikin ku timî ceyran ser wan de diçe yan tiştên wan ên elektronîk zû xera dibin an havînan ji germê dibecin û filan bêvan...
Ji xeynî vê jî tişteke balkêş e, ji ber ku ceyranê hema bêje bê pere didin xebatê, bi wan re di vî warî de hesta "heyf"ê hema bêje qet nîne. di her malê de sê çar klîma hene yan zivistanan sobeyê danayînin li cihê wê sobeyên ceyranê yan xalîçeyên bi ceyranê germ dibin bi kar tînin. lampeyan lazim an ne lazim vêxistî dihêlin, bi kêfa dilê xwe ceyranê zayî dikin.

Ya rastî mesele ne tenê ceyrana qaçax e. di nav Kurdan de bê isûlî, qaçaxî bûye wesfek ku di her warî de vê dikin. Heta ku vê rojê haja min pê çêbû ku Shell'a Qoserê mazota qaçax difiroşe. Vir e yan rast e nizanim lê hevalekî ji dibistanê ji min re got: "tu belasebep bi buhayekî zêde mazotê ji shell'ê distînî. Ji dêvla wê here ya erzan bistîne çêtir e." dema min ev bihîst carek din ji vî halê Kurdan pir aciz bûm. bi rastî ev şermeke mezin e ji bo me û ji bo pêşketina civakê jî astengiyek e.



22.04.2022 20:33 | xeyda

13. Bi raya min nirxandina ango rexneya li jor hatiye kirin hebek zêde bûye. Di xala ji bo dema tiştek qaçax ango belaş dibe çavbirçîtiya me hema ji her derê me difire de rast e lê, qaçaxbûna her tiştî bi gelek pîvan û qadan ve pêwendîdar e. Civakî, siyasî, cografî û nizamçikan ve girêdayî ye. Tevî ku ne tiştek nû ye jî ev meseleya kurd û qaçaxçîtî ye. ne tenê di nav henek û pesnan de cih girtiye, di warê girî û keserê me de, di nav wêje û çîrokên me de jî cihek qewî ji xwe re çêkiriye vê mijarê.

Ceyran dema qaçax nebe jî hetiketiyek mezin derdikeve holê. Ezê jî meseleyekê bêjim. Li navçeya ruhayê ku niha lê dixebitim de hemû ceyran ji bo rê li ber qaçaxçîtiye bigirin kirin bin erdê. Jê şûn de mamosteyên hevalên me digotin xwendekarên me yê hejar nikarin li mal dersê bixebitin. Ji bo pereyê ceyranê zêde neyê hemû kes di menzelekê de dimîne. Hemû limpe û sobeyan vedimirînin û bi şev jî zûzûka radizên da heqê ceyranê zêde neyê nivîsandin. Ka ev zarokana di nav van şert û mercan de dê çawa bixebitin û pêşkevin. Herçî feqîrî qedera me be emê jî mecbûr bin li rêyên dîtir ango li qacaxçitiyan bigerin. Lê ezê dîsa dûbare bikim çavbirçîtî jî rastiyek me ye.



23.04.2022 14:15 ~2022.04.24 01:49 | rizgarm

14. benîştê devê tirkan e. jixwe bi qasê dizanim dewlet heqê wê ceyrana qaçax dîsa ji wê herêmê distîne. yanî dema tu heqê ceyranê nedî, cîranên te şûna te didin. loma dizehî an jî bi angaşta wan tolhildan, ne ji dewletê lê ji cîranan tê kirin. lewma ev tişt êdî bêwate ye û zerarê dide gel bixwe. di ser de jî di çavê tirkan de hemû kurd wek diz tên dîtin.



24.04.2022 15:27 | simurg56

15. Xwedê dizê herî mezin ew Tirkên xwedî kargeh in ku ji Kurmanca bêtir ceyranê qaçaxê dişûxûlînin lê kes dengê xwe dernaxîne.



25.04.2022 16:07 | pîroz

16. ceyrana qaçax û tiştên din yên qaçax an belaş zirarên gelek mezin û metirsîdar li ser kesayet û civaka kurdan çêdike. gelek caran karê ku mirov dike dibe parçeyek ji karakterê mirov. pêşiyê belkî ji neçarî diziyê dikî pişt re dema ew şertên te neçar dikin an bêgav dihêlin ji ser te rabin jî ew dizî, ew hesta bêyî ku karekî bikî tiştekî bi dest dixî bi te şirîn tê û tu naxwazî dest û dilê xwe jê bişû, ew tişt dibe parçeyek ji kesayeta te, ne tenê di ceyranê de di tiştên din de jî hewl didî diziyê bikÎ û li rêyên neqanûnî digerî, an destpêkê li hemberî dewletê vê yekê wek mafekî dibînî lê pişt re heman tiştî li hemberî kesên ji rêzê jî dikî, eger keysa te jê hat diziya wan jî dikî, di bazirganiyê de, di siyasetê de, di têkiliyên xwe yên bi mirovan re ev kesayeta te xwe dide der. û tu nikarê xwe jê xilas bikî, bi qewlê gotineka pêşiyan devê elimî viran qûna elimî tiran çênabe heta kurê kuran anku ev taybetî heta du nefşan wek dohnê teniyê wê bi te ve bimÎne.
alîkariyên civakî yên ku dewlet bi navên cuda wek meaşê kalîtiyê, meaşê zarokan, meaşê astengdaran, alîkariya sotemeniyê û ya qûtê salê dide di rastiyê de ji qenciyê bêtir xirabî ye, ji feydê zêdetir zirarê dide xelkê û civakê. mirov hînî belaşî û betaliyê dibin. bi mirovan re li hemberî dewletê çanda minetdarî û kurtêlxwarî û parsekiyê çêdibe, ji wan we ye qey dewlet wan alîkariyan ji kîs xwe dide nizanin an xwe ser ve nabin ku ew pere baca ji xelkê dixebitin tên berhevkirin û li wan tê belavkirin. mirovê hînî qaçaxî û alîkarî û belaşiyê bûye di kesayeta wan de derz û qelîştekên mezin çêdibe newêre an nikare îtîraz bike, rexneyan li dewletê bigire, hînî şikirkirin û îtaatê dibe. eger yekî tehnek daye serê xwe dike di ber xwe de.
dewlet bixwaze di nav mehekî de dikare rê li ber ceyrana qaçax û tiştên din yên neqanunî bigire, lê bi zanebÛn nake. ji ber ku kesên ceyrana qaçax bikar tÎnin an bi alÎkariyên dewletê debara xwe dikin, li ser lingan dimînin çawa ew nan ji ser wan qut bû wekê pêketiyên tiştên hişbir, ji bo dewletê dibin cihê xetere û metirsiyê. tev li rêxistinên dijî dewletê dibin û hwd.
yên çûne başûr dîtine, xelkê başûr pirraniya wan tiral û tembel in, naxwazin bixebitin. ji ber ku sedam bi pereyê neftê tiştên pêdivî û bingehîn dida wan, îro dîsa hikûmeta başûr çend tiştên pêdivî û bingehîn dide wan, hema bêje herkes mûçegir e an ku ji dewletê meaş distîne, kesên mûçegir heta ku mûçeyên xwe yê nanoziko distînin dengê xwe nakin, hikûmeta başûr dizî û gendeliyê bike, here bi dewletên din re peymanên dûrî berjewendiyên kurdan deyne, di nav civakê de rêjeya destdirêjî û kuştina jinan zêde bibe, ne xema wan e, tenê dema mûçeyên wan bi derengî dikeve derdikevin kolanan û hew. li gelek welatên din yên ereb û asyaya navîn ev sîstem heye û bi vî awayî kesên despot û totalîter heta ku derbeke ji derve nexwin li ser desthilatdariyê dimînin.
yên naxebitin û ceyrana qaçax bikar tînin an yên bi dek û dolaban alîkariyên civakî distînin dibêjin qey ew dewletê dixapînin lê di rastiyê de dewlet wan dixapîne, hişê wan, Îradeya wan bi çand kurtêl û bertîlan ditevizîne, dîl digire, karakterê wan dejenere dike.



26.04.2022 14:21 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceyrana qaçax
» qaçaxçitîya cixare

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî